spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çalakiya Nobeta Edaletê bûye dika çîroka lehengên têkoşîna gelekî 

Çalakiya Nobeta Edaletê ne çalakiyeke asayî û ji rêzê ye. Dema mirov bala xwe dide çîrokên van dayikan ew salona ku lê çalakiya xwe didomînin dibe wekî dika çîroka têkoşîn û lehengiya zarokên vî welatî

De were û dilê van dayikan veke

Di her gotineke wan de pizota çîrokeke bi êş heye.

Di nava ariya tenûra dilê wan ê germ de kozeke agirê veşartî heye.

Bi hilm û pifekê pizotên wê kozikê sor dibin, diçirisin û geş dibin.

Piştî wê êdî çîrok dest pê dikin.

Çîroka kezebeke şewitî û bîranînên berxikê xwe yê ku bûye stêrkeke geş li ezmanê welatê xwe vedibêje.

Beriya ku ew çîrok biqede çîroka kezeba dayika li kêleka wê dest pê dike, çîroka kezîsoreke ku ew jî di nava stêrkên pakrewanên welatê xwe de diçirise dest pê dike.

Ev dayik dayika şehîdekî ye, ew dayik dayika şervanekî ku bi birîndarî dîl ketiye û niha di zindanê de ye.

Vê dayikê kezîsoreke xwe winda kiriye. Wê dayikê hevjînê xwe winda kiriye û bi dehê salane li hestiyê wî digere.

Dayika li kêlekê jî 9 salan di zindanên zilm û zordestiyê de maye lê tu caran ji têkoşîn û berxwedana xwe bi şûn de nemaye

Ev ne odeyeke sohbetê ye

Ne dika şanoyekê ye

Ne jî tenê çalakî û nobeteke asayî ye

Ev der ciyê lehengên çîroka welatekî têkoşer e

Çîroka hêvî û dilîniyên nîvcomayî ye

Ev der cihê lehengên çîroka têkoşîna gelekî bindest e

Ev çîrok çîroka welatekî bindest e

Çîroka lehengên têkoşîna gelê Kurdistanê ye

Lewre divê her kes xwedî li van dayikan derkeve, xwedî li daxwaz û hêviyên van dayikan derkeve. Ji ber ku hêkvî û daxwazên wan daxwazên me tevan e daxwazên rewa ên gelekî bi sedê salane di bin zilm û zordariyê de dijî, gelekî ku tevî hemû zext, zordarî û komkujiyan hîna li ser piya ye û têkoşîna xwe didomîne.

Nobeta Edaletê ya ku li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Rezan a Amedê bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) hatiye destpêkirin di roja 66’an de berdewam dike.