28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demokrasî bi vekirina deriyê Îmraliyê pêkan e

Rêwiyên baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” ku li Qersê dest pê kirin, gihiştin Çewligê. Rêwiya Meşa Azadiyê Parlamentera DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser bandora Îmraliyê û got: “Heke hûn demokrasiyê bixwazin, wê demê deriyên Îmraliyê vekin.”

Di 1’ê Sibatê de li Qers û Wanê ji du milan ve “Meşa Mezin a Azadiyê” dest pê kir û 9 roj in didome. Meşa bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 1’ê sibatê de li Wan û Qersê dest pê kiribû. Siyasetmedar û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk ên di baskê meşê yê Qersê de cih digirin, meşa xwe li Çewligê domandin. Girseyek mezin bi coşek mezin rêwiyên azadiyê di ketina bajar de pêşwazîkirin. Di pêşwazîkirinê de gelek caran dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” hate berzkirin. Piştre jî meşvan ber bi navenda bajar ve meşiyan û li vir daxuyanî dan.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li vir axivî û got ku dîrok û zimanê kurdan tê înkarkirin. Koçyîgît, wiha domand: “Ev feraseta yekperest ev 100 sal in didome. Em jî li dijî vê feraseta yekperest dimeşin. Ji bo ku gelên me bikarin bi hev re bijîn, divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Pirsgirêka kurd jî bi muzakereyên bi birêz Ocalan re dikare bê çareserkirin. Bi girtina deriyên Îmraliyê re îradeya pêkvejiyanê jî ji holê rakirin. Bi girtiyan deriyên Îmraliyê re deriyên zilmê vekirin. Em jî ji bo vekirina rêya aştiyê dimeşin.”

Koçyîgît, axaftina xwe wiha domand: “Ji Ocalan agahî nayên girtin û em nizanin di çi şert û mercan de dimîne. Em dengê birêz Ocalan nabihîsin. Em xwedî li îradeya aştiyê ya ku dixwazin bifetisînin derdikevin. Hûn dê deriyên Îmraliyê vekin. Heke hûn aştiyê bixwazin, wê demê divê hûn birêz Ocalan berdin.”

Bernameya Çewligê bi gerandina govendê bi dawî bû.