6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Wezrên ereb ji bo rewşa Xezayê û riyên çareseriyê li Riyadê civiyan

Civîna wezîrên şêwra der barê Xezayê de, bi beşdariya Îmarat, Qeter, Misir, Urdun û Filistînê li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê pêk hat û daxwaza çareseriya li ser bingeha du dewletan kirin

Wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî, Feysel Bin Ferhan Bin Abdullah, roja Pêncşemê banga civîneke şêwirê kir ku ji bo gotûbêjkirina pêşhatên şerê Israîlê li Zîvala Xezayê kir. Civîna bi beşdariya  Şêx Mihemed Bin Ebdulrehman Al Sanî, serokwezîr û Wezîrê Karên Derve yê Dewleta Qeterê û Şêx Abdullah Bin Zayed Al Nehyan Wezîrê Karên Derve yê Îmaratê, Alîkarê Serokwezîr û Wezîrê Karên Derve û Karûbarên Derve yê Urdinê Eymen Safadî, Wezîrê Karên Derve yê Komara yê Misrê Sameh Şukrî û Sekreterê Komîteya Rêveber a Rêxistina Rizgariya Filistînê, Wezîrê Karên Sivîl Hisên El-Şêx, pêk hat.

Wezîran piştî civînê daxwaz û hêviyên xwe yên ji bo bidawîkirina şerê li Xezayê anîn ziman û wiha hate gotin: “Em teqezî li ser pêwîstiya bidawîkirina şerê li ser zîvala Xezayê dikin, gihandina agirbesteke bilez û tam, misogerkirina parastina sivîlan li gorî yasayên mirovî yên navdewletî û rakirina hemû sînordarkirinên ku rê li ber derbasbûna alîkariyên mirovî digirin.”

Her wiha wezîrên van welatan bal kişandin ser girîngiya avêtina gavên bêveger ji bo cîbicîkirina çareseriya du dewletan û naskirina dewleta Filistînê li ser xeta 4`ê Hezîrana 1967`an ku paytexta wê Qudsa Rojhilat e, li gorî biryarên navneteweyî yên têkildar, û teqez kirin ku Xeza beşeke bingehîn a axa Filistînê ya dagirbûyî ye.

Wezîrên karên derve yên Erebistana Siûdî û Amerîkayê roja Pêncşê bi telefonê li ser dosyaya Xezayê û hewlên ji bo rûbirûbûna encamên wê gotûbêj kirin.

Li gor nûçeya ajansa nûçeyan a Erebistana Siûdî SPA’yê, Feysel Bin Ferhan bi telefonê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken re axivî. Di wê pêwendiyê de pêşroja rewşa herêmê û bi taybet pêşketinên li zîvala Xezayê û derdora wê û hewlên ji bo rûbirûbûna ziyanên wê yên ewlehî û mirovî hatine gotûbêjkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hejmara kuştiyan li Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve gihîştiye 27 hezar û 840 kesan û 67 hezar û 317 kesên din jî di êrîşên Îsraîlê de birîndar bûne.