spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Jinan li Bazîdê peyam dan: Em ê bibin hevî  

Jinan li Bazîdê bi minasebeta 8’ê Adarê şahî li dar xistin û peyama, “Jina kurd roleke mezin dilêyze. Em ê bibin hêvî” dan.

Aktîvîst û nûnerên Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), bi mebesta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cihanê li pêş buroya hilbijartinê ya navçeya Bazîda Agiriyê şahî li dar xistin. Parlamentera DEM Partî ya Agiriyê Nejla Demîr, rêxistinên navend û navçeyê û gelek jin bi cilên xwe yên gelerî tevlî şahiyê bûn. Jinên ku li avahiya DEM Partî ya Bazîdê kom bûn  bi pankarta “Dem Dema Jin Jiyan Azadiyê ye” û dirûşmên  “Jin Jiyan Azadî”, “Bijî Berxwedana Jinan” û “Bijî Berxwedana Zindanan” heta buroya hilbijartinê meşiyan. Jinan li pêş buroya hilbijartinê bi çepikan govend gerandin û govenda wan  a azadiyê her ku çû mezin bû. Piştî gavend gerandin, axaftin kirin.

Destpêkê Hevseroka DEM Partiyê ya Bazîdê Hamîde Temel diyar kir ku jin ked û têkoşîneke mezin didin û wiha got: “Jinên kurd hem li zindanan hem jî li derve têkoşîna xwe didomînin. Jina kurd îro rola xwe ya herî mezin dilîze. Em ê li Bazîdê jî weke her qadên têkoşîna xwe li dijî xiyanetkaran û desthilatdariyê bidomînin. Em dibêjin ‘Jin Jiyan Azadî’. Di 31’ê Adarê de gelê Bazîdê wê berxwedana xwe nîşan bide.”

‘Em ê bibin hêvî’

Namzeta Hevşaredariyê ya Bazîdê ya DEM Partiyê Aygul Aşan jî bal kişand ser roja 8’ê Adarê û got “8’ê Adarê her çiqas sembol be jî jin di her qadê de li ber xwe didin. Hûn jî dizanin ku têkoşîna jinê ya herî dijwar û bi zehmet li erdnîgariya me, li erdnîgariya Kurdistanê tê meşandin. Jinên ku li erdnîgariya me bi dehan sal in li berxwe didin, ji bo Kurdistan û Tirkiyeya demokratîk bê teredut canê xwe feda kirine. Lê em jinên kurd ku meşaleya hêviyê di destên me de ye, em ê her bajar, her kolan û her cihî veguherînin keleha berxwedanê ya mezin. Di vê pêvajoya dijwar de em ê bibin hêvî.”

‘Her roj roja jinê ye’

Parlamenter Nejla Demîr jî jî bal kişand ser giringiya 8’ê Adarê û wiha got: “8’ê Adarê aliyekê ve bi hêza jinê ve hatiye naskirin Ew roja dîrokî li hemû welatan li ser navê  jinên kedkar tê bîranîn. Ji bo 8’ê Adare hersal  di her bajarî da, navçeyan de bajarokan da jin bi awayekî rêxistinî  tên  ba hev û hêzê didine hêza jinan. Lê belê em dizanin rojek tenê na her roj roja jinê ye. Ne bi tenê rojekê her roj jin kedkar e. Ji bo wê yekê em dibêjin hêza jina bila li  her derê bê naskirin. Ji hevseroketîya rêveberiya bajaran bigrin rêveberiya navçeya heta hevşaredarîtiya di rêveberiyan de    wekhevî çêbûye û em dixazin hemû hevalên jin li wî mafên xwe xwedî derbikevin. Tekoşîna jinan her sal mezin dibe. Ew hevalên jin ew tekoşerên cîhanê  ku berxwedana mezin dane. Hevlên jin girtîyên di zindanada berxwedana xwe berdewam dikin ez ji wan re slavên xwe dişînîm. Rêya azadîya jinê rêya heqîqetê ye. Ew rê rêya me ye. Em zanin cihan jî zane ew sedsala nû sedsala jinê ye û di vê hilbijartina 31’ê Adarê de jî bi hêza jina di sindoqan de DEM Partî xurt derkeve.”

Piştî axaftinan, şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.