4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

NATO: Îsyana Wagnerê şaşiya stratejîk a Rûsyayê nîşan dide

Sekreterê giştî yê NATO`yê got bûyerên ku li Rûsyayê rû dan, nîşan didin ku Moskovayê bi tevlêkirina nerewa ya nîvgirava Qirimê li axa welatê xwe û bi ragihandina şer li dijî Ukraynayê, şaşiyeke stratejîk a mezin kiriye

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg di dema serdana xwe ya li Lîtvanyayê de têkildarî bûyerên dawîn ên li Rûsyayê ji rojnamevanan re axivî. Stoltenberg got: “Îsyana koma Wagnerê ya leşkerî, nîşan dide ku Moskovayê bi ragihandina şer li dijî Ukraynayê şaşiyeke stratejîk a mezin kiriye.”

Jens Stoltenberg anî ziman ku bûyerên destpêka vê hefteyê rû dane, mijareke navxweyî ya Rûsyayê ye û careke din îsbat dike ku Pûtin bi tevlêkirina nerewa ya nîvgirava Qirimê li axa welatê xwe û bi ragihandina şer li dijî Ukraynayê, şaşiyeke stratejîk a mezin kiriye.

Sekreterê giştî yê NATO`yê destnîşan kir ku berdewamkirina destekdayîna Ukaynayê girîng e.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Analina Berbock jî got bûyerên vê dawiyê yên li Rûsyayê “şikestinên mezin” di qada siyasî ya Rûsyayê de nîşan dide. Her wiha anî ziman ku rojavayî dê piştevaniya Ukranyayê bidomînin.