7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Iraqê mercên Tirkiye red kir’

Çavkaniyên siyasî diyar dikin ku ji ber Hikûmeta Iraqê daxwazên Enqereyê red kiriye û jê xwestiye ku para avê ya Iraqê berde û hêzên xwe ji nav xaka Iraqê vekişîne, Wezîrê Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan ji hevdîtinên li gel rayedarên Iraqê bêhêvî bûye.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiye Hakan Fîdan roja 22’yê Tebaxê bi serdanek fermî gihişt Bexdayê. Li gel berpirsên hikûmeta Iraqê û partiyan civiya. Di civînan de li ser çend mijaran bi taybetî jî mijara girtina ava Iraqê ya ji aliyê Tirkiye ve axivîn.

Çavkaniyek siyasî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Rojnews re got, wezîrê derve yê Tirkiye, serokwezîr û berpirsên din ên Iraqê civiyan. Di civînê de berpirsên Iraqê daxwaza vekişîna hêzên Tirkiye ji nav Iraqê kirin û xwestin êrişên Tirkiye li ser serweriya Iraqê dubare nebin.

Heman çavkaniyê aşkere kir ku di civînê de rayedarên Iraqê mercên dewleta Tirk ên ji bo ji nûde destpêkirina hinartina nefta Herêma Kurdistan a ji bo Bendera Ceyhanê red kirin. Her wiha rayedarên Iraqê xwestin ku Tirkiye 1 milyar û 500 milyon dolar wek tazmînat bide Iraqê.

Şirovekarê Siyasî Casim Musewî jî derbarê serdana Hakan Fîdan de ji Rojnews re axivî û got: “Dibe Hakan Fîdan bêhêvî vegere Tirkiyeyê. Ji ber ku hikûmeta Iraqê mercên Tirkiye yên ji bo çareserkirina pirsgirêka hinardekirina nefta Herêma Kurdistanê ya ji bo Tirkiyeyê red kir. Her wiha Bexda daxwaza vekişîna hêzên Tirkiye û berdana para Iraqê ya avê ji Enqere yê kir.”

Musewî diyarkir ku Tirkiye daxwaz ji Iraqê kiriye ku doza xwe ya li Dadgeha Navdewletî ya li Parîsê ku têde Tirkiye mehkum kiriye daku 1 milyar 500 milyon dolar wek tazmînat bide Iraqê bi paş de bikşîne. Lê hikûmeta Iraqê vê daxwaza Tirkiye red kiriye.

Di dawiyê de jî Casim Musewî destnîşan kir ku Hakan Fîdan tişta ku dixwest bi vê serdanê bidest bêxe, ji aliyê Iraqê ve hat redkirin.