11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama mitîngên fînalê: Wê sibê dîrok bê nivîsandin

Partiya Çepên Kesk, Li Amed, Wan û Stenbolê mitîngên fînalê pêk anî. Bi sed hezaran kes berê xwe dan qadên her sê mitîngan û peyama serkeftinê dan. Hevserokan bang kir ku gel dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk.

Partiya Çepên Kesk, xebatên xwe yên ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê, li Amed, Wan û Stenbolê bi lidartxistina mitîngên fînalê bi dawî kir. Li her sê navendan jî bi sed hezaran kesî berê xwe dan qadên mitîngê û ji niha peyama serkeftina Partiya Çepên Kesk dan. Her wiha di her sê mitîngan de beşdaran bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dan û daxwaza azadiyê kirin.

Amed

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevberdevkê Giştî yê Partiya Çepên Kesk Îbrahîm Akin, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz û Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar tev li mitînga Amedê bûn. Her çar hevserok û hevberdevkan, di mitîngê de axaftin kirin û ji bo çûna ser sindoqan û têkbirina desthilata AKP-MHP’ê bang kirin û xwestin ku herkes dengê xwe bide Partiya Çepên Kesk. Her wiha Berdan Ozturk û Salîha Aydenîz jî di axaftinên xwe de bal kişandin ser tecrîda li Îmraliyê xwestin ku tecrîd bê dawîkirin.

Wan

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek tev li mitînga Wanê bûn û axaftin kirin. Çîftyurek, di axaftina xwe de diyar kir ku  gelê kurd dibêje êdî bes e û wiha got: “Ev sedsal wê bibe sedsala Kurdan. Em ê Kurdistanê biparêzin û azadiya xwe bi dest bixin. Her ku diçe xizanî heye. Gelê me êdî nikare debara xwe bike. Êdî nikare penîrê xwe yê navdar jî çêbike û diçe ji Îranê penîr dikire. Banga me ew e ku dawî li vê fermanê bê. Piştî ku me desthilatdariya AKP’ê ya 21 salan hilweşand, ji bo qedandina vê hejariyê em ê projeyan çêbikin.”

Bûldan: Wê sibê dîrok bê nivîsandin

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan jî anî ziman ku xelkê Wanê wê îradeyek mezin nîşan bide û ev tişt got: “Sibe wê bibe rojek xweş. Sibe dîrok wê careke din bê nivîsandin. Sibe hûn ê dîroka Wanê jî û dîroka Tirkiyeyê jî binivîsînin, em ê binivîsînin. Sibe em ê car din bibêjin em li vir in, em ê xwedî li îradeya xwe derbikevin û em ê Çepên Kesk bikin partiya yekemîn a Tirkiyeyê. Ji ber ku ez îro li vir vê dibînim. Xelkê Wanê biryara xwe daye. Niha em qad bi qad geriyan, Em hemû qadên Tirkiyeyê geriyan. Me li her derê peyama xwe da.”

Stenbol

Hevberdevaka Giştî ya Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan Cengîz Çîçek û serokên giştî yên hin partiyên Tifaqa Ked û Azadiyê jî tev li mitîngê bûn. Ûçar û û Çîçek di axaftinên xwe de destnîşan kirin ku wê hilbijartina 14’ê Gulanê bibe hilbijartina hesabpirsînê û gotin ku emrê desthilata AKP-MHP’ê bi qasî mohrekê maye.

Di her sê mitîngan de hunermendên kurd derketin ser dikê û ji bo beşdarên mitîngan stran gotin.