spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Depoyên çekan ên hikumeta Sûriyeyê teqiyan

Li Şamê di depoyên moşekan ên hêzên hikûmeta Sûriyeyê de teqîn pêk hat.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku şeva duşemê li Şamê di depoyên moşekan ên ‘Lîwa 81’ a girêdayê Firqeya 3’yemîn a hêzên hikumeta Sûriyeyê de teqîn pêk hatiye. SOHR’ê da zanîn ku teqîn bi qasî 4 kîlometreyan dûrî navenda herêma Rehîbiya ya Şamê pêk hatiye û di encamê de ziyanên madî çêbûne. Têkildarî kuştiyan agahî nehatin parvekirin.

Li gorî SOHR’ê, devera ku teqîn lê çêbûye ji sala 2006’an ve di bin kontrola Hizbullahê de ye û hebûna hêzên hikumeta Şamê şeklî ye. Ji vê demê ve li herêmê depoyên çek û moşekan ên Hizbullahê hene.