4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Deng ji kozika muxalefetê nayê

Piştî teqîna li Kolana Îstîklalê Tirkiyeyê êrîşeke berfireh li dijî Rojava da destpêkirin. Bi hinceta ku ev teqîn ji Kobanê hatiye organîzekirin, êrîşên dagirkirinê careke din xistin meriyetê. Ligel ku hemû derdor dizanin ku ev teqîn ne ji aliyê hêzên kurd ve hatiye kirin jî desthilat bi israr dixwaze bike stûyê hêzên kurd. Jixwe dema van êrîşan dest pê kir, armanca vê teqînê jî zelaltir bû. Wezîrê karê hundir di axaftina xwe ya yekemîn de armanc û hedefa xwe aşkera kir. Wezîrê karê hundir wiha digot: “Ev teqîn ji Kobanê hate organîzekirin. Jina ku teqîn pêk anî yek ji endamên profesyonel ên îstîxbarata YPG’ê ye. Piştî teqînê dê ev jin derbasî Yewnanistanê kiribûna. Pereyên ku ji senatoya Amerîka tên şandin di vê teqînê de hatin xerckirin.” Diyar bû ku berî teqînê li dersa xwe şixulîne û axaftin jî di wê çarçoveyê de hatibû kirin. Kurd, Yewnanistan û Amerîka ji berê ve wekî neyar têne hesibandin. Li gorî bîrdoziya fermî; kurd dixwazin dewletê perçe bikin, rom dixwazin Stembolê dagir bikin, Amerîka jî her tim alîkariya dijminên hundir dike. Yanî dijminên klasîk derxistin pêş.

Ji ber vê teqînê kêm zêde berteka ku desthilat dide tê fêmkirin. Li ser vê teqînê êrîşên li ser Rojava jî têne fêmkirin. Kobanê bûye kul û derd ji desthilatê re. Lewma her tim xwesteka dagirkirina Rojava di rojeva desthilatê de ye. Her wiha armanca teqîna Îstîklalê û êrîşên li ser Rojava bêdengkirina muxalefetê ye. Ew muxalefeta ku li dijî Erdogan dike qîre qîr niha ketiye rêzê ku silavan li artêşa dagirker bike. Ew artêş  û polîsên ku her roj li kolan sivîlan qetil dikin di çavên muxaletê de niha bûne leheng.

Erdogan karekterê muxalefeta li dijî xwe baş nas dike. Rêya ku wan bêdeng û bêhelwest bihêle baş dizane. Heya berî çend hefteyan hemû kes hemfikir bûn ku desthilata AKP-MHP’ê roj bi roj dihele. Rayedarên desthilatê bixwe jî ev qebûl dikirin. Lê niha piştî vê rewşê rêvebirên AKP’ê tînin ziman ku rêjeya dengen wan zêde bûye. Sedem jî bêdengî û bêçaretiya muxalefetê ye. Kengî ku desthilat dikeve zorê serî li vê rêbazê dide. Newêrektiya muxalefetê jî ji vê polîtîkayê re zemînê ava dike. Heya ku muxalefet mijara kurd ji bo xwe ji rewşa xeta sor dernexe tu carî bi ser nakeve û heya ku mijara kurd bi giştî neyê qebûlkirin tu carî ev welat demokratîk nabe.

Herî dawî di bernameyekê de kesekî beşdarvan ji serokê giştî yê DEVA’yê re digot ‘Bi terorîstan re muzakere nayê kirin. Ji bo terorîstan tenê tiştek heye, ew jî divê fişekekê berdin serê wan.’ Alî Babacan jî di bersiva xwe de rêbaza wî kesî şaş didît lê tiştekî sosret digot. “Ev 40 sal e bi vê rêbazê teror neqediya û bi vê ferasete naqede jî. Ji bo biqede divê bi dewletên derve re jî hevkarî were kirin. Çavkaniya terorê li derve ye. Lewma tene bi hevkariyê dikare were tunekirin.” Kesê ku di nav muxalefetê de yê herî demokrat tê pênasekirin wiha dibêje. Mijara xwesteka azadiya gelê kurd wekî terorê pênase dike û çavkaniyê jî wekî hêzên derve nîşan dide. Nexweşiya qebulnekirina mafê gelê kurd ê herî rewa di hiş û bedena wan de kon vedaye. Gelo ev muxalefet dê çawa li dijî Erdogan bi ser bikeve? Heke bi ser bikeve jî dê çawa makezagoneke demokratîk û azadîxwaz çêbike?

