28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dest bidin hev

Dayika Aştiyê Gulistan Ozgan diyar kir ku çalakiyên Nobeda Edaletê gelek bi qîmet in û xwest hemû malbat piştgiriyê bidin çalakiyan. Ozgan, bang li hemû dayikan kir û xwest ji bo kezebê dayikan neşewitin û azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bidin hev.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 25 sal in li Zindana Îmraliyê di şertên herî giran ên tecridê de ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê têdikoşe. 3 sal in bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin. Ji ber ku tecrîdek mutlaq heye û agahî ji Ocalan nayên girtin, li çar aliyê cîhanê û Kurdistanê çalakiyên cuda tên lidarxistin. Li Tirkiye û Kurdistanê jî, girtiyên siyasî ji 27’ê mijdarê ve di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” çalakiya gireva birçîbûnê dane destpêkirin û didomînin. Dîsa malbatên girtiyan bi heman armancê li Wan, Amed, Mêrdîn, Êlih, Mêrsîn, Edene, Îzmîr û Stenbolê çalakiya Nobeda Edaletê didomin. Têkildarî çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Dayika Aştiyê Gulistan Ozgan nirxandin kir. Dayika Aştiyê Gulistan Ozgan, diyar kir ku 3 sal in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tune ye û ew li hemberî vê rewşê gelek dereng mane. Gulistan Ozgan, destnîşan kir ku diviya bû ku gelê kurd zûde ev tecrîd şikandibûna û wiha got: “Em dereng mane. Ev çalakiyên Nobeda Edaletê ku dest pê kirine gelek baş in. Di vê têkoşînê de binçavkirin, girtin û kuştin jî heye. Me hemû dane ber çavan. Em tu caran gavan gav paşve navêjin. Çi dibe bila bibe.”

Divê heta Îmraliyê bimeşin

Gulistan Ozgan bal kişand ser meşa ku ji Wan û Qersê heta Amarayê berdewam kir jî rawestiya û wiha got: “Ev meşek gelek bi wate û girîng e. Lê divê tenê heta Amed û Amara nemeşin. Divê heta Stenbolê û Îmraliyê bimeşin. Divê li çar aliyê Kurdistanê kurd rabin ser piyan. Divê li bajarên Tirkiyeyê rabin ser piyan. Tişta ji tecrîdê girantir tiştek tune ye.”

Şewat nabêjî kî ye

Gulistan Ozgan bang li hemû dayikên kurd û tirk jî kir û wiha lê zêde kir: “Ez bang li dayikên kurd jî dikim û bang li dayikên tirk jî dikim. Ez dibêjim kezeb kezeb e. Dema dişewite navêje tu kurd î an tu tirk î. Kezeb, kezeb e. Ez dayikên kurd û tirk destên xwe bidin hev. Dayikên tirkan nayên. Lê divê dayikên kurdan zêdetir bên. Ji ber ku herî zêde kezeba dayikên kurdan dişewite. Îro li Ewropa, Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî hene. Meş heye. Divê her kes bêtir tev li van meş û çalakiyan bibin. Divê bêtir piştgiriyê bidin van çalakiyan. Divê em zêde xwe li Meclisa Enqereyê bi sînor nekin. Yên herî zêde kezebên wan şewitîne dayikên kurd in. Divê dayik, jin, ciwan û hemû beşên civakê biçin serdana Nobeda Edaletê. Divê zêdetir piştgiriyê bidin wan. Li Enqereyê çalakiyê dest pê kir. Lê zêde berdewam nekir. Divê ev çalakî bi awayekî dorveger bidome. Divê çalakî tenê ji bo çend rojan nemîne. Divê her kez zêdetir xebatê bikin. Divê her kes zêdetir bixebitin. Bi şev û roj divê her kes bixebitin.

Li ber deriyê girtîgehan rûnên

Gulistan Ozgan ji bo piştgiriya girtiyên di grevê de jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Divê hemû malbat biçin li ber deriyên girtîgehan rûnên û piştgiriyê bidin girtiyan