spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakirhan: Pêdiviya Tirkiyeyê bi pirtûkên aştiyê heye

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bal kişand ser nûjenkirina Belgeya Siyaseta Ewlehiya  Neteweyî û got: “Pêwistiya Tirkiyeyê bi pirtûkên aştiyê heye.”

Hevserokê DEM Partiyê Bakirhan, li pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeya Kanireşê ya Çewlîkê bi gel re hat cem hev. Gelê Kanîreşê bi coşek mezin Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan pêşwazî kir. Gel Bakirhan û şandeya pê re di ketina navçeyê de bi konvoyekê pêşwazî kir. Girseyê piştî pêşwazîkirinê li navenda navçeyê govend gerandin û lîlandin. Dayikên Aştiyê di rêza herî pêş de bûn û coşeke zêde ya ciwanan hebû. Hevdîtina bi gel bi rengên kesk, sor û zer veguherî pîrozbahiyê û dirûşma “Jin, jiyan, azadî” olan da. Parlamenterên DEM Partiyê Saliha Aydenîz, Omer Faruk Hulaku, namzetên hevşaredariyê yên Çewligê Aydin Burçun û Çîçek Arîç û namzetên hevşaredariyê yên Kanîreşê Zuhre Eroglû û Mehmet Genç jî tev li hevdîtinê bûn.

Namzetên Kanîreşê di hevdîtinê de axivîn û gotin ku DEM Partî partiya jiyanek birûmet e û bêyî ku li ziman û nasnameya tu kesî binêrin, dê bi awayeke wekhev xizmetê ji her kesî re bikin. Namzetan bang li gel kirin ku li dora DEM Partiyê hev bigirin.

Tuncer Bakirhan li vir Hamdullah Ogen ê di hilbijartinên 2015’an de hatiye qetilkirin bi bîr anî û wiha got: “Ez tevahiya kesên heta niha ked ji bo partiya me dane û ji ber sedemên cuda jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr tînim. Li Kanîreşê nexweşxane heye lê cîhaz tune ne. Dema xelkê me nexweş dikeve û ber bi Erzirom an jî Çewligê ve diçin. Gelo li navçeyeke wiha çawa bijîşkên pispor tune?

Li hemû deverên kurd lê dijîn zilm û koçberî heye. Hevalên ku kar peyda nakin jî diçin metrepolan. Bi nexweşiya sîlîkozîzê dikevin. Tenê li Kanîreşê 28 hevalên me ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan. Yên bûne sedema mirina wan îktîdara AKP-MHP’ê ne.

Bakirhan, têkildarî nûjenkirina Belgeya Siyaseta Ewlehiyê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê ku Erdogan gefên hundir û derve yên li dijî Tirkiyeyê tê de pênase kiriye, weke Destûra Bingehîn a nepen û “Pirtûka Sor” tê pênasekirin jî wiha got: “Erdogan dibêje; ‘bila pirtûka sor bê nûjenkirin.’ Pirtûka sor destûra bingehîn a veşarî ya Tirkiyeyê ye. Pirtûka wê ye ku xizmet ji kurdan re neyê kirin, kurd bi zimanê xwe neaxivin, erdnîgariya Kurdistanê ji kurdan bê valakirin. Pêdiviya Tirkiyeyê ne bi pirtûkên sor, bi pirtûkên aştiyê heye.”

Piştî axaftina Bakirhan, girseyê govend gerand û hevdîtin bi dawî bû.