spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ez jin im û bi hêza têkoşîna kolektîf bawerim

Bi milyonan mirov li çaraliyê cîhanê her roj li aliyê rast ê dîrokê radiwestin. Dengê xwe tînin ziman, xwedî helwest in, seferber dibin, ji bo mafên jinan bi pêş ve bibin hewldanên biçûk û mezin didin. Ev nifşa wekheviyê ye.

Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê ya Cîhanê femînîstên rûs kampanyayeke medyaya civakî dan destpêkirin ku dê li ser mafên jinan axaftin bên kirin. Kampanya bi dirûşmeya ‘’ Ez Jin im Ez Feminist im’’ dest pê kir. Armanca kampanyayê; naskirina destkeftiyên çalakvanên ji hemû temenan di warê pêşxistina mafên jinan de, bilindkirina hişyariya li ser girîngiya roja cîhanî ya jinan û giringiya wê di warê dabînkirin û berfirehkirina mafên jinan de û pêşxistina pêkanîna mafên jinan bi tevlîkirina jin û mêrên ku dikarin bibin nimûne û mirovan teşwîq bikin ku çalakiyan bikin.

Yek ji aktivistên kampanyayê Olga Timuşina wiha dibêje;

‘’Ez jinek im ku li cîhaneke ku hîna jin rastî tecawiz, kuştin û cudakariyê tên û paşê jî ji ber tiştên ku hatine serê wan tên sûcdarkirin. Civak ji kursiyên herî bilind ên parlementoyê heta malên malbatên me ji aliyê baviksalarî ve tê birêvebirin. Em azadî, wekhevî û jiyaneke bi rûmet heq dikin. Em ê bi ruhê hevgirtinê heta hemû dengên xwe bi hêza yekîtiyê bibihîzin, bigihîjin vê yekê. Tekoşin yekane bersiv e, ji ber ku cîhana ku em dixwazin tê de bin, ji bilî tekoşin û serkeftinê nikare tiştek be. Ez jin im ez feminist im û bi hêza têkoşîna kolektîf bawerim.”

Her kes dikare çalak be

Ji bo çalakvaniyê gelek dem û dilsozî dixwaze. Lê belê, her kes dikare bibe alîgir an hevalbendê femînîzmê. Şîdet û zordarî ne pirsgirêkên takekesî û yekalî ne. Ev pirsgirêk kolektîf in û pêdiviya kolektîf heye. Her wiha tundiya li ser jinê ne “pirsgirêka jinan” e. Ev ji bo hemû civakê pirsgirêk e. Mêr û xort dikarin û divê bi hevre tevbigerin. Divê di vê pêvajoyê de hevalbend bin, ji ber ku ew bi xwe jî pêdiviya wan bi vê yekê heye. Ev yek ji wan re dibe alîkar ku fêm bikin ku mirovbûn jî tê wateya ku carinan bêhêz in, dikarin hestên xwe diyar bikin û ku ev yek “mêraniya” wan xera nake. Pêdivî ye ku ew bi destpêkirina avêtina têgînên zayendî yên derewîn û jehrîn xwe di derbarê zayend û îmtiyazê de perwerde bikin. Divê mêr û xort fêrî guhdarîkirin û rêzgirtina keç û jinan bibin û ji sînorên civakî haydar bin.

Pirsgirêka newekheviya zayendî divê bi gelek awayan bê çareserkirin. Gelek caran ji me re tê gotin ku em bi berdewamî behsa tundiya li ser jinê dikin: Divê em bi berdewamî mijara tundiya li ser jinê bînin ziman, ew ji holê ranebûye. Divê em nifşê ciwan perwerde bikin û stereotîpên zayendî yên zirardar ên ku dibin sedema tevgerên tundûtûjî, heqaret, zayendperestî, şîdeta hevalan û şîdeta gîyanî hilweşînin.

Ji bo çalakvanan çareseriyek efsûnî tune ku guhertinan pêk bîne. Ew bi kesên ku pê re dixebitin (di vê rewşê de keç û jin, lê di heman demê de mêr), pisporên herêmî (psîkolog, xebatkarên civakî, profesor, mamoste, bijîjk, parêzer, hwd.) re hewl didin ku senaryoya çêtirîn gengaz bibînin. Ji ber vê yekê ez bawer dikim ku ragihandina saxlem û domdar di asta bingehîn de ji bo afirandina tevgerên çalak û mayînde yên ku bihêz in û dikarin guhertinên erênî di civakê de bidin destpêkirin girîng e. Em hewcedarî û pirsgirêkan tespît dikin, bi rexneyî li wan dinêrin, li çareseriya herî baş digerin û dema ku bersivek rast ji rewşê re hebe, em karê xwe dikin ku ji saziyan daxwaz dikin ku berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.”

Têkoşîna li dijî baviksalarî

Civak hem ji aliyê jin hem jî ji aliyê mêran ve têne avakirin û pêşxistin. Patriarkalî hem li ser jinan hem jî li ser mêran bandorek xirab dike taybetî bandorê li jinan dike. Patrîalkalî bandorê li her aliyên jiyana me dike. Ji ber vê yekê jî divê ev sîstem ji aliyê jin û mêran ve bi hev re were hilweşandin. Divê li şûna wê sîstemeke nirxî ya cuda li ser esasê hezkirin, wekhevî, edalet, rûmet û hurmetê bê guhertin. Tenê wê gavê em dikarin bi rastî, bi tevahî azad bi pêş ve biçin.