4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengê Zê dengê welat e

“Me di quncik û dîwarên wê odeyê de tiştên ku mêjî û rihê mirovan felç bike dît. Di wê odê de mirov ji hest û hîsan, ji hemû tiştên ku em dikirin mirov û nasname dida me, vala dikir… Haya wê odê qet ji dengê Zê û wî çemê diqîriya nebû. Çemê Zê tu deng di ser dengê xwe re qebûl nedikir û wê odê ji xeynî dengê di hundirê xwe de tu deng qebûl nedikir. Ji ber wê yekê Çemê Zê dikir nedikir dengê xwe nedigihande wê odê û nedikarî wê odeya ku bê destûra wî bi veşartî li rex wî hatiye çêkirin bi dengê xwe tije bike. Me nedizanî ka dê rojekê ew dengê Zê yê ku dengê hemû avên wî bajarî di nava xwe de kom dikir, bigihê wê odê an na?”

Têkoşîna li Zê û odeyên tarî û melanetê wiha tîne ziman Mehmet Akdogan.
Ba û haşmeta çemê ‘çal û kortalan’ Dengê Zê afirandiye û ji pênûsa Mehmet Akdogan berhemeke hêja derketiye holê. Roman gelek serkeftî hatiye honandin, mijarên beyar diyarî xwendiyên ferhenga kurdî kirine.
Romana Mehmet Akdogan Geliyê Zê ji aliyê weşanxaneya Payîz ve, di sala 2021’an de li Enqereyê hatiye çapkirin. Pirtûk ji 328 rûpelan pêk tê.
Dema mirov dest pê dike, di demeke kin de li pirtûkê dihebe û di nav rûpelan de winda dibe ku dixwaze vê çîroka balkêş bi bêhnekê biqedîne. Çi bû, çawa bû, kî kî ye, lehengên romanê wê çawa berpê bibin, çawa peresan bikin meraq dike. Kifş e ku nivîskar li ser romana xwe gelek hûr bûye, kelecan û ruhê xwe tevî çîroka xwe kiriye. Ji rûpelên romanê ev pejn û hest difîzikin.

Qelsî û kêmasiyên romanê

Kêmasî û qelsî jî hene. Serê pêşîn ji aliyê rêziman û rastnivîsê ve gelek kêmasî hene. Teşeyê bikaranîna lêkerên rêdar (gerguhêz), ergatîvîteya ku di hevokan de pêk hatiye, tewandina hin hêmayên nêr û mê, bikaranîna qertafa dema bê hem bi awayê ‘wê’ hem jî ‘dê’ û hinên din ên nerast dikare bên nişandan.

Ji yek lehengê romanê Ahmet di romanê de risteke gelek girîng dilîze lê dema serdana şêx ji nişkê ve dikeve nav rûpelên romanê. Çawa ku ji nişkê ve derdikeve pêş me wisa jî winda dibe, di dawiyê de dîsa derdikeve rastê. Roman bi Simaîl dest pê dike, bi wî pêşve diçe, heta serlêdana şêxê Menzîrê Simaîl di romanê de çalak e lê piştî serlêdanê Simaîl êdî ji romanê dikeve û ji xeynî çend caran navê wî winda dibe. Qet nebe dikaribû dûrketina wî ya ji romanê bi hevokekê bihata zelalkirin. Simaîl çima dûrket pirseke di cih de ye, ev yek li gorî honaksaziya romanê girîng e.

Dema Mistefa û Yûsif dibihîsin mela Mûsa tecawizî Yaqûpê danzdeh salî kiriye qet bertek nişan nadin, tu car li ser nasekinin jî. Ev yek ne normal e û ev mijar ji bala nivîskar dûr ketiye.

Vebêje romanê Mistefa di nav du cure vegotinan diçe û tê. Carinan dibe vebêjê dijniheqî û welatparêz, carinan jî dibe sofî û cîhadîstekî tund. Heta dawiyê ev vegotin dewam dike. Ji ber ku Mehmet Akdogan xwestiye heta dawiyê wî veşêre û surprîzekî derxe pêş xwîner ev yek pêk aniye lê hevsenga vegotinê şêlû kiriye. Heman kes di heman kêliyê de nikare bibe serhildêrekî dijneheqî û heman kêliyê de bimeşe ji bo kuştinê, ji bo cengeke cîhadîst an jî kontrager. Mistefa berevajî Yûsif yekî ne cengawer e, mulayîm e. Di derûniya xwe de neheqiyê analiz dike lê li hemberî gotin û şîretên diya xwe û derdora xwe mîna cîhadîstekî tev digere. Yanî nivîskar Mistefa kiriye canbazê ser benê sîrkê. Ev nakokî ji bo veşartina mîlitaniya wî ya dawiyê feda kiriye, bala xwe nedayê…

Ahmet gava li Nihêlê (Gever) bi keçekî re careke din derdikeve ser rûpelên romanê, ew keçik nîşaniya Ahmet e, kifş e ku ew Sebrê bixwe ye. Lê Ahmet çend rûpel şûnde li dibistanê ye û çawa Sebrê cara pêşîn dibîne, dilê wî li perê esmanan dikeve û Sebrê berfireh dinitirîne. Ev yek çawa bû? Sebrêya ku berê di nav rûpelan de derketibû ser dikê, çawa çend rojan şûnde we tirê Ahmet cara pêşîn wê dibîne dilê wî li esmanan dikeve? Ev nakokiyeke cidî ye û nivîskar li ser vê detayê nesekiniye.

