7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dema xwînkelê ye

Bihara 2024’an dema xwînkelê ye. Navenda wê Kurdistan û gelê Kurdistanê ye. Nakokî û dijberiya amerîkî – NATO ya bi Îranê re her wiha rûsan re jî gorapanê çareserî, rêya şerê çareserî Rojhilata Navîn be jî, lê em ji bîr nekin navika Rojhilata Navîn jî Kurdistan e.

Li gorî salnameya mîladî ya ku ji sala jidayikbûna Hz. Îsa tê destpêkirin, em di destpêka mehên biharê de ne. Lê li gorî salnameya kurdî demsala biharê ji Newrozê dest pê dike.

Kal û bavên me herdem ji vê demsalê re digotin; “Dema xwînkelê ye”. Bi aqilê zaroktî me tiştek fêm nedikir. Lê dema em têgihîştin û me pirsên ‘Dema xwînkelê çi ye? Tê çi wate yê? Kengî ye? Heya kîjan demê ye?’ ji kalemêran dipirsîn, kalemêr ji pirsên me ciwanên nezan bêzar dibûn. Keserên kûr dikişandin. Yên cixarekêş gepeke dûkel dikişand, awir didan cihekî dûr û digotin; “Hemû jîndar ji nû ve zindî dibin. Ên qerimî vedibin, xweza kirasê xwe diguherîne. Lê ya girîng jî dema destpêkeke nû ye.”

Îro jî demsal bi xwînkeliya cîhanê bi navê şerê cîhanê yê sêyemîn berdewam dike. Li gorî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, Kurdistan û Rojhilata Navîn, Kafkasya û qada Sovyeta berê cihê herî germ û gur in. Di van qadan de tê dîtin ku qurbaniyên şer ermenî û kurd in.

Rewşa ermeniyan kambax e. Ji ber ku pala xwe dane aqilê dewlet-netewe. Lê ev aqilê dewlet-neteweyê rojavayî di sala 1914’da ew gel bi qirqirinê re rû bi rû hişt. Niha jî aqilê dewlet-neteweya xwe û baweriya xwe dîsa bi ewropiyan tînin. Bêyî ku tedbîrên xweparastinê pêş bixin. Bi xeyalî cîhana dîjîtal şoxûşeng e. Xwedê dawiya wan xêr bike!

Mijara me kurdan tevlîhev e, tiştên nediyar pir in. Lê tiştê zelal ew e ku dewleta tirk dixwaze kurdan tune bike. Û vê yekê aşkere li hemû deran dibêje. Bang dike. Bi devê Tayyîp Erdogan dibêje; “Em ê di 1’ê nîsanê de 30 km derbasî Sûriye û Iraqê bibin û terorîstan paqij bikin.” Ji vê zelaltir heye?

Armanc dagirkirina Kurdistanê ye

Erdogan û hevkarên wî tunekirina kurdan ji bo xwe re kirine armanca bingehîn. Lê li qadan hin sazî û kesayetên kurd  bibêjin “pêvajoya çareseriyê pêşkeve, pisgirêk bi rêbazên polîtîk çareser bin”. Ev tê çi wate yê? Gelo, ev xwexapandin e. An jî dixwaez yê pêşberî xwe bikişîne çareseriyê? Gotinên bêarmanc, bêstratejî, bêtaktik û bêbingeh, çawa dikarin bên gotin? Mijar kişandina nîqaşê be, jixwe yê li hemberî xwe nêta xwe aşkere kir û vekirî got: “Em ê herdu beşên Kurdistanê dagir bikin”.

Dewleta tirk li derve çi digerin?

Bertek an jî gotineke dijber heye? Nîne. Hê jî hin kesayet û sazî wek koleyê ruhşikestî gotinên Erdogan nerm dikin û dibêjin; “Niyet ne ew e. Ji bo hilbijartinê ser bixe, xîtabî nijadperestên tirk dike”. Wê demê pirs: ev hatin û çûyinên asta herî jor ên dewletê, saziyên wan ên şer li Iraq, Başûr, Ewropa, Amerîka û Rûsyayê çi digerin? Û her gav û gotinên winda, hevdîtinên winda jî mijar gelê kurd û bizava azadiyê ye.

