12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tirkiye careke din êrîşî Til Rifatê kir

Tevî bertekên ku jê re tên nîşandan jî Tirkiye êrişên xwe yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û li herêmê komkujiyan pêk tîne. Di saetên nîvro de Tirkiyeyê li navçeya Til Rifatê ya kantona Şehbayê êrîşeke hewayî pêk anî. Di êrîşa Tirkiyeyê de 3 welatiyan jiyana xwe ji dest da û jin û zarok jî di nav de 5 welatî jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) derbas kiriye, welatiyên ku jiyana xwe ji dest dane navê yekê ji wan Reşîd Elîko (28) ye û nasnameya welatiyê din jî hê nayê zanîn.

Navên birîndaran jî wiha ne:

*Hisên Murad Qerokî (13)

*Fatima Osman Mamo (21)

*Menan Reşîd Hisên (57)

*Egîd Fexrî Şêxo (32)

*Semîr Ebdulqadir Reşo (31)

*Zûhêr Ebdurehman Mihemed (36)