3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li rojava û başûrê Kurdistanê şahiyên 8’ê Adarê

Li Silêmaniyê û seranserî bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên jinan ên bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê berdewam dikin. Li Silêmaniyê mîtînga 8’ê Adarê hat lidarxistin. Li Kobanê, Reqqa, Tebqa, Dêrazor û Hesekê bernameyên cuda hatin lidarxwistin.

Kobanê

Bi diruşmeya “Bi reng û vîna jina azad em destkeftiyên şoreşê diparêzin”, pêşangeha Şêwekariyê ya Sêyemîn li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê dest pê kir. Cîgira Hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Firatê Rodîn Yûsif axivî û bal kişand ser girîngiya wênesaziyê ya ji bo gelan ku bi rêya wê dîrok û rastiya xwe biparêzin û got: “Wênexêz zimanê cîhanê ye û dîrokê belge dike.”

Rodîn Yûsif diyar kir ku armanca wan ji vê pêşangehê derxistina bedewbûna herêmê û şerê ku lê rû dane ye. Di pêşangehê de derdora 50 wêne ku ji aliyê 17 xwendekaran ve hatine xêzkirin, hatin daliqandin. Piraniya wêneyan li ser rola jinan di civakê de ye. Pêşangeh wê sê rojan li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido dewam bike.

Tebqa

Di çarçoveya çalakiyan de Nivîsgeha Jinan a Komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê kargeha Firat a guvaştina mêweyan vekir. Di merasîmê vekirina kargehê de nûnerên nivîsgeh û komîteyên jinan, saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî û Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê beşdar bûn. Heveroka Komîteya Aborî ya Tebqayê Wezîra El-Ebas vekirina kargehê û 8’ê Adarê li jinan pîroz kir û got: “Ev kargeh taybet ji bo jinan hatiye vekirin da ku aboriya xwe pêş bixin û di pêşxistina qada aborî de rola xwe pêk bînin vebûye.”

Deriyê kargeh ji aliyê dayika şehîd Mihemed Nûr Silêman, Rena Mihemed ve hate vekirin.

Dêrazor

Li Dêrazorê jî, Komîteya Jinan gul diyarî edamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li bendên kontrolê kir. Di vê çaroveyê de, endama rêveber a Komîteya Jinan a Dêrazorê, Fatima Merwan diyar kir ku çalakiyên wan yên ji bo 8’ê Adarê  pir in. Endama Rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê Meryem El-Ewed jî diyar kir ku piştî rizgarkirina herêmê ji aliyê QSD’ê ve ji çeteyên DAIŞ’ê jinan di bin siya Rêveberiya Xweser de di hemû qadên civakî de hebûna xwe îsbat kirin û got: “Wekî ku em dibînin di tevahî çalakî û mîhrîcanên çandî de beşdar dibin.”

Reqqa

Şandeyek ji Rêveberiya Giştî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi serkêşiya fermandara YPJ’ê Nesrîn Ebdullah serdana Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbya ya Reqayê kir. Şandeyê 8’ê Adarê li endamên nivîskê pîroz kir. Li aliyekî din Rêxistinên Civaka Sivîl a Reqayê bi beşdarbûna dehan jinan şahiyek li dar xist. Di şahiyê de Hevseroka Rêxistinên Civaka Sivîl 8’ê Adarê li tevahî jinan pîroz kir. Piştre govendên folklorî û şano hatin pêşandin. Şahî bi diruşmeyên silavkirina berxwedana jinan û dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

Hesekê

Kongra Star pêşangeheke mobîlyayan li taxa Miftî vekir. Endama Koordînasyona Kongra Star a Kantona Hesekê Rîma Mehmûd anî ziman ku vekirina vê pêşangehê destpêka projeyan e û diyar kir ku dê gelek projeyên wan ên din hene. Li aliyekî din jî Meclisa Edaleta Civakî ya Ermenî şahiyeke li hola Reşo ya bajarê Hesekê li dar xist. Endamên Kongra Star Meclisa Leşkerî ya Ermenî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Meclisa Jinan a Sûriyê û endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî şahiyê bûn. Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Bi navê Meclisa Leşkerî ya Ermenî Yêrîvan Serêkaniyê axivî û got: “Dema em behsa jinan dikin, em behsa fedekariyê dikin. Bi salan jin rastî tundî û koletiyê hatin û ji mafên xwe bê par hatin hiştin.”

Yêrîvan Serêkaniyê soz da tevahî jinên cîhanê û wiha got: “Bi taybet em soz didin jinên ermenî. Em ê mafên jina biparêzin.”

Piştî axafinan, Koma Ararat govendên folklorî gerandin. Bi heman armancê endamên Nivîsgeha Jinan a PYD’ê ya Hesekê serdana bendên kontrolê kirin û gul û şêranî pêşkêşî Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Endama PYD’ê Sebah Reşîd axivî û got: “Em vî roja cîhanê li tevahî jinên cîhanê, bi taybet jinên têkoşer ên ên ji bo bi şev û bi roj ji bo vî welatî dixebitin, pîroz dikin.” Li aliyekî din, Nivîsgeha Jinê ya Şaredariyan a Hesekê pêşbaziyeke ji endamên şaredariyê re li dar xist. Pêbazî ji pêşiya Navenda Çandê ya Serdem dest pê kir li çerxerêya Sebax bi dawî bû.

Başûr 

Rêxistinên Jinan ên li Başûrê Kurdistanê wê bi boneya 8’ê Adarê li gelek herêman çalakiyên cûr be cûr li darbixin. Komeleya Afretan ya Kurdistan a ser bi Hizba Komûnîsta Kurdistanê wê roja 5’ê Adarê der barê hişyarkirina nexweşiya pencêrê de, semînerekê li hola Azadî ya bajarê Silêmaniyê li dar bixe.

Endamên Tora Hevbeş ya Rêxistinên Jinan, wê di 5 Adarê de serdana gora Şinyar bikin û peyamên rêxistinan werin xwendin. Piştî wê serdana gorên jinên bê nav yên li Girê Seywan ya Silêmaniyê bikin.

Yekîtiya Jinên Kurdistanê ya ser bi YNK’ê wê di roja 8’ê Adarê çalakiyek li ber derê hola Tewerî ya bajarê Silêmaniyê lidarbixe. Di çalakiyê de wê kuştina jinan were şermezarkirin.

Komeleya Afretan ya Kurdistanê a Hizba Komunîsta a Kurdistanê, bi hevkariya rêxistinên din ên jinan, dê di 10’ê Adarê de pêşangehek karê dest û çêkirina xwarinên kurdî li dar bixe. Pêşangeh wê li Baxçeyê Tora Rêxistinan a Silêmaniyê were vekirin.

Di 12’ê Adarê de li Silêmaniyê dê panelek bi tevlîbûna jinên her çar parçeyên Kurdistanê li ser rewşa jinan ya li Kurdistanê were dayîn.

Jinên Hizba Zehmetkêşan ya Kurdistanê bi hevkariya Tora Rêxistinan wê pêşangehek karê destê jinan veke. Pêşangeh 10’ê Adarê li Silêmaniyê tê vekirin.

Li Silêmaniyê mîtîng pêk hat 

Li Berdeqareman ya Silêmaniyê şahiya pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê pêk hat. Bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Têkoşer li devera Berdeqareman a Silêmaniyê şahiyek lidar xistin. Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.