Bi min qelsiya romana Dengê Zê, teşeyê veşartina Mistefa ye, ya ji bo surprîza dawiyê. Mistefa kêlî bi kêlî, bi çalakî û bizavên xwe tê vegotin. Di wan bûyerên ku li Csuolemêrg û Geverê diqewimin di bin qeyda nivîskar a di romanê de ye. Lê bûyer û bizavên dijdewlet pêk tên ên ku ji aliyê Agir ve tên kirin meger kiryarên wan Mistefa bixwe ye; Agir Mistefa ye. Ev surprîzeke gelek prole ye. Daneyên romanê wê nadin nişan lê dema Agir tê girtin qeymeqam û giregirên dewleta veşartî bi çavên xwe vê yekê dibînin; Agir cîhadîstê hevalê wan ê kontra ye û mat dimînin. Mistefa her kêlî bi wan re bûye lê hemû çalakiyên li dijî wan qewimîne jî kiryarên wan Mistefa bûye. Ev ecêbeke giran e. Ancax tîrêjbariya ku bi zimanê zanyarî jê re dibêjin enerjiya fûzyon (bi tirkî ışınlama) biqewime dikare wisa bibe lê Agir-Mistefa di heman demê de li du cihên cuda ne. Ev dişibe fîlmên tirkan ku hem rola bav hem kur dilîzin.
Di dawiya romanê de hêmayên vê yekê bi xwîner bidin qanî kirin nîn in û li gorî vê encamê nehatine honandin. Surprîz gelekî surprîz e lê qanîkirin ne serkeftî ye. Divê nivîskar mijara balkêş feda û qurban nekira surprîza ku ristina wê ya neserkeftî. Divê ev mijar baştir birêsa ku Mistefa hem Mistefa ye hem jî Agir. Pêlîstina demê pir girîng e ku Mistefa bi awayekî tîrêjbarî li du cihan e. Eger gava çalakiyên Agir pêk dihatin behsa Mistefa û bizavên wî nehata kirin û bi awayekî din lê bianiya ev nakokî zêde dernediket pêş.

Mijareke beyar

Dengê Zê divê bi rexne, kêmasî, xurtî û aliyên xwe yên bihêz yekpare bê nirxandin. Li gel kêmasî û hêmayên berrexne romana Mehmet Akdogan hêjayî pesinandinê ye, vegotina wê serkeftî ye.
Mehmet Akdogan mijar û çîrokên ser doxînê hilnebijartine. Sûrrealîzm û postmodernîzma pûç nekiriye çîrok/ên berhema xwe. Bêhna rastiyên disotînin, bêhna axê, bêhna erdnîgariyê, çîrokên me ku kes qîma xwe pê nayne yan jî newêre jê behs bike, hewldanên li dijî yekitiya kurdan, şerê psikolojik-pûçkirin û jirêderxistinê kirine mijar. Rastiyên di quncikên tarî de mane, detayên hatine jiyandin û jibîrkirin eleg, bêjing û seradê xistine, ji bo me darîçav kirine. Kî dikare bêje Mistefa, Yûsif, Ahmet, Seyda, Îbrahîm, Oxûzxan, Yaqûpê piçûk, mela Mûsa û Zeyneba qurbaniya wî û yên din di jiyana rastîn de tune bûn? Her yek weke stûneke rastiyê di çil salên borî de li ber çavan bûn.

