3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dêrezorê çima biçûk e?

Sihbeta dost û yaran, gelek deman heçkû mirovî di nava gêrestêran de digerîne. Tu xwe di nava gêreyê de dibînî lê dûr jî hizra stêrên geş dikî. Ez qala çi dikim? Helbet sihbeta wan mirov geş dike, digel vê, bihîstin, dîtin û zanînên te lêk tîne.

Careke ji caran, wiha di nava sihbeta dost û yaran de min kesek nas kir, ev kes wênekêşek bû, ji bo bernameyekê hatibû vî bajarî, kesek rûken bû, têra xwe pîr û têra xwe jî dilnizm.

Cara ewilî min ji Haykan (ermeniyan) kesek wiha bi nêzîkahî nas kiribû, nîqaş û sihbetên me li ser hemû tiştî zivirî, min nas kir ku ji Sasonê ye, hêj di heynê jenosîdê, malbata wî ji welatê xwe hatine koçkirin. Digot “bapîrê min qal dikir, em ji Êndîwarê derbas bûne, me xwe gihandiye Dêrezorê, gelek îza dîtine…”

Me sihbeta xweş heta derengî şevê gerand, her ji min her ji wî me gelek agahiyên warên xwe ji hevûdu re ragihand.

Wî yan ku Berge, hizrên min vekiribûn, gelek tiştên di hizra min de pêkhatî, wî bi sihbeta xwe girêdan. Min jê re got; Êndîwar, Dêrezor, çima ev bajarine, ji ku zanîbûn ev der ewle ne an jî çima ji vê derê re çûne?

Got; “nizanim, niha kesên berê wan koçkirî ew agahdar kirine û kampa Ermeniyan jî li Dêrezorê bû heke ev der ne rêka danûstandinê jî bû”

Wî çawa wiha got, min di dilê xwe de qîr kir;

Belê, min rêka xilasbûnê, min rêka jiyanê dît! Wan her çawa be, xwe ji mirinê xilas kirine.

Wan jî dîtibû û pêhesiyabûn,  ji Amedê ji Sasonê û ji cihên dîtir xwe ji mirinê xilas kiribûn, ji rêka xilasbûnê xwe gihandibûne Dêrezorê.

Divêya ev rêke wisa ba ku ji bilî mişextiyan kesek nezanîba, rêkek ewle bûya, jixwe rêkek ewle bûye ku hemûyan xwe ji mirinê xilas kirine. Çawa ev agahî gihandibûne hevûdu, çawa ji vê rêkê haydar bûbûn?

Min li jorî got, Berge, hizrên min vekirin, destanek zarokatiya min anî bîra min. Di zarokatiya min de dapîra min di şevên zivistanê yên dirêj de her em komeldangên xwe dikirin, bi çîrokên xwe, bi destanan em germ dikirin. Carekê meteloka Nêrîbelê ji me re got; Nêrîbel jî, destanek bû weke çîrokekê hingê bo me vedigot.

Di vê destanê de pêşeng ji pezan nêriyek bû, ji vê nêriyê re digotin “Nêrîbel”. Nêrîbel bi kurtasî pêşeng û qehremanê rêkeke berze (wenda) bû. Nêrîbelî rêkek pîroz û rêkek xilasbûnê nîşanê mirovên bindest dida. Ev rêka Nêrîbelî, rêka êzidiyan bû, rêka kurdên di bin zilm û zoriyê de bû. Di nav bendên destanê de yek bi yek rêk nîşan dida, di nav bendan de demên çûnê û manê nîşan dida lê belê ne ku bi awayeke aşkera, bi awayeke pahnî ve bi awayeke veşartî.

” Hey Nêrîbelê min belo

Berbelekê min belo

Rojê li çiyano şeve li riyano

Nêrîbelî ber segî kire dîwan e;

Em naxwin giyayên zûran û avên şoran e

Ji Mêrga Zêr jê pîvin heta neçime Gepera Bêzîvê

Serikê danim ser ka û giyayan e

Piştre pêşî Girê Berxan e. ”

Nêrîbel ji bo koçberan nesîhetek dida; ji wan re digot ‘bi roj vê rêkê nekevin, bi şevî rêkevin.’

Paşê cihê xwe bi awayeke veşartî ji me re bi bendan digot; “giyayên zûran û avên şoran”, ev yên çolê ne, li başûr in,  Şengalê nîşanê me dide, wekî din du cûre av hene yek “avên şoran”; ev av avên binê deştan e bi bîran tên kişandin, ya din “avên çeman” in; ev jî ji dar û beran derdikevin.em dizanin ku qala çol û deştan dike.

Paşê cihekê nîşan dike, “Mêrga Zer.” Cihê din jî asta din nîşan dide “Gepera Bêzîvê” û asta dawî, “Girê Berxan” an ku cihê ku Nêrîbel jê zayî, çiyayên Colemêrgê…

Helbet di nav destanê de yek bi yek, dar bi dar, gelî bi gelî, çiya bi çiya vê rêka xilasbûnê ya di navbera Colemêrg û Şengalê de nîşanê me dide.

Min divêt di nivîsên demên paşiya me de hineke berfirehtir qala destana Nêrîbelê bikim.  Bila Nêrîbelê me niha li vir bisekine.

Niha em vegerin sihbeta min û Berge;

Min jê re got; “divêt bi awayeke veşartî ji pîr û kalên te re ev rêke aşkera kiribin, weke vê strana me ya destanê, ya Nêrîbelê.”

