Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, ji bo tûra duyemîn a serokkomariyê dengdanê saet di 08.00’an de dest pê kir. Li seranserê Tirkiyeyê wê zêdetirî 60 milyon hilbijêr di 191 hezar sindoqî de dengê xwe bidin û 13’emîn serokkomarê Tirkiyeyê diyar bikin.
Dengdayîn wê heta saet di 17.00’an de berdewam bike û piştî saet 17.00’an hejmartina dengan dest pê bike. Her wiha wê ji bilî navendên dengdanê li deriyên sînor û balefirgehan jî dengdayîn heta saet 17.00’an bidome.
Di hilbijartinê de du namzet hene; namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Miletê Kemal Kiliçdaroglû û namzetê serokkomariyê yê Tifaqa Cumhûrê Tayyîp Erdogan.