3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

17 cenazeyên leşkeran birin Colemêrgê

Êrîşên artêşa tirk ên li Zap, Avaşîn û Metînayê didomin û cenazeyê 17 leşkerên ku di van êrîşan de hatine kuştin anîn nexweşxaneyên Colemêrgê.

Êrîşên ku artêşa tirk di meha nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Avaşîn û Metîna yên başûrê Kurdistanê dabû destpêkirin didomin. Di rojên dawîn de şerê di navbera gerîllayên HPG’ê û leşkerên tirk de dijwar bûye û gelek leşker hatine kuştin.

Wezareta Parastinê ya Tirk, di 25-26’ê mijdarê de bi du daxuyaniyên cuda ragihand ku leşkerên wan ên bi navê Eyup Ûgûrlû, Mehmet Demîr, Dûabey Onûr Ozturkmen, Mûstafa Yildiz û Îsmaîl Unal jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di heman daxuyaniyan de hat ragihandin ku brûskên li 3 cerdevanên tev li êrîşan bûne xistiye û birîndar bûne. Hat ragihandin  ku ji van cerdevanan Mûstafa Işik jî jiyana xwe ji dest daye.

17 cenaze anîn Colemêrg

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA) di rojên dawîn de 17 cenazeyên leşkeran anîne nexweşxaneyên navçe û navenda Colemêrgê. Cenazeyên hin leşkeran ji balefirgeha li navçeya Geverê bi balefirên kargoyê ji bajarên cuda re hatine şandin. 11 leşkerên ku di heman êrîşan de birîndar bûne jî rakirine Nexweşxaneya Sahra ya Serê Sêvê û Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê. Her wiha hat ragihandin ku cerdeevanek û 3 leşkerên birîndar jî sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Wanê kirine.

Hat hînbûn ku li baregeh û qereqolên li ser xeta sînor leşkerên payebilind dest danîne ser telefonên dîjîtal. Li herêm û gundên nêzî deverên ku êrîş li wan didomin duh di saetên êvarê de ceyran hat birîn. Her wiha li herêmê înternet jî gelek giran bûye.