Wî ji nişka ve çavên xwe vekirin got;

– Te got stran!

-Belê stran?

-Dayika min her di biçûkaniyê de qala stranek kurdî dikir, digot em bi wê stranê heta Dêrezorê hatin, em ji xwe hişyar dibûn.

– Ev stran, strana Dêrezorê biçûk e nebe?

Heşko tişteke ecêbehî bibîne çavên xwe vekirin û got belê ew bû, ew bû!

Ji milê min girt û ez birime cem birakê xwe yê mezin û got;

“Guhdarî bike, ev xort çi dibêje! bîra te tê dayik û bavê me her digotin em bi stranek kurdî ve anîn li vê derê, digotin me bi stranekê xwe ji mirinê xilas kir! Min dît qala vê yekê dikir, ev e, tişteke din nîne”

“Êndîwarê ser text e

Êndîwarê paytext e

Nof Xatûna li ser text e

Fîncana qehwê li dest e

Cabê bide bêm rex te

Te ne soz e ne bext e

Berxê û sebra mala minê

Dêrezorê biçûk e

Hene li dest û neynûk e

Par qîz bû îsal bûk e

Karê mala minê”

Bi hezaran mirov, hingê hatine mişextîkirin, Li gorî qeydên fermî 900 hezar ermenî ji hêla Talatê Osmanî bêgavî mişextî bûn. Pêşiya ermeniyan dane çolên Dêrezorê, kampa Dêrezorê. Gelek ji wan hêj di rêwitiya xwe de rihê xwe dan, gelek ji wan di nava vê bêçaretiyê de ji nasbî û malbatên xwe hatine vekirin. Û careke din li gorî agahiyan zêdehiya van mirovan ne ku li kampan, di şert û mercên rêwitiyan de jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê yekê ji bo van mirovan rêkên ewle pêwîst bûn, divêya di rêkên bêxetere de hatin û çûyînên xwe kiribana. Ev pêvajoya mişextîbûnê heta pênc salan domiya. Mişextiyan êdî rêkên bêîza û bêxetere nas kirin. Divêya ev yeke ji mirovên xwe re jî gihandiban, lê belê çawa? Bi nameyê, bi gotinê, bi qasidan… Na, yek ji van jî ji bo vê yekê neguncav bû. Her çawa mirovahiyê heta wê demê bi stran û kilaman dîrok û çandek veguhestibin, divêya wan jî dengûbehsên xwe, agahiyên xwe bi wê awayê gihandibana hemû mişextiyan, an ku awaya xeberkêşiyê ya ewle stran bûn. Mişextiyan wiha dê dever û rêkên xwe nas kiribana.

Rêwitiya malbata Berge ji Sasunkê (Sason) dest pê dike. Weke ava Sasonê ji binê çiyayê Mereto (Maruta) dizên û ber bi avrêjên xwe diherikin. Rêka Çemê Sasonê ji xwe re dikin nîşan heta Êndîwarê tên. Êndîwar bajarokek gelek biçûk e li nik çemê Dicleyê hatiye avakirin. Weke ku di stranê de jî dibêje li ser girekî, li ser tehtekê hatiye avakirin.

Di stranê de cihê hatina mişextiyan rave dike, wan hay jê tîne ku Êndîwar li ser tehtekê ye û ji bo derbasbûna avê pir û akedek heye.

“Êndîwarê ser text e

fîncana qehwê ser dest e…”

Paşê ji wan re vê yekê jî digehîne, dema ku hûn gihîştin me hay ji xwe bînin, xefikeke din di nav bendên stranê de radigihîne.

“Cabê/Iznê bide bêm rex te

Te ne soz e ne bext e…”

“Êndîwarê paytext e” helbet ne paytext e, cihê hewînê ye, cihê ewle ye ev jî agahiyek veşartî yan ku xefikek e ji bo mişextiyan.

Hingê rêwitiya Dêrezorê gelek mirin bi xwe re anî. Dêrezor, hêj  mişextî neçûnê bajarokek biçûk bû lê belê piştî mişextiyan bû bajarek mezin, kampên mirinê lê hatine avakirin. Lê belê piştî demekê ev cihê mirinê ji bo ermeniyan bû cihê vejînê…

Di bendên dawî de, rewşa xwe ya dawî wiha radigihînin;

“Dêrezorê biçûk e”

(Mişextiyên ewilî Dêrezora biçûk dîtin, ji ber ku piştî hingav êdî bû bajarek mezin!)

“Hine li dest û neynûk e”

(Dawiya rêwitiyê ye, hînakirin digel neynûkê êdî xilasbûna pêvajoyekê ye, ji wê derê pêve rêk nîne.)

“Par qîz bû îsal jin e”

(Hayjêbûna xwe tînin ziman û vê yekê êdî radigihînin; ev sal zêdetir mirov hatine, êdî xwe bi xwe debara jiyana xwe dikin)

Weke mamikan, tiştanokan gotinên stranê vecemandin, mişextiyan ji mişextiyên dîtir re ragihandin hal û hewalên xwe, weke malbata Berge gelek malbatên mişextî bi vî awayî rêkên dûr, çolên dûr nas kirin, zanîn ku Dêrezorê weke tête gotin ne ” biçûk e”, êdî Dêrezor mezin e, xwîna hezaran lê reşandine…