28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Der barê Serokê Baroya Amedê de lêpirsîn hat destpêkirin

Der barê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û du parêzerên din de bi îdiaya “gef li dozger xwarine” lêpirsîn hat destpêkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Amedê li ser îfadeyên Umît Akbiyik lêpirsînek dabû destpêkirin û di 25’ê nîsanê de operasyona ku navenda wê Amed bû li 21 bajaran hat lidarxistin. Di çarçoveya lêpirsînê de rojnamevan, parêzer, hunermend, siyasetmedar û welatî hatibûn binçavkirin. Dema îfadeyên binçavkiriyan li edliyeyê dihat wergirtin, hin parêzer têkildarî binçavkirina dirêj a li nezaretxaneyê bi dozger re hevdîtin kiribûn. Ji ber vê hevdîtinê der barê van parêzeran de lêpirsîn hat destpêkirin.

Lêpirsîn bi îdiaya “gef li dozger xwarine” der barê Serokê Baroya Amedê Nahît Eren û parêzer Bunyamîn Şeker û Gurbey Ozbey Oner de hat destpêkirin.

Sekinandina li ber dozgeriyê kirine gef!

Bi hinceta ku îtîrazî şert û mercên binçavkiriyan tê de mane hatiye kirin, lêpirsîn hatiye destpêkirin. Parêzerên Bunyamîn Şeker û Gurbet Ozbey Oner ên di çarçoveya operasyonê de hatibûn binçavkirin jî bi îfadeya midûriyeta polîsan daxilî lêpirsînê hatin kirin. Şeker û Ozbey piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan, bi hinceta li ber dozgeriyê rawestiyabûn ev yek wek sûc hat dîtin. ,

Derbarê Serokê Baroyê Nahît Eren, Bunmyamîn Şeker û Gurbet Ozbey Oner jî derbarê dozger de bi hinceta “wezîfeya xwe xerab bikar aniye” serî li Desteya Dadger û Dozgeran dan û gilî kirin. 11:37 24.08.2023

‘Dozger dixwaze me krîmînalîze bike ‘

Serokê Baroyê Nahît Eren têkidlarî lêpirsîna derbarê wan de hatiye destpêkirin ji ajansa me re axivî û da zanîn ku wan şert û mercên xerab ên binçavkiriyan ku têde diman ji dozger re gilî kirine û di wan rojên operasyonê de gelek caran bi dozger re hevdîtin kirine û lê pirsgirêk nehatiye çareserkirin. Nahît Eren anî ziman ku dozger bûyerê manîpule kiriye û dema wî hevdîtin kiriye gelek serokên baroyan jî li gel wî bûne û wî tiştek xerab ji dozger re negotiye. Eren destnîşan kir ku ji bo dozger kêmasî û bêûsûliyên xwe yên di çarçoveya lêpirsînê de piştperde bike xwe xistiye rewşa mexdûriyetê. Eren anî ziman ku di çarçoveya lêpirsînê de ji zêdeyî sedî kes hatibûn binçavkirin û tenê bi dozgerek lêpirsîn hatiye birêvebirin û binçavkirî 4 rojan di binçavan de hatin hiştin. Eren destnîşan kir ku dozger dixwaze hewldanên wan ên derbarê hevpîşe û miwekîlên wan de krîmînalîze bike.