‘Xwexapandin jî kirine mafek’

Yanî di zagona têkoşîna gelan de di şer de xeteriya herî mezin xwexapandin e. Bêguman cîhana îro bi navê feraseta lîberalîzmê xwexapandin jî kiriye mafek. Lê mafê kesî nîne bi navê saziyên gel gelan bixapînin. Ji ber dema agir kete canan û şewitî, herkes dişewite. Peyv di gewriya mirovan da dişewitin. Rojane li her deverê welat û dervayî welat dewleta tirk kurdan dike armanca êrîşên xwe yê eskerî, siyasî, derûnî û dîplomasî. Da ku tune bike. An jî teslîm bigire û qet pêwîst jî nabîne veşêre. Aşkere bi kuştin û girtina kurdan pesnên xwe dide.

Encam, bihara 2024’an dema xwînkelê ye. Navenda wê Kurdistan û gelê Kurdistanê ye. Nakokî û dijberiya amerîkî – NATO ya bi Îranê re her wiha rûsan re jî gorapanê çareserî, rêya şerê çareserî Rojhilata Navîn be jî, lê em ji bîr nekin navika Rojhilata Navîn jî Kurdistan e. Yanî em bixwazin nexwazin, gorapana şer li ser me ye. Qîr, hawar, gazin an jî xeyîdandin bêwate ne. Ya pêwîst li gorî vê rastiyê tevgerandin e. Em ê çawa xwe tevger bikin, stratejî, taktîkên xwe, demdirêj û konjukturel û polîtîkaya xwe çawa diyar bikin?

Dijminatiya Barzaniyan

Îxaneta Barzaniyan, tevgerîna wan di asta dijminê gelê kurd de em ê çawa bidin sekinandin û vêya wek dijminê gelê kurd dikarin pênase bikin? An jî berevajî, xwe bixapînin, bikevin ber bayê hilbijartinên xwecehî yên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê, di gelê xwe de bendewariyên bi navê “çareserî wê pêşkeve” xwe bixin mirina spî? An jî bi navê kurdîtiyeke çors, dijmintiya Barzaniyan bi navê dîplomasiyê nerm bikin, rûyê dijminê gelê kurd paqij bikin?

Nêçîrvanê vê sedsalê

Gelek pirsên ku em ji derdora xwe bipirsin hene. Lê tişta herî bi şewat; dijminê hov û har dixwaze wek netewe me tune bike. Refleksên me wê çawa bin? Em ê hebûna xwe çawa bidomînin? Manqurtê Hakan Fîdan, nêçîrvanê vê sedsalê dixwaze kurdan bide windakirin, wekî xwe tevahiya gelê kurd bike xizmetkarê bêruh û bêvîn. Lê xwînkeliya 2024’an gelek derfetan dide me ku vê sedsalê van manqurtan binax bikin. Ev jî, welatparêziyeke 24 saet, şoreşgeriyeke ku kêliyekê jî ranaweste, dîplomatekî ji her valatiyekî sûdê digire, siyasetvanekî herdem bi huner sazûmankariyê diafirîne, fermandarekî wek avê bêdeng diherike, wek teyrê baz aram, bi xwebawerî biçe ser dijminê xwe, dixwaze.

Herî dawî qibleya me azadiya welatê û gelê me ye. Gotinek be jî, eger xizmeta vê neke pêwîst e neyê guhdarkirin. Dem dema zeftkirina azadiyê ye. Hemû derfet dest didin, lê êş heye û wê hebe jî, yê ku êşê nede ber çavên xwe, rojên bextewar jî nabîne. Xwînkeliya Newrozê pîroz be!