28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Denîz Kaya: Sê hevrêyên me biplan hatin kuştin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, derbarê zext û tundiyên li girtîgehên Tirkiyeyê û mirina 3 girtiyan de daxuyaniyeke nivîskî dan û bertek nîşanî mirina girtiyan dan. Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye, li ser navê girtiyan Denîz Kaya daxuyaniyeke nivîskî daye û bal kişandiye ser hovîtiya li girtîgehan û kuştina girtiyan. Kaya, di daxuyaniya xwe de banga hesabpirsînê kiriye.

Tevahiya daxuyaniya Kaya wiha ye:

“Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di serî de berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê, berxwedana bêeman-bênavber a gerîla ya li Zap, Avaşîn û Metînayê û Şervaniya Rûmetê ya li zindanan, çeteya AKP-MHP’ê tengav dike ku rêxistiniya faşîst a NATO’yê ya li Kurdistanê ye. Rejîma faşîst a ku tengav bûye, ji bo xwe ji vê hilweşînê rizgar bike, bêhtir êrîşkar bûye û êrîşî gelê Kurd û gelên herêmê dike. Rejîma AKP-MHP’ê ya mêtinger-dagirker û faşîst ku qirkirina fîzîkî û çandî ya kurdan ji xwe re kiriye armanc, ji bo vê armanca xwe pêk bîne hemû nirxên mirovahiyê bin pê dike, ji zarokan heta bi ciwanan, ji jinan heta bi extiyaran, ji xwezayê heta bi çandê bi temamî dixwaze kurdan îmha bike. Tecrîda giran û êşkenceya li Rêber Apo tê kirin, astengkirina hevdîtina bi malbatê û parêzeran re, bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer ên li dijî gerîla, hovîtiya li cenazeyên şehîdan û goristanan tê kirin, zext û zordariya li ser gel a ji bo tepisandinê, bêrûmetiya teslîmiyetê ya li zindanan tê ferzkirin, êşkence û îzolasyon, talankirina xwezaya Kurdistanê rûyê rast ê çeteya AKP-MHP’ê ya faşîst radixe pêş çavan.

Fermanên mirinê yên Saziya Tipa Edlî

Rêxistina çete ya AKP-MHP’a faşîst ku ji aliyê çandî, civakî, siyasî û leşkerî ve têk çûye, ji ber ku xwe li têkçûnê ranagire mîna li her qadê li zindanan jî polîtîkayên hovane dimeşîne. bo vê jî her rê û rêbazê dixe dewrê. Ji bo vê jî çeteyên faşîst-nijadperest ên di bin sîwana Wezareta Edaletê de hatine perwerdekirin û dûrî ji edaletê ye, rêveberiyên girtîgehan ava dike û bi rêya van rêbazan êrîşî şoreşgeran dike. Asta êrîşê ne tenê li nava girtîgehan dimîne, her wiha nexweşxane jî weke amûrek ji şerê taybet tê bikaranîn û tedawiya şoreşgeran bi bêrûmetiya tê ferzkirin tê astengkirin. Her wiha saziya jê re Saziya Tipa Edlî tê gotin, li gorî fermanên ji qesrê werdigire, ji bo şoreşgerên bi nexweşiya giran ku rapora ‘nabe li girtîgehê bêne hiştin’ heye, rapora ‘dikare bimînin’ fermana mirinê dide û dibe şirîkê vî sûcê hovane.

Biplan 3 hevrêyên me kuştin

Di nava sala 2022’an de gelek hevrêyên me ji ber kiryarên hovane yên çeteya AKP-MHP’ê ya faşîst şehîd bûn. Herî dawî 14’ê Tebaxê li Girtîgeha Hejmara 1’ê ya li Xarpêtê Îbrahîm Yildirim, 15’ê Tebaxê li Girtîgeha Espiye ya Gîresûnê Mehmet Candemîr û 18’ê Tebaxê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Rihayê Bazo Yilmaz hatin qetilkirin. Di nava 5 rojan de 3 hevrêyên me ji aliyê çeteya AKP-MHP a faşîst ve bi zanebûn û bi plan hatin qetilkirin.

Divê hesab bê pirsîn

Berpirsyarên bingehîn ên van komkujiyan; çeteya faşîst a AKP-MHP, Wezareta Edaletê, Saziya Tipa Edlî, hevkarên çeteya AKP-MHP’ê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û CPT ne. Di serî de malbatên girtiyan divê hêzên şoreşger-demokrat-sosyalîst ên li Kurdistan û Tirkiyeyê li ber vê hovîtiyê bêdeng nemînin, li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî hesab ji berpirsyaran bipirsin û rola xwe ya dîrokî-civakî pêk bînin. Serhildan û berxwedaneke topyekûn wê hem derba daawî li çeteya faşîst a AKP-MHP’ê bixe û hilweşîne, hem jî bibe gaveke mezin ji bo xwedîderketina li hevrêyên li zindanan li ber xwe didin. Êdî her kes zane ku sîstema tecrîd û êşkenceyê destpêkê li Îmraliyê kete meriyetê û li tevahiya civakê hate belavkirin. Em bang li gelê xwe yê bi rûmet û sazî, hêzên şoreşger-sosyalîst-demokrat dikin ku ji bo bidawîanîna li vê hovîtiya li zindanan, bi dengekî bilind li ber êşkence û tecrîda li ser Rêber Apo rabin û li her qadê têkoşînê geş bikin.

Li ber xwe dan û teslîm nebûn

Hevrêyên me Îbrahîm Yildirim, Mehmet Candemîr û Bazo Yilmaz li dijî tecrîd û êşkenceya grian a li zindanan, li gel nexweşiyên xwe yên fîzîkî jî bi rûmetî li ber xwe dan û teslîmî rêxistina çete ya faşîst a AKP-MHP’ê nebûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku li ser xeta serketinê ya şehîdan meşa têkoşîna bi rûmet dewam bikin. Di şexsê hevrêyên xwe Îbrahîm, Mehmet û Bazo de şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêz û minet bi bîr tînin.”