6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêwiyên Azadiyê gihiştin Çewligê: Deriyên Îmraliyê vekin!

Rêwiyên Baskê Meşa Mezin a Azadiyê ku ji Qersê derketin rê, ji Dersimê derbasî Çewligê bûn. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulîstan Kiliç Koçyîgît li Çewligê axivî û got: "Pirsgirêka kurd dikare bi muzakereyan çareser bibe. Deriyê Îmraliyê vekin.”

“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji aliyê siyasetmedar û rêxistinên sivîl ve hatiye destpêkirin di roja 9’an de ye. Baskê meşê yê Qersê serê sibê ji Dêrsimê derket rê û hat Çewlîgê. Meşvanên ku di ketina bajêr de ji aliyê gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin, bi dirûşman dest bi meşê kirin. Di meşê de li gel def û zurenyê dirûşmên “Bijî berxwadana zindanan” hatin hatin berzkirin. Piştî meşa dirêj meşvanan li navenda bajêr daxuyanî dan.

‘Pirsgirêka Kurd bi muzakereyan dikare bê çareserkirin’

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît li vir axivî û got ku dîrok û zimanê kurdan tê înkarkirin. Koçyîgît, wiha domand: “Ev feraseta yekperest ev 100 sal in didome. Em jî li dijî vê feraseta yekperest dimeşin. Ji bo ku gelên me bikarin bi hev re bijîn, divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Pirsgirêka kurd jî bi muzakereyên bi birêz Ocalan re dikare bê çareserkirin. Bi girtina deriyên Îmraliyê re îradeya pêkvejiyanê jî ji holê rakirin. Bi girtiyan deriyên Îmraliyê re deriyên zilmê vekirin. Em jî ji bo vekirina rêya aştiyê dimeşin.”

Gulîstanê, axaftina xwe wiha domand: “Ji Ocalan agahî nayên girtin û em nizanin di çi şert û mercan de dimîne. Em dengê birêz Ocalan nabihîsin. Em xwedî li îradeya aştiyê ya ku dixwazin bifetisînin derdikevin. Hûn dê deriyên Îmraliyê vekin. Heke hûn aştiyê bixwazin, wê demê divê hûn birêz Ocalan berdin.”

Bernameya Çewligê bi govendê bi dawî bû.