3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Deshilata li ser dizî û talanê hatiye avakirin

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Li dadgeha Amerîkayê li dijî malbata Barzanî dozeke nû hate vekirin. Di dosyayê de 3 rêveberên PDK’ê ji gelek sûcên wekî revandin, kuştin, îşkence, binpêkirina mafên mirovan tê sekinandin.

Meha borî Komeleya Qurbaniyên Kurdistanê û welatiyek amerîkî li dijî malbata Barzanî li Amerîkayê doz vekir. Doz li ser kuştin, revandin û pêkanînên derqanûnî yên li dijî welatiyan hatiye vekirin. Aktivîstê bi navê Şinyar Enwer Hesen jî di sala 2022’yan de der barê mal û milkê malbata Berzanî de doz vekiribû.

Li dadgeha Amerîkayê li dijî malbata Barzanî dozeke nû hate vekirin. Doz roja 30’yê çileyê li aliyê Serokê Komeleya Qurbaniyên Kurdistanê Mekî Firênd û kesek bi navê Con Doyse li dijî Mesûd Barzanî, Mesrûr Barzanî û Weysî Barzanî hatiye vekirin. Di dosyayê de hersê rêveberên PDK’ê ji gelek sûcan tên tometbarkirin. Bi taybet di dosyayê de li ser revandin, kuştin, îşkence, binpêkirina mafên mirovan tê sekinandin.

Li gel ve bi awayekî berfireh bahsa bazirganiya madeyên hişbir û qaçaxtiyê tê kirin. Di heman dosyayê de tê eşkerekirin ku malbata Barzanî bi awayek neyasayi rojane 100 milyon dolarên amerîkî bi rêya firotina neftê bidest dixe. Her wiha di dosyayê de tê gotin ku Mesrûr Barzanî bi awayekî ne fermî li gel Supayê Pasdarên Îranê bazirganiya petrolê dike. Bi vê ve girêdayî, der barê mal û milkê malbata Barzanî de jî gelek daneyên dizî û gendeliyê rêveberiya PDK’ê deşîfre dikin radestî heyeta mahkemê hatiye kirin.

Aktivîst Şinyar Enwer Hesen ku li Amerîkayê jiyan dike jî di sala 2022’an de derbarê mal û milkê malbata Barzanî doz vekiribû. Rûniştina ewil a dozê di nîsana 2023’yan de li Virginiayê pêk hat. Pêvajoya dadgehê hîn bi dawî nebûye û dewam dike. Şinyar Enwer derbarê pêvajoya dozê di hevepeyvînek xwe de gotibû; “Serokwezîrê Hikûmetê ji bo eybên xwe veşêre, 11 parêzerên saziya parêzeran a herî mezin a li Amerîkayê, girtiye.”

Şinya Enwer diyar kir ku mal û milkên malbata Barzanî ne qanûnî ne û malbata Barzanî bi dizî û talana çavkaniyên Kurdistanê tewambar dike.

Sûc û dîziya malbata Barzanî

Di çarçoveya dozên ku hatine vekirin de dadgeha amerîkî li hev civiya. Her çendî di rûniştina ewil a dozê de tu biryar derneketibin jî rengê dozê diyar bû ku ew ê çendî giran be. Li ser vê yekê Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û heyeta pê re 25’ê Sîbatê  çûn Amerîkayê. Sedema çûyîna heyeta Barzanî ya Washington ê weke berjewendî û baziganiya hevpar hate ravekirin. Lê di rastiya xwe de bi armanca pêşîlêgirtina dozên ku hatine vekirin ev serdan pêk hatiye. Ji ber vê yekê Barzanî yê ku ji hezîrana 2019’an ve neçûbû Amerîkayê, 26’ê Sibatê bi awayekî lez û bez bi Wezîrê Derve yê Amerîkî Anthony Blinken re hevdîtinek pêk anî.

