28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Deriyê Sêmalkayê ji nû ve vebû

Deriyê sînor ê Sêmalkayê ku di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de hatibû girtin, piştî zêdeyî mehekê girtî mabû, ji nû ve hat vekirin.

Li gorî hin çavkaniyên deriyê sînor, dê ev derî heftiyê 3 rojan li çûn û hatine vekirî be. Kesên ku di vê dema dawî de li Başûr an jî Rojava asê mabûn, êdî di van rojên destnîşankirî de dikarin biçin Başûr û Rojava.

Derî pêşî ji bazirganiyê re hat vekirin û rojên şemî, duşem û çarşemê dê ji bo çûn û hatinê re vekirî be. Derî roja 24’ê çileyê 2022’yan hat vekirin û dê karên xwe yên asayî wekî berê bidomîne.