10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Girtiyên mûayeneya kelebçekirî qebûl nakin nayên dermankirin’

Rojnamegerê girtî Zeynel Bûlût, diyar kir ku girtî Mehmet Şerîf Demîrtaş û Suleyman Aslan ên ji bo dermankirina diranan sewqî nexweşxaneyê hatin kirin ji ber mûayeneya bikelemçe qebûl nekirin nehatin dermankirin.

Rojnameger Zeynel Bûlût ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmara 2’yan a Amedê salekê zêdetir e tê ragirtin, diyar kir ku Suleyman Aslan û Mehmet Şerîf Demîrtaş ên di heman girtîgehê de girtî ne ji bo di sewqa nexweşxaneyê de mûayeneya bikelemçe qebûl nekir nehatin tedawîkirin. Rojnameger Bûlût ji ajansa Mezopotamyayê re bi serenavê “Li dijî girtiyan helwesteke ne li gorî bijîşktiyê” nameyek şandiye.

Bûlût, diyar kir ku pêkanînên faşizan ên li ser girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Kampus a Amedê tên pêkanîn binpêkirinên mafan derbas kiriye û veguheriye sûcê mirovahiyê û wiha got: “Em her roj bi pêkanîneke nû, bi mûameleyeke keyfî û bi pratîkeke sûc a nû re rû bi rû ne. Ji bilî rêveberiya girtîgehê bijîşkên ji tenduristiya mirovan berpirsyar jî tev li van polîtîkayên faşîzan bûn.

Di 9’ê hezîrana 2023’yan de girtiyên bi navê Suleyman Aslan û Mehmet Şerîf Demîrtaş ji bo pirsgirêka diranan sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl hatin kirin. Girtiyan bertek nîşanî nederxistina kelemçeyan a leşkeran û helwesta bijîşkê diranan Remzî Ekîncî dan û bi gotina ‘em vê ferzkirinê qebûl nakin.

Ne derxistina kelemçeyan binpêkirina mafên tedawiyê û li dijî mafên nexweşan e’ tedawiya bi kelepçe qebûl nekirin. Ji girtiyan Aslan beriya niha jî ji aliyê heman bijîşkî ve rastî heman mûameleyê hat û ji bo tedawiya bi kelemçe qebûl nekir dîsa paş ve anîne girtîgehê. Aslan li dijî binpêkirina mafên tendurstiyê û mûameleya keyfî ya faşizan hem giliyê leşkeran hem jî giliyê bijîşk kir. Li cihekî weke Amedê polîtîkayên keyfî û faşizan ên rêveberiya girtîgehê û helwesta bijîşkê diranan a li dijî bijîşktiyê mirovan dixe nava fikaran.”