20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengê Dayikên Şemiyê ji demokrasiyê re ye

Dayikên Şemiyê yên ji ber hilbijartinên sibê çalakiya xwe ya vê hefteyê online li dar xistin, diyar kirin ku wê di hilbijartinan de dengê xwe ji edalet û demokrasiyê re bidin.

Dayik/Mirovên Şemiyê çalakiya xwe ya 946’emîn ku her hefte ji bo aqûbeta windakiriyan bipirsin û daxwaza darizandina faîlan bikin li dar dixin ji ber hilbijartinên sibê bên kirin online li dar xistin. Di çalakiyê de cih dan serenavên hilbijartinê û bendemayînên Dayik/Mirovên Şemiyê yên desthilata serdema nû. Daxuyaniya vê hefteyê ji aliyê xwişka nûçegihanê Rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe yê dema 28’ê tîrmeha 1993’yan de ji mala xwe derdiket ji aliyê kesên bi cil û bergên sivîl ve hate revandin û qetilkirin û di heman demê de endama Lijneya Rêveberiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ayşe Tepe Dogan ve hate xwendin.

Dogan, diyar kir ku biryar girtine çalakiya xwe ya 5 hefte ne di bin dorpêça polîsan de û tevî binçavkirinan li Qada Galatasarayê didomînin ji ber beriya hilbijartinê ye û bikaranîna dengan nexin bin rîskê online li dar bixin.

Daxwazên ji desthilata nû

Dogan, diyar kir ku weke Dayik/Mirovên Şemiyê dê di hilbijartinên sibê de wê dengê xwe ji maf û azadiya mirovan, edalet û demokrasiyê re bidin û daxwazên xwe yên ji desthilata nû bê re wiha rêz kirin:

“*Peymana Navneteweyî ya Parastina Hemû Mirovên ji Windakirinên Bi Zorê ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin, îmze bikin, bipejirînin û bi cih bînin.

* Astengiyên li pêşiya azadiya kombûnê ku yek ji nirxên bingehîn ên civaka demokratîk e, bila bê rakirin. Qedexeyên li ser cihên weke Galatasaray û Qada Taksîmê bi bên bidawîkirin.

* Ji bo sererast kirin, nehiştin û cezakirina kiryara windabûna di binê çavan de weke sûcekî li dijî mirovahiyê bê sererastkirin, sererastkirin û cezakirin.”

Dogan, destnîşan kir ku encamên hilbijartinê çi dibin bila bibin wê dest ji têkoşîna xwe ya edaletê ku heta niha bi rê ve dibin bernadin.