Wednesday, October 20, 2021

Zêr zane zor zane devê tivinga mor zane!

Agîd Yazar
Keştiya Alalû

…Em heta ber bi êvara teng ve jî li ser keleha Pertegê digeriyan. Ji nişkan ve keştî bi dengê hêla li tûtika xwe dixîne. Orîniya keştiyê, fena orîniya gaboxeyekî gewî û ew çend jî hêrsbûyî li ser rûberê ava bendavê ya Kebanê belav dibe. Diyar bû qaptanê keştiyê êdî zivêr bûbû. Me jî nola leza bizûz xwe ji kelê bera jêr de. Me malavayî li qaptanê keştiyê kir. Malavayiya me jî bi qasî tûtika keştiya qaptên ew çend qerase û jidil bû.

Keleheke Xaltiyan a din jî li çiyayê jora Pertegê hebû lê wextê têr nekir em derkevin li ser wî çiyayê bilind. Ez di dilê xwe de dibêjim, de bila ev keleha hanê jî bimîne ji careke din re û em ber bi Dêrsimê ve dikudîne.

Çaxa em di ser wê pira Gulistan Doku ya cara dawî li ser wê hatibû xuyakirin derbas dibin, henase li min diçike. Wêneyê serbazê tecawizkar ê bi navê Mûsa Orhan li ber çavên min diçe û tê. Xwedê! Ez nizanim bê ka me çi xerabî bi te kiriye!..

Roj çûye ava. Em li navenda bajarê Dêrsimê, li devê çemê Mûnzûrê, li mekanekî xewle rûdinên. Mekan, di nav daristaneke kulx û darên sedsale de bû. Ji nav daristana kulx, şîreşîra mehşerî ya teyrikên ji hev cuda, qiyamet radikir. Wîtewîta çivîkên biçûk, tev li qixeqixa teyrên mezin dibû û senfoniyeke ji zimanê xwezayê li hev digofilî. Yek caran ji nişkan ve xirmînî bi daristanê diket û yekoderb bi hezaran teyr û tilûr difiriyan. Ewan teyrikan her wekî biyaniyên nola me ku li vî bajarê pîroz bûbûn mêvan, wan bisilavîne wanî bi fesal li ser serê me doş dibûn û cardin nola perçeyek ewrekî cûn ê tarî dinizilî daristana xwe ya ji wan re bûbû meskenê lûsê û careke din dest bi venûhûrandina xwe ya mehşerî dikir.

Li hêlekê şewqa lampên zer ên tîr, li ser ava çemê Mûnzûrê diteyisî. Li hêla din jî ji her mekanê li qiraxa çêm, sewta stranbêjên dêrsimî, tev li wîlewîla teyrikên nas ên bêfesal dibû lê ewan teyrikan tevdekan bi zimanê xwe dixwendin. Sed mixabin, pirên stranbêjên dêrsimî ne bi zimanê xwe, bi zimanekî biyanî distrandin.

Me pê nizanîbû ka gelo bêşik em di wî şewlê Mûnzûrê de, li mekanekî xewle rûniştînin, yaxwud em di nav meselokên pîrejineke çîrokbêj de ne.

Ji ekîba me hevalek li naseke xwe ya ji Dêrsimê bû geriya. Haha ma, qîzeke ciwan, bejinkurt, ji nav dar deviyên mekanê em lê rûniştîbûn, derket hat. Qîzika dêrsimî, di nav kiresekî sor ê gulgulî de, nola gilokek pembo dixuya. Bi vekenîneke nola pîşo nermik, ber bi maseya me ve hat û destê xwe dirêjî me kir: “Selam! Ez Pinar…”

Çaxa Pinara şîrînok destê xwe dirêjî me dike, te digot qey dilê xwe jî daniye li ser kefa destê xwe; ewqas ji dil bû. Heke meriv şerm nekira, meriv ê ew ji xwe re daniya ser masê û nola kîvroşkeke kedî ji xwe re pê şabiba. Xwedêyo. Merivên dêrsimî çiqas ji dil in, çiqas henûn in û çiqas xerîbdost in!