Bi rastî ez gelek meraq dikim. Gelo muxalefet vê lîstikê nabîne yan jî ji ber ku newêre deng nake? Yên ku Erdogan bi dîktatoriyê û destpotîzmê tewanbar dikin, ew bixwe ne. Yên ku dibêjin krîza aborî heye ew bixwe ne. Yên ku dibêjin di dewletê de edalet û hiqûq nemaye, ew bixwe ne. Yên ku dibêjin dewlet radestî çeteyên pêncan kirine, ew bixwe ne. Yên ku dibêjin vê desthilatê li derveyî welat tu îtîbara me nehiştiye, ew bixwe ne. Madem ev desthilat ewqas zordar û derhiqûqî ye, çawa hêvî dikin ku li dijî gelê kurd bi edalet be? Dewleta ku cenazeyê leşkerên xwe dişewitîne çawa dikare li dijî ‘neyarên’ xwe birehm be?

Desthilat tevî gelek sucên qirêj bûye; zindî şewitandina mirovan, xerakirina goristanan, bikaranîna çekên kîmyewî-qedexekirî, şewitandina cenazeyên leşkerên xwe. Ji bo dengên xwe zêde bike destûra teqandina bombeyan da… Evqas sûc hene li holê. Lê muxalefet tenê bi krîza aborî re mijûl e. Di rastiyê de sedema yekemîn a krîza aborî jî domandina şer bixwe ye. Niha maliyeta şerê hefteyê were derxistin dê rewş baştir were fêmkirin. Di hefeteyekê bi sed milyonan xisar li welat dibe. Lê ne xema muxalefetê ye. Yek ji wan dernakeve nabêje ma di vê krîzê de çima di şer de ewqas israr dikî? Dema gelê kurd û dostên gelê kurd tînin ziman beyî ku li ser bifikirin, red dikin. Lê îro muxalefeta ku vê rastiyê bîne ziman wê pêşiya guhertinên mezin veke.

Erdogan demek dirêj bû peyamên êrîşa li ser Rojava didan. Gelên Rojava jî li dijî êrîşan amadekariyên xwe dikirin. Rewş û helwesta hefteyekê asta amadekarî û berxwedanê jî nîşan da. Desthilatê wisa hesab dikir “Dema ez van êrîşan dest pê bikim, gel dê dev ji mal û warê xwe berde û bireve. Wê demê ez ê jî êrîşa bejahî bidim destpêkirin.” Lê tu kesî dev ji cihê xwe berneda. Berovajî, daketin kolanan û li şehîdên xwe xwedî derketin. Jixwe heke piçek fedî bi muxalfetê re hebe dê ji van dîmenan ders derbixe.

Ji bo muxalefet li dijî vê desthilatê bi ser bikeve divê piştgiriya gelê kurd bigire. Ji bo piştgiriya gelê kurd bigire jî divê xwedî li xwestekên demokrasî û azadiyê yên gelê kurd derkeve.  Niha tenê qozek di dest desthilatê de maye. Qozê herî mezin jî mijara kurd e. Heke muxalefet bi rastî jî dixwaze berê welat ber bi demokrasiyê ve bizîvirîne û di her qadê de azadiyê mîsoger bike divê bi wêrekî li dijî desthilatê derkeve. Ev şansê wê yê dawî ye.