28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Deriyê Sêmalka careke din bêyî sedem hate girtin

Deriyê Sînor ê Sêmalka ku di navbera Başûrê Kurdistanê û Rojava de ye, careke din ji aliyê PDK’ê bêyî sedem hate girtin

Desthilatdarên PDK′ê îro deriyê Sêmalka yê di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de bêyî tu agahiyan bide, deriyê sînor girt.

Rayedarê deriyê Sêmalkayê Baz Ehmed bi rêya telefonê ji ANHA’yê re got “Rêveberiya Deriyê Pêşxabûr biryar daye ku tevgera çûn û hatinê ya derî heta demeke nediyar girtî be. Lê tu agahî li ser girtinê nehatin aşkerekirin.”

Ev ne cara yekemîn e ku PDK derî digire. Di dawiya 2021′ê de desthilatdarên PDK′ê derî 40 rojan girtibû. Beriya niha jî gelek caran ev derî wekî gef û piştgiriya ambargoya li ser Rojava hatiye bikaranîn.