27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pûtîn: Serokê Wagnerê xiyanet kir, dê bersiva me tund be

Serokê Rûsyayê Pûtîn got ku serokê hêzên Wagner Yevgeny Prigojîn xiyanet li gel kiriye û dê cezayê wî giran

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li ser tevgera çekdarî ya ku şeva borî ya serokê hêzên Wagner Yevgeny Prigojîn got bersiva her ‘îsyanekê’ dê tund be.

Pûtîn di hevpeyvînekê de ku kanalên Rûsyayê îro weşand, anî ziman ku nêzîkatiyên serokê Wagnerê mîna derbeyeke ji pişt ve ye.

Pûtîn got kesên li hemberî artêşê çekê rakin “xayin” in û wiha lê zêde kir: “Bersiva me dê li hemberî van gefan û li hemberî xayînan tund û hişk be.”

Her wiha ragihand ku artêş dê dewlet û welatiyan ji hemû gef û “xiyaneta li hundir” biparêze.

Li gorî nûçeya Reutersê ku agahiyên xwe spartine çavkaniyekî rûsî, koma paramîlîter Wagner li bajarê Voronezh ê 500 kîlometreyan dikeve başûrê Moskovayê, dest danîn ser kargehên leşkerî.

Li gorî nûçeya AFP’ê jî, lîderê Wagnerê Yevgeny Prigojîn vê sibehê derbasî baregeha giştî ya fermandariya artêşê ya li bajarê Rostov bû û tevî balafirgehê cihên leşkerî kontrol kirin.

Prigojîn roja îna borî banga serhildanê li hemberî fermandariya artêşa Rûsyayê kiribû û artêş bi kuştina gelek endamên Wagnerê di êrişên li Ukraynayê de tawanbar kiribû.  Moskovê ev tawan derewandin û bi tawana “banga îsyana çekdarî dike” ji çekdarên Yevgeny Prigojîn xwest wî bigirin.