Tişta balkêş ew e ku piştî vê hevdîtinê derket holê Mesrûr Barzanî bi heyeta parêzerên ku dozê dişopînin jî hevdîtinek pêk aniye. Şîrketa ku malbata Barzanî diparêze der barê dosyaya dozê ya ku ji 332 rûpelan pêk tê û gelek îdiayên cidî têde hene de agahî dan. Bi taybet bersûc bi îdiayên mîna berpirsiya komkujiya êzidî û şîa ya bi destê DAIŞ’ê alîkariya rêxistinên terorîst, kuştin, revandin û îşkencekirina mirovan, ferzkirina cezayên giran ên nemirovan e û binpêkirina qanûnê tên darizandin. Li gel vê alîkariya ji bo herêmê li gorî berjewendiyên xwe bi kar anîn, binpêkirina qanûnên navneteweyî û hwd. gelek sûcên giran di dosyayê de hene. Di îdiayeke din de jî tê gotin li gundekî Kurdistanê yê bin parastina Mesrûr Barzanî û kesekî din de bi awayên neqanûnî girêdayî alkola bi cureya whisky ya markaya navdar, Jack Daniels sextekarî tê kirin. Dîsa dermanên sexte jî di bin navên markayên amerîkî de têne çêkirin û li bazaran têne firotin.

Kesên ku doz vekirine îdia dikin ku berpirsên payebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê her meh herî kêm 20 milyon dolar pere ji wan dermanên sexte qezenc dikin. Bi heman awayî, ew cixareyên sexte di bin navên markayên amerîkî de difroşin. Di dosyayê de derbarê dewlemendiyên malbata Barzanî yên li Amerîkayê jî agahî tên dayîn. Li gorî dosyayê li Amarîkayê 26 şîrket, 14 otel, 6 kargeh, 286 kafeterya, 540 apartman, 48 xwaringeh, 8 navend, du projeyên turîzmê, nexweşxaneyek û bankekê malbata Barzanî heye ku piraniya van li ser navê jinek malbata Barzanî ye.

Di dozê de navên herî kêm 50 kes hene ku gelek ji wan endamên malbata Barzanî ne û yên din jî ew kes in ku ji nêz ve bi wan re dixebitin. Dadgeha Federal a Washingtonê di 15’ê sibata 2024’an de bi fermî ji nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya li Washingtonê re ragihandiye ku divê di nava 21 rojan de bersivê bide sûcbariyên di dozê de derbas dibin. Lê heya niha ji vê daxwazê re bersiv nehatiye dayîn. Serokwezîrê Hikûmeta Federal a Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî niha li Amerîkayê ye û xuyaye ji bo xwe ji vê rewşa kambax rizgar bike li rêyekê digere.

PDK ber bi mirina siyasî ve diçe

Diyar e vê dozê yekser bandor li siyaseta herêmê jî kiriye. Piştî aşkerakirina dosyayê Dadgeha Federal a Iraqê jî li hev civiya û der barê Herêma Kurdistanê rêze biryar girtin. Dadgeha Federal biryar da ku hilbijartinên Herêma Kurdistanê di meha hezîranê de pêk bên. Hejmara endamên Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî bi 100 endaman hat sînordarkirin. Li gorî vê biryarê wê êdî 11 kursiyên kotayên pêkhateyan ne destûrî bin û wê bên rakirin. Ev biryar bandorê yekser li PDK’ê dike. Ji ber ku PDK di bin nave pêkhatiyên cûda de herdem endamên xwe dixist parlamenê û bi vê yekê hejmara kursiyên xwe zêde dikir. Ev ne bese bi vê rêbazê herdem bi dengê parlamentoyê ser kiryarên xwe yên derqanûnî jî girtiye.

Her ku sûcdariyên li ser PDK’ê zêde dibin malbata Barzanî hîn bêhtir xwe davêje hembêza dewleta tirk a dagirker. Li gorî çavkaniyên herêmê di çarçoveya van pêşketinan de li ser daxwaza PDK’ê di navbera malbata Barzanî û rayedarên dewleta tirk de hin hevdîtin pêk hatine. Bêguman ev rewş herî zêde kêrî dewleta tirk a dagirker hatiye û ji bo dagirkeriya xwe li herêmê berfireh bike bi kar tîne. Malbata Barzanî ya ku berjewendiyên xwe di ser yên gelê kurd re dibîne niha hewl dide bi hevkariya dewleta tirk xwe ji vê rewşê rizgar bike. Lê divê bê zanîn ku her gava ku ber bi dewleta tirk vê tê avêtin, dûrketina ji Kurdistanê ye û meşa ber bi mirinê ye. Di serî de malbata Barzanî hemû rêveberiya PDK’ê di halê heyî xwe bi gavên lez ber bi vê mirina siyasî ve diçin. Di vir de ji PDK’ê zêdetir metirsiya herî mezin li ser destkefiyên gelê kurd ên li başûre Kurdistanê ye. Divê gelê başûrê Kurdistanê êdî rê nede van gendelî, diz û xwefiroşan.