spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengekî bisêhr ‘Mem Ararat’

Dogan Hejar

Hêdî hêdî xewê hişê min dîl digirt lê min hêj li ber xwe dida. Di guhên min de berguhk, min li radyoyeke kurdî guhdarî dikir ku li Stenbolê weşan dikir û hin caran bi zelalî di nav dîwarên sar ên zindana Tekîrdagê de jî dikişand. Her çi qas derengiya şevê bû û stranên li gor dilê min derneketibûn jî min nedixwast radyoyê bigirim. Di wê kêliyê de ku êdî laşê min xwe radestî xewê dikir, dengê newayeke efsûnî ji berguhk hat û bîstek bi şûn de jî dengek pir aşîna lê ew çend jî nedîde bi gotina “li wargehên evînê ” ket guhê min.

Xew di wê kêliyê de têk çûbû û min deriyê bîra xwe heya dawiyê vekiribû da ku gotinên stranê ji ber bikim lê têr nedikir, diviyabû min binivîsanda jî. Min bilez û bez bêyî ku roniyê vekim, destê xwe avêt pênûsdankê, pênûsek jê girt û li rex ranzeyê romana ku min heta derengiya şevê xwendibû hilda û weke lênûsk bi kar anî. Di rewşên wisa de heqek mirov heye, lewre ger gotin neyê fêmkirin heya careke din heman stran di radyoyê de derkeve û mirov rast lê bê peydakirina gotinên wê ne gengaz e. Ji ber wê heya ji min hat, min hewl da gotinan rast fêm bikim. Ger di hicroka min de heval tunebûna, min ê ji bo jibîrnekirinê di wê wextê de rahişta tembûra xwe û heya di bîra xwe de bikola ez ê nesekiniyama.

Piştî stran qediya, bi hêviya newaya wê ji bîra min neçe, min li hember xewê ala spî bilind kir û ez razam.

Sibetirê, dema bi dengê deriyan şiyar bûm ev gotin di serê min re derbas bû “ew çi bû, çi awaz bû”. Min roman vekir, nivîs ji ber ku di tariyê de hatibû nivîsandin nedihat fêmkirin û ji newaya stranê bi tenê nakarata “dil disoje” di bîra min de mabû. Êdî ji bilî dubareyê, rasthatina stranê rêyeke din nemabû.

Min ê ku digot, guhdariya li radyo û temaşeya TV’ê ya zêde ji bo xweperwerdekirinê astengiyên mezin in, ji wê rojê bi şûn de ji hergavî bêtir bûbûm bihîzerê pêlweşê. Li gel pêlweşê her tim pênûs û lênûska min a stranan amade bû.

Piştî rojekê ne ew stran lê belê straneke din a heman kesî giyana min dilerizand “li deşt û çiyan, li zozanan, li gund û li bajaran” û rojeke din jî bi strana “Zana û Andoq” dibû mêvanê hicroka me. Min hê navê xwediyê wî dengê bisêhr nizanîbû û di axaftina telefonê yekê ya bi malbatê re, min ji kekê xwe pirsa hunermendekî nû ku li gel tembûrê stranên xwe dibêje kiribû lê wî jî tê dernexistibû ku ez qest û alaza kîjan stranbêjî dikim.

Demeke dirêj bi meraq û tatêlê boriya û rojekê di rojnameyê de li gel wêneyekî wî nivîsek der barê wî de hebû. Ez êdî him bi navê wî hesiyabûm û him jî min ew dîtibû: Mem Ararat.

Belê Mem Ararat bû, yê bûbû dengê “rêwî”yên bi dehan sal in ji bo welatekî azad bi rê ve diçin; ew bû qîrîna sot û soja dilên bibirîn û ew bû vegotina “bîranîn”ên divê qet ji bîr nebin…

Niha albûma xwe ya nû ya bi navê Pesna Evînê derdixe, her hefte stranekê diweşîne. Bi sedhezaran hezkiriyên wî ji bo guh bidin stranên wî yên nû, roj û saetan dijmêrin. Mem navekî din ê serkeftinê…