Mijar û çîrok beyar in. Qasî ku ez dizanim wêjeya bikurdî ev rastî nekirine mijara çîrokên romana xwe. Cara pêşîn Mehmet Akdogan dest avêtiyê; bi hûrgilî, bi awayekî kitekit, sotîner, bi wêrekî, bêyî dudilî neqş kiriye. Rastiyên di serdemekê de qewimîne yên şoreşa çil salan zêdetir, zilm û zordariya gelê şoreşê rû bi rû maye, destûr nedaye ku bên jibîrkirin, di quncikên tarî de bimînin, birizin, pûç bibin bi riya wêjeyê ji nû ve bi bîra me xistiye.
Ne ku bi vegotineke ji rêzê, bi propogandaya hişk û hema çawalêhato ji serê xwe bavêje; vegotineke wisa xurt û qewî ye ku hûn qasî zanînên xwe yên wê demê, ruh û derûniya Mehmet Akdogan jî tê de hîs dikin. Çi plan, çi cinawirî, çi qetrehmî li dijî şiyarbûn, yekgirtin û azadiya gelê kurd hatine plankirin û bi cih anîn tîrejekê dide ser vê tariya qetrehm, pencereyekê ji nivşên nû re vedike ku ji van rastiyan bê bîr û bawerî nemînin. Mirov dimirin lê civak dimînin, mayînde ne. Hêmayên ku civakan mayînde dikin çand, ziman û daneheva wêjeyî ne. Di romana Dengê Zê de parçeyek ji vê rastiyê heye û wê bibe bîra civaka kurd.
Di romana Dengê Zê de mijarên nivîskar dest avêtinê gelek dewlemend in. Dinyayek li pêş me vedibe ku bi milyonan kes hay jê nîn in lê weke kurmekî, weke wezekê ji bînî ve, ji hundir ve pûçkirin weke armanc daye ber xwe, mêjiyê zarokan, ciwanan ji bo kuştin û helakkirina xwîşk û birayên xwe dişo, bi sextekarî û planên komploger dadigire. Dinyayeke di camekanê de em tiştekî dibînin lê di pişperdeya tarî de dijmirovahî, cinawirî û ecinîtî veşartî ye. Dewletê dîn çawa araste kiriye û ji bo mebestên kirêt bi kar aniye, em bi rastiyên ku qewimîne û bûne serboriya mirovan hîn dibin.

Vegotineke serkeftî

Dengê Zê, têkoşîna azadiya kurd û di bin navê ol û oldariyê de hewldnanên tepeserkirina vê têkoşînê vedibêje. Şerekî qirêj di bin banê cemaet, hêzên olî de tê meşandin. Ev çîrokeke rasteqîn e û li welatê me li pir deveran hatiye sehnekirin. Bayê ji geliyê Zê tê, dengê ji vê axê derdikeve û şervanên li ser vê axê singê xwe dikine senger li dijî dijminên azadiyê têdikoşin di dawiyê de weke bariyeran van planên qehpik didin sekinandin û têk dibin.
Bi zimanekî vegotinê yê serkeftî nivîskar berhema xwe honandiye. Zimanekî ew çend serkeftî heye ku bivê nevê mirov dibêje, ev ziman e ku pê dikare wêje, hunera bijarte û çandeke dewlemend bê kirin. Ez pê bawer im, wê bala her kesê kêm eleqedar jî bikişîne ku ev ziman çawa dewlemend e, bi hêma û vegotin hostetiya bikaranîna ziman tê de heye û wê xwebaweriya bi ziman, çand û wêjeya wan gelek xurt bike. Dikare bêje, ez xwedî gencîneyeke ev çend mezin im. Û ziman, çand û wêjeya xwe hez bike. Ciwankariya romanê jî ev e.

Diyalogên cihêreng ên bi devê lehengên romanê tên dayîn gelek rasteqîn û pêbawer in. Ku tên xwendin, ez jê bawer im ku kes nebejê ev prole ne, xeyalî ne. Li gel vê jî edebiyatek tê de heye ku ew jî pêciriya (qabilyet) Mehmet Akdogan e.
Ji sala 2015an vir ve rejîma hatiye ser kar, bi zext û zordarî, bi girtin, kuştin û pûçkirina ji her aliyan ve, pê re paşdevekişîna civak û siyasetê, rejîma ser kar di mêjiyên aliyekî rewşenbîriya kurd de bêhêvîtî, alozî û qeyran afirandin. Di vê hawira xedar de surrealîzm, postmodernîzm û cureyên wêjeyê yên din ên bêbandor hatin avdan, bejn avêtin û darîçav bûn, weke alozî û qeyrana şerê cîhanê. Bi rastî jî ew berhemên vê bêhêvîtî û qeyrana rejîmê ne. Dixwazin wêjeya kurd ber bi vî aliyê bikişînin.

Berhema Mehmet Akdogan û yên di vê robarê de diçin li hember vê bêhêvîtî, qeyran û pûçbûna wêjeyê jî xwedî sekneke bihêz û biwate ne. Mehmet Akdogan berhema xwe ne weke borsaya wêjeyê lê ji bo keser û kulen civaka xwe ristiye, tevna wê çêkiriye.
Dengê Zê, dengekî xurt e. Serînetewandina vê erdnîgariyê, li dijî hemû plangeriyên kirêt bi awayekî serkeftin vedibêje. Ew deng û ew helwest ji Îskender vir ve viha ye. Mehmet Akdogan ev rastiya dîrokî careke din nîşanî me daye. Li gel qelsî û kêmasiyên wê, Dengê Zê berhemeke xurt, hêja û biwate ye. Ji bo wêjeya realist a civakî û wêjeya kurdî hêvî û tîrêjeke ronîdar e.