3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengê zindî: Hesen Zîrek

Hunermendê navdar Hesen Zîrek ê bi ‘Ey Nîştimanê Kurdistan’ tê naskirin,beriya 51 salan bi nexweşiyekê koça dawî kir. Hesen Zîrek li pey xwe çandek, arşîvek hêla û hê jî denge Zîrek zindî ye

Hunermend Hesen Zîrek, di sala 1921’ê de li gundê Hermêlê yê Bokan a Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye.  Gava hê biçûk bûye bavê wî miriye. Piştî dayika wî dizewice, ji neçarî ji gundê xwe dûr dikeve. Zîrek di 12 saliya xwe de terka Bokanê kiriye û çûye bajarê Seqizê. Di 15 saliya xwe de dîsa vegeriyaye Bokanê, lê vê carê li wir pir nemaye û ji bo ji xwe re karekî peyde bike çûye Tewrêz û Tehranê. Di vê navê re Zîrek gelek zor û zehmetî kişandine. Di gelek karan de xebitiye. Hema bibêje tu kar nemaye nekiriye. Zîrek di xortaniya xwe de ji karkerî û şivantiyê bigire di gelek karan de şixuliye. Piştî demekê ji Tewrêzê berê xwe daye Başûrê Kurdistanê. Li wir li bajarê Silêmaniyê li taxa Dergezên bi cih û war bûye. Navê bavê wî Ebdullahe, navê dayîka wî jî Emîne ye. Dema ku bavê wî li gundê Hermêle li cem axayê gund dimîne ji ber jêhatina xwe navê Zîrek lê tê kirin. Ev nasnav bi Hesen ve jî tê kirin û tê gotin Hesen Zîrek.

Vedigere Îranê û li radyoya Tehran dixebite

Hunermend Hesen Zîrek ku 51 salan jiyan kir, gelek stran  çêkir û li ser radyoyên Iraq û Îranê tomar kir. Zîrek yekem stran a xwe di sala 1953’yan de li ser Radyoya Bexda tomar dike û êdî dengê wî sînoran derbas dike. Li Bexdayê nêzî 70 stran ên kurdî tomar dike. Li her derekê stran ên wî tên belavkirin û guhdarkirin. Piştî sala 1958’an Hesen Zîrek carek din divegere Îranê, diçe li Tehranê li ser radyoya Tehran beşê Kurdî stran an dibêje. Li ser Radyoya Tehranê 39 stran an tomar tomar dike. Piştre di sala 1962’an de peywendî li gel radyoya Kirmaşan danî û li radyoya Kirmaşanê 83 stran ên xwe tomar dike. Zîrek berhemên xwe yên herî baş dinava wan du salan de bi rêya orkestraya Kirmaşan, bi alîkariya Mamosta Mucteba Mîrzade tomar dike.

Dengê nemir û heskirî

Hesen Zîrek li gelek gund, navçe û bajarên Kurdistanê digere, êş û zehmetiyên gelê Kurd bi çavê xwe dibîne. Ev êş û xwezaya Kurdistanê herwiha rojên netewî yên Kurdan bi gotina stran an tîne ser ziman. Zîrek resentiya Kurdî parastiye û ji herkesê re stran  gotiye. Ji bona wê ye tevayî gelê Kurd ji dengê Hesen Zîrek hez dikin û guhdar dikin.

Tevî ku xwendin û nivîsandina Hesen Zîrek nebû, lê piraniya stran  û helbest yên wî bixwene û ezbere kiriye. Wî bixwe jî mûzîk jêre derxistiye. Evjî  yekbû ji taybetmendî û ciyewaziyên Hesen Zîrek. Herwiha bûye çavkanî û rênîşander ji bo sedan hunermendan.

1500 stran tomar kiriye

Hesen Zîrek di tevahiya temenê xwede 1500 stran  tomar kiriye. Her wiha gelek helbestên helbestvanên weke; Nalî, Wefayî, Seyîd Kamil, Îmamî, Kurdî, Pîremêrd, Hêmin, Tahir Beg Caf vehuhandine û xistiye stran .

Siruda ‘Newroz’ ku li çar parçeyên Kurdistanê tê naskirin yek ji berhemên wî yên herî binav û denge ku helbesta Pîremêrde, Hesen Zîrek xistiye stran .

Dema Hesen Zîrek dibe 11 salî, bavê wî diçe ser dilovaniya xwe. Piştî wê malbata wê ji gundê Hermêle diçin bajarê Seqiz.Piştre dayîka wî dizewice, lê ev rewş bandorek mezin a neyînî li ser jiyana Zîrek dike û zehmetiyan dikişîne. Piştî ku temenê Zîrek dibe 12 sal carek din vedigere gundê xwe û li mala axayê gund dibe xizmetkar.

Di nav stranên Hesen Zîrek de ya herî bi wate û navdar “Ey Niştiman”e. Zîrek vê stranê di sala 1946’an de li ser Komara Kurdistanê (Mehabad) çêkiriye û li bara civaka Kurdî wekî sirûdekê tê pejirandin. Lewre dema ku Zîrek çûye Mehabadê pêvajo pêvajoya Şerê Cîhanê yê Duyemîn bûye û Îngilistan û Yekitiya Sovyetan li Îranê dixistin. Di wê navberê de bi pêşengiya Qazî Mihemed jî Komara Kurdistanê ava dibû ku piştî 11 mehan komar hat hilweşandin û Qazî Mihemmed û hevalên xwe li Qada Çarçirayê hatin darvekirin. Ev yek bandoreke gelekî mezin li Hesen Zîrek kiriye. Zîrek li ser vê rewşê gelek berhemên giranbuha afirandiye. Ji van berhemên giranbuha yek jê jî “Ey Niştiman” e.

“Ey netewekanî delal

Ey Kurdekan ey baskeşêr

Ey niştiman, niştimanî ciwan

Xakî Aryan wetanî Kurdan

***

Ey rozî Kurdî kaşan

Bo Kawekan li her deran

Ey rozî Kurdî ber efşan

Bo Kawekan li her teraf

***

Bo te dikoşim bi dil û bi can

Bo serkewtinî xakî niştiman

***

Ey keynekan ey lawekan

Tê dikoşim cergê qawmekan

Ey niştiman, niştimanî ciwan

Xakî Aryan wetanî Kurdan

***

Bo te dikoşim bi serkewtinî

Pêşmerge hebû lawî qehraman”

Zîrek di sala 1958’an de  li gel Medya Zendî dizewice, du zarokên wan ên bi navê Arezû û Sakar çêdibin û li sala 1971’an de bi nexweşiya penceşêrê dikeve. Piştî salekê têkoşîna bi nexweşiyê re winda dike û di 26’ê Hezîrana 1972’yan de jiyana xwe ji dest dide.

Cenazeyê Hesen Zîrek li ser wesiyeta wî li Rojhilatê Kurdistan li bajarê Bokan yê parêzgeha Urmiye dispêrin axê.