Sibê êvarê, hina Pinara dela e. Roja dîtir jî daweta wê ye. Hemû kar barê daweta xwe daye alîkî, hatiye bi me re eleqedar dibe. Piştî em çayekê duduyan bi hev re vedixwin û şûn ve, Pinar nifteyekê dirêjî me dike, dibêje: “Cihê hûn ê îşev lê bimînin, filan der e” û em tevra dibin. Li rabûnê, ez têderdixim Pinara ku çaxa vedikene kulîlk li ber kenê wê şîn tê, destekî wê seqet e. Çizînî ji dilê min tê. Xwedê! Ma meriv vê ferîşteyê ji destekî wê mehrûm dihêle?

Çaxa em ji hevdu vediqetin, Pinar ji me dipese: “Sibê hûn ê bi ku de biçin?”

Em dibêjin, em ê herin bajarê antîk ê Ribatê.

Pinar li me vedigerîne, dibêje: “Li xwe miqate bin. Ez û destgirtiyê xwe yê ku sibe ne du sibe em ê bi hev re bizewicin, li cihekî wanî em ji xwe re derketibûn seyrangehê. Em ji hêla sîhayan ve hatin bombebarankirin. Em ji mirinê filitîn. Ez ji destê xwe birîndar bûm. Binerin! Ev destê min ji wê bombardûmanê wanî seqet ma.”

Li min wa hat, min got qey guleyek li serê min ket û pîstika mejûyê min ji hev belav bû. Gava Pinarê qala wê karesata bi serê wê de hatibû dikir jî lê dîsa jî çîçikek ji vekenîna li ser rûyê wê kêm nedibû. Ma ez çi bibêjim Pinara delal!? Bila ev çend reşbelekên hanê, diyariya min bin ji bo daweta te karxezal û te qumriyê be!..

Çûyîna Ribatê

Ev bajarê antîk ê Ribatê 30 km li başûrrojavayê Dêrsimê ye lê bi fira teyrekî, ango di riya çolebir re derdora 10 km dûrî Dêrsimê ye.

Li du-sê cihyan me riya xwe wenda kir. Di rê de em di kêleka çend gundan re derbas dibin. Gund jî hema çi gund! Ji her gundekî du-sê mal an lê hene yan tune ne. Li wan malên heyî jî bedîademiyek lê nayê dîtin. Ji bo em riya Ribatê bipirsin, em li ber malekê disekinin. Kesek xuya nake. Li ser navê giyandaran tenê em çêlekek bi dareke mazî ve girêdayî ye dibînin. Gava pêjna me bi ser çêlekê dikeve, di ser hustê xwe re difitile li me dinêre. Gurzek rêsî di devê wê de wanî zîq li me dinêre. Gurzê rêsî, wanî nola zir-simbêleke terikî di vî alî û li wî alî devê wê re pijiqîbû der. Xwedê dizane tiştek ji me neket serê çêlekê. Loma jî piştî nîvbîstikekê vêket bi bêminetî û wilo jî bi bêxemî hêdî hêdî devê xwe li hev bir û anî û li gurzê rêsiyê di devê xwe de likijî.

Hasilîkelam bi duayên derwêşan, bi tirên gamêşan dîsa em li ser riya xwe ve dibin. Heta jorê em diçin. Paşê tabelayeke gupyayî û zingarokî derdikeve pêşberî me. Berê tabelayê li çolbeyariyê bû. Kêleka wê ya gupyayî jî li riyeke berbijêr ve bû. Em jî bi gura kêleka wê dikin û ber bi newalê ve berjêr dibin.

Rê, li bin darên tûyan ên sedsale diqede. Her darek ji wan darên tûyan, hezar pez dikarîbûn li bin siya wan mexel bihata.

Di nav çavên daran re, tenê du mal dixuyên. Ji mala nêzîkî darên tûyê, zilamek derdikeve tê me pêşwazî dike. Piştî silavdayînê ez navê zilêm hîn dibim, navê wî Elî ye. Piştre ez navê kûçikê Elî yê li ber siya tûyê ramedandî dipirsim, navê kûçikê wî jî Hirço ye. Heta ekîb qamerayên xwe û alavên xwe yên din derdixin, ez bi Elî re jî û bi kûçikê wî Hirço re jî dibim dost û tew ez bi Hirço re çend selfiyan jî dikişînim.

Bajarê Ribatê yê antîk

Di sala 2013’an de zanîngeha Eren a Bedlîsê li keleha Ribatê dest bi kolandina arkeolojiyê dike. Di encama vê kolandinê de, li herêma Dêrsimê cihê arkeolojîk ê herî mezin tê kişifkirin. Firehiya qada cihwarbûna keleha Ribatê, bi qasî sê qadên fitbolê mezin e.

Keleha navendê li ser kelateke bilind a di sêkuçikiya sê newalên kûr de ye, hatiye avakirin. Tunelek di zikê tahtî de kolandine û derketina li serê kelehê, encax bi wê tunela bi pêpelok mimkûn e. Tunela xetimandî jî ji bin vê tunelê xwe berdide heta devê çem, tê dîtin heye. Li ser lûtkeya kelehê, cihê agirgedehê heye. Ew agirgedeh, bi mebesta îşaretê bide kelehên li derdora Mazgîrtê, hatiye bikaranîn. Kelehên li derdora Mazgîrtê bi qasî 40 km dûr e lê dîsa jî bi çav tê tevsilandin. Di asgehên derdorê de, gelek tirbên bîrdarî, di tahtî de hatine kolandin tê dîtin. Dîsa pireke nola bazinekî heye. Piştî sê hezar salan hîn jî li ser piya ye. Di berdewamiya pirê de, riya ji kela Ribatê dest pê dike, heta keleha Tûşpayê diçe tê dîtin. Niha ev pira Xaltiyan, yekane derbasoka ji bo pezkoviyên biesil ên herêma Dêrsimê ye. Restorasyoneke pir baş ji vê pira dîrokî re ferz e. Yan na, ew ê di demeke nêzîk de hilweşe û wênekêşên xwezayê, ew ê nema bikarbin wêneyên niwaze yên ku dema pezkovî li ser vê pirê poz didin wan bikişînin û raberî hezkiriyên xwe yên xwezaparêz û dîrokhez bikin.

Ribat, bi mebesta hilberîna sîlehên cengê yên hesin hatiye avakirin. Ev bajarê antîk, li derdora sê hezar sal berê ji hêla pêşiyên kurdan Xaltî-Ûrartûyan ve hatiye çêkirin. Bê çawa roja me ya îroj, dewleta super hêzdar a Amerîkayê li herêma 51’emîn sîleh û teknolojiya herî pêşketî, bi awayekî veşirtî hildiberînin. Çima veşartî? Lewra neyarên DYA’yê ango Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, henin. Ev dewletên neyarên Amerîkayê, yên wekî Rûsya û Çînê hene û Amerîka naxwaze ev dewletên neyar ên super hêzdar bi sira wan bizanibin.

Ger em derkevin rêwîtiya dem û dewranan/time travel, sê hezar sal berê li Mezopotamyayê dewleta Asûr a super hêzdar hebû. Heta meriv dikare bibêje ev dewleta Asûr, xezeba xwedê bû! Lewra, ev dewleta hanê ya Asûrên ji qewmê samî, mîrasxwirê Akadiyan bûye û akadî jî li derdora çar hezar û 250 sal berê ji parzemîna Afrîkayê hatine xwe li welatê Gûtî û Somerên hevnijad girtine. Gûtî û Somerî, hevnijad in ên niştecihên zagrosî yên bingehîn in lê Asûrên samî, di nav demajoyê de dibe sebeba têkçûna gelek şaristaniyên pêşiyên kurdan ên wekî Gûtî, Somerî, Mîtanî, Hitîtî û Xorrî/Horrî.

Eşîrên van şaristaniyên pêşiyên kurda yên ji ber xezeba Asûrên samî filitîbûn, tevdekên wan li welatê sar ê jorîn, ango li Serheda îro li hev dicivin. Yê pêşengiyê ji wan re dike û tifaqa yekitiyê di navbera van eşîran de pêk tîne jî mîrê Xaltiyan ê bi navê Lîtûbrî yê zanemend ê bavê Sardûriyê yekem bûye.

Piştî vê tifaqa xurt a di navbera eşaîrên kurdên hingê de, êdî pergala dewletbûnê tê avakirin. Ji xwe re li dor oleke neteweyî dicivin û motîve dibin. Navê seryezdanê wan jî Yezdan Xaltî bûye. Paşê li derdora Xarpêt, Çewlik û Dersimê lanên hesin kişif dikin. Bi vê kifşa niwaze re, serdemeke nû dest pê dike: serdema hesin! Di cîhanê de cara ewil pêşiyên me Xaltî hesin dibînin û hildiberînin. Heta ji wan tê, hilberîna hesin, nola eyaleta Amerîka ya 51’emîn Xaltî jî li deverên nepen û xewle dest bi hilberîna hesin dike.

Dîtina Asûrên gewî dibîne ku Xaltiyên neyarên wan, sîlehên ji hesin hilberandiye lê di destê Asûran de jî sîlehên cengê yên brons hebûn û Asûran dikir nedikir, nikarîbûn bi sîlehên hesin re şer bikirana. Gava şûrê hesin li şûrê brons diket, şûrên birons dibû du qet lê xumûm nedihat li ser şûrê hesinî. Bi vî awayî 300 sal, Asûran nikarîbû zendê Xaltiyan bitewanda.

Piştî Xaltiyan jî û heta sed sal berê jî ev sê hezar sal in ku benîademî miqîm hesin, ji van lanên hesin ên Ribatê hildiberandin.

Gava em li nav kavilên Ribatê digerin, ji her çend gavan em li seriyek keşala hesinê nîvhelandî rast dihatin. Ez bi xwar ve têm radihêlim perçeyek hesinê nîvhelandî. Hesinê ji ber destê hosteyên Xaltiyan maye, ez di destê xwe de dibim û tînim. Di xeyalên xwe de ez ewil diçim muzexaneya Wanê ya Xaltî-Ûrartûyan. Şûrekî Xaltiyan li muzexaneya Wanê hebû. Li ser wî şûrî bi zimanê Xaltî nivîsandibû ŞÛRÎ! Sura bayekî şîrgermî li ser min dixîne. Ez di gerîneka rabirdûyê de werdibim. Xwe di tuneleke bi şoq û lempeyên nola ronkahiya lazerê de dibînim. Ew lempeyên di rengê keskesoran de, dezîk dezîkî, tîrêj tîrêjkî li vî alî û li wî aliyê min, ji hev vedizeliyan diçerixîn diçûn û ez ber bi dem û dewranan ve kaş dikirim.

Dengê hevalên qameraman, Selcan, Apo û Zozan tê min. Dibêjin: “Mamoste êdî em hatin dawiya bernameyê. Gotinên xwe yên dawî bibêje û xatirê xwe ji temaşevanan bixwaze!”

Ez dinêrim berê qamerayan li ser min e, heval li benda min in. Ez li wî kulçeyê hesin ê di destê xwe de dinêrim. Bi mebesta xatirxwestinê jixweber ev gotina pêşiyan ji devê min dipeke: zêr zane, zor zane, devê tivinga mor zane!

Naveroka berêLêgerîn
Naveroka ya piştî vêHişê azad neteweya azad ava dike

Naveroka ya piştî vêLi ser jiyana Mihemed Arif Cizîrî çend pirs