Yekşem, Nîsan 11, 2021

Lêgerîn

Em li tiştekê digerin, li gewherekê, li wateyekê, li îspatekê… Em tev lê digerin, reng e ku li heman tiştê digerin lê bi wesfên cuda, bi navlêkirinên cuda û bi terîfên cuda; tiştek ku me li nav hûrgilî û tevliheviyên rabirdûyê winda kiriye, yan jî em di vê baweriya windakirinê de ne. Belkî ji bo me hinekan ne windakirin be bes ji me hatibe dizîn an jî hatibe veşartin. Em li çi digerin û çima lê digerin? Bersiva ‘çi’yê têkilhev e. Dema me ew dît hingê em dikarin navekî lê bikin û pirsa der barê ‘çi’yê de ji holê rabikin. Famdarî ye! Lê ka çima! Ev lêgerîna me belkî mîrat be ji dîroka me, yan jî qeder be ji erdnîgariya me. An jî hema arketîpek be ji pêşiyên me, wek a zimanzanên ku ketin pey zimanê destpêkê yê aryenî, wek a wergêrên suryanî yên ku bi sedan salan li çol û newalên Mezopotamyayê ketin pey peyama winda, wek a alimên Beytul Hikmeyê yên wate-ger, wek a cihûyên ku razên Kabalayê kêlî bi kêlî li hev kirin û hemû lêgerên din…

Ji bo bersiva ‘çima’yê îhtimalek jî di hizra neteweperweriyê de xwe dide nîşan ku Anthony D. Smith di Mît û Bîranînên Neteweyê de vê îhtimalê di serê mirov de bi cih dike. Camêr, ferqa navbera modela rojava û rojhilat a neteweperweriyê wiha destnîşan dike: Di navenda modela rojava ya neteweperweriyê de sînorê neteweyî, qanûn û saziyên neteweyî, wekheviya hemwelatiyan a li pêş qanûnê û yekitiya civakeke polîtîk heye. Berovajî vê, modela rojhilat bala xwe dide koka etnîk û girêdanên çandî.

Di modela rojhilat de çalakî û tevgerên gel ên girseyî girîng in ku ew jî bi vejandina çanda gel a ji nû ve keşifkirî derdikeve holê. Vêca yên wê keşfê dikin jî entelektuelên bajarî ne, anku zimanzan in, dîroknas in, etnograf û ferhengnas in. Vêca li gor tespîta Smith em şîrove bikin; dibe ku sedema wê azweriya me ya lêgerînê ji pêwîstiya xwe girêdanê tê, aîdbûna bi kok û rehekê, yekbûna bi paşerojeke qedîm û şêlû. Girêdaneke wisa ku erka ve-sazkirina kok û girêdana qedîm bîne cih û pê re jî bibe hecetek bikêrhatî ji bo livandina civaka bêlebat. Lewre, wek tê zanîn, mixabin em dereng gihîştin rawestgeha neteweyî û ji ber vê derengmayînê jî hîseke nîvco, kêmasiyeke watedayînê û liberxweketineke neçar ji me venaqete.

Her çi be jî sedem, bayê lêgerînê ji me venabe. Hin ji me li destxetan digerin, li tomarên kaxizan. Ji wan tomarên berdest cudatir, ji wan wêdetir. Li kakilekê digerin, li fikrekê û bûne muhtadên kaxezên rizî. Bi rengê kaxezên zerbûyî, hibra belavbûyî û nivîsa beqembûyî aramiyê digerin. Her çiqas li ber destê me bi têra hejandina cîhanê kelamên xurt, kaxez û nivîs, bawerî û fikr hebin ku lêgerên pêş me ew dîtibin û nexşe li ser xistibin jî dîsa lêgerîna me berdewam e. Hin ji me li argumanekê digerin di nav anektodeke dîrokî de, li nîqaşeke qedîm, li destpêka destpêkekê digerin. Hin ji me di paşerojekê de çik bûne, her wekî li dorhêlê çemberek hatibe kişandin. Li pey hesabên duh in, hesabên nîvco. Li pey pirsa pûç a kî heq, kî neheq in.

Em ketine pey peyvên jibîrbûyî, bi tirsa ji nû ve windakirinê. Em timî hewl didin ku peyvên êdî li ser zar û zimanê me nagerin bi bîr bînin û tînin bîra hev. Bi satilan ji bîrdankên takekesan dikişînin jor û direşînin li ser erdê ku meyla wê ber bi zuhabûnê ve ye. Em li wargeheke çanda qedîm digerin: Ji me hin kes xezîneya Êzdiyên koçber ên Yêrevanê tesnîf dikin, qîmeta wan a li bazara îro dihesibînin; hin ji me li welatên bejî yên wek Xorasanê meydana cirîtê dixwazin û mizgîniya birayê me yê winda yê di temenê kal de didin; hin ji me jî berê xwe didin labîrentên arşîvên biyanî û tê de li şopa tişteke binas, li sûretekê digerin. Belê gera me berdewam e, ya bi xêr!

Divê em bînin bîra xwe ku rastiyeke tahl jî heye: her ku em bi vî awayî bi paşerojê re mijûl in û bi xewnên xweş ên vê nostaljiya şîrîn sermest in, ji hêlekê ve îro li ber me diherike û ji hêla din jî siberoj bi ser me de tê.

spot_img