spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li ser jiyana Mihemed Arif Cizîrî çend pirs

Mefer Kurdil

Me der barê jiyana hunermendê hêja Mihemed Arif Cizîrî de, bi nivîskar Konê Reş re sohbetek kir û xwest derheqê jiyana hunermend Mihemed Arif Cizîrî de çend tiştên taybet ên li ser torên civakî hatine belavkirin ji Konê Reş bipirsin. Me xwest, ew Mihemed Arifê ji aliyê gelek kesan ve bêtir weke stranbêjê eşqê û tenê li ser dilan kilam gotine derdikeve pêş, bi çend pirsan ji kilam û stranên wî wêdetir li ser ked û hezkirina wî ya kurdî û welêt bisekinin.

Botan keleha ziman bû

Der barê vê mijarê de Konê Reş wiha dibêje: “Mihemed Arif Cizîrî an Cizrawî, ew ê beriya 108 salan (havîna 1912’an), li bajarê Cizîra Botan, li taxa Mîr Elî çêbûye. Wek tevahiya zarokên Cizîra Botan, ji bav û kalên xwe, fêrî çîroka Memê Alan û serboriyên Mîr Bedirxan û kurên wî bûye. Li gor biryara Mîrê Botan, lazim e her kurdê bajarê

Cizîra Botan straneke kurdî bizanibe. Anku bajarê Cizîra Botan ji mêj ve keleha ziman, ferheng û rewşenbîriya kurdî ya giştî ye. Ji ber kurdewariya xelkê wê, di heyama komara Kemalî de, bi tundî şerê wan hat kirin. Di sala 1925’an de, piştî têkçûna şoreşa Şêx Seîd Efendî li Diyarbekirê, Mihemed Arif jî bi gunehê kurdewariyê digel gelek kesên Cizîrê hat girtin û zindanîkirin û çar sal ji temenê xwe di zindana Amedê de derbas kirin. Anku dikarim bibêjim; girtina wî polîtîk bû.”

Di 13 saliya xwe de tê girtin

Nivîskar Reş derheqê zindanîkirina M. Arif de van agahiyan dide me: “Ez nizanim kî pê re hatibûn girtin an îdam kirin û temenê wan çend bû. Tiştê ez dizanim hingê temenê M. Arif 13 bû û dema ew di 1928’an de, bi efûya giştî serbest tê berdan temenê wî 17 ye. Belê ew bi efûya sala 1928’an, ji ber temenê wî yê biçûk tê berdan.”

Koçkirina ber bi Duhokê ve

Konê Reş ji bo koçkirina M. Arif a ji Cizîra Botan van agahiyan bi me re parve dike: “Piştî ku ji zindanê hatiye berdan vegeriyaye Cizîrê. Ji ber hejariyê, berê xwe daye herêma Badînan, bajarê Zaxoyê. Li vir zêde nemaye, çûye Duhokê û bûye yek ji xelkê wê. Li Duhok û derdora wê wek hunermend kar kiriye. Pêre jî di koçk û dîwanên axa û began de stran gotine, piştî rewşa wî pak bûye, ji xwe re dikanek wek restorantekê li Duhokê vekiriye.”

‘Min bike bilbilê Kurdistanê’

Me xwest em rastiya vê gotinê ji Konê Reş bipirsin û bizanibin gelo bi rastî jî diyalogek wiha di navbera M. Arif û nemir Barzanî de derbas bûye ku tê gotin, “Mihmed Arif ji Mele Mistefa Barzanî re dibêje min bike bilbilê Kurdistanê” û Mele Mistefa jî dibêje, “Kuro Mihmed Arif stranên te her tim li ser eşq û meşqê ne. Te carekê li ser eşqa Kurdistanê stranek negotiye, heya ez te bikim bilbilê Kurdistanê.”

Konê Reş ji bo vê diyalogê wiha bersiva me da û got: “Li gor ku min bihîstiye kêfa Barzaniyê nemir ji kultura civakî re dihat, her wiha ji deng û stranên Mihemed Arif re. Min jî wek we ev çîrok bihîstiye; min bihîstiye ku Barzanî bi henekî lê vegerandiye, ‘tu bilbilê Xifşê yî’. Bi baweriya min, ev gotina Barzanî ne bi wateyê ye ku ew ne bilbilê Kurdistanê ye. Ji ber ku Mihemed Arif Cizîrî li ser Kurdistanê stran gotine. Wek vê stranê ku pesnê PDK dide: Partî me partî me, esasê xwe partî me, lê yadê lê yadê, Bextê te me tu bêje, ro derket ji Bexdayê, şewqa xwe da dinyayê, şer ketiye Kurdistanê, şer kiriye Barzanî, partî me partî me, bûm lawikê partî me. Ma ev strana wî ne li ser Kurdistanê ye?

Tiştên wek hev tên bîra mirov. Carekê rehmetiyê Seîd Yûsif ev serpêhatiya xwe û Dr. Kamîran Bedirxan ji min re got: Di sala 1971’ê de Mîr Dr. Kamîran Bedirxan ji Parîsê hat Beyrûdê. Ez jî, di nav kurdên Libnanê de çûm pêşaziya wî û em di civata wî de  kom bûn. Dema ku kêfa xwe ji min re anî, yekî ji civatê jê re got, Mîrê min! Seîd Yûsif stranên neteweyî nabêje. Mîr Kamîran beşişî û lê vegerand: Kurê min! Dema dibêje; Girê sîra bi sîr e, ew Kurdistan e.”

Xwedîderketina li hunermendan

Der barê rewşa xwedîderketina li hunermendên Kurdistanê jî Konê Reş wiha dibêje: “Di baweriya min de ev yek li rewşa Kurdistanê a jeopolîtîkî vedigere; dagirkirin û parçekirina Kurdistanê. Wek ku hûn dizanin, her parçeyekî Kurdistanê di pîkola serxwebûnê de ye. Hîn ew aramiya ku em li navdarên xwe ji stranbêj û dengbêjan xwedî derkevin nehatiye. Heqê tevan heye. Li vir dipirsim gelo guhdana ku bi navê Mihemed Arif hatiye kirin, wilo bi navê Gerebêtê Xaço, Kawîs Axa, Elî Merdan, Tehsîn Taha, Miradê Kinê, Şakiro û yên di bejna wan de hatiye kirin? Sebaretî guhana bi navê Mihemed Arif Holek bi navê wî li Duhokê hatiye avakirin û peykerê wî li ber dergehê wê holê bilind xuya dike. Hem jî du pirtûk li dor jiyan û stranên wî hatine çapkirin. Yek ji rex mamoste Segvan Abdulhekîm ve bi navê, Mihemed Arif Kewê Resen e, yek ji rex mamoste Ehmed Cizrawî ve, ew jî li dora stran û hunera wî ye. Xwezî me karîba li dor hemû stranbêj û navdarên xwe pirtûk berhev kiribana.”

Mihemed Arif û evîna ziman

Konê Reş li ser evîna welat a Mihemed Arif wiha dibêje: “Dikarim wilo bibêjim; her miletek bi navdarên xwe tê naskirin û dîroka gelan li ser pişta navdaran tê avakirin; çi di warê şer û cengê de be û çi di warê zanîn û pênûs û xamê de be. Mihemed Arif Cizîrî jî yek ji wan navdarên me ye. Di heyama ku zimanê kurdî qedexe bû, kesî newêrîbû bigota ez kurd im, wî 50 salên jiyana xwe ji bo gotin û strana kurdî ya orjînal terxan kir û gelek berhemên ji folklora me ji talanê parastin. Erê ew bû yê ku di mercên dijwar de, bi dûv gotina kurdî ya resen de dibeziya, ew gotin di tûrêkê xwe de diparast û tovê wê di nav gel de belav dikirin.”

Sebaretî min û Mihemed Arif dikarim bibêjim; her ku bîna min teng dibe û xwe di nav tenêtiyê de dibînim, li kovara Hawarê ya mîr Celadet Bedirxan an li dîwana Melayê Cizîrî vedigerim û pê re jî li dengê Mihemed Arif Cizîrî guhdarî dikim. Bi xwendin û guhdarîkirinê re bêhna min derdikeve; ew tenêtî û valahiya ku ez tê de me, ji hev belawela dibe û her roj lê guhdarî dikim.

Xweş li bîra min e, di sala 1968’an de, ez di qonaxa amadehiyê de bûm. Dema ku M. A Cizîrî hat Qamişloyê û li seyrangeha Gerbîs ahengek gerand, di wê ahengê de gelek stranên xweş gotin. Heta niha, ew hatina wî di nav bîranînên xelkên bajarê Qamişloyê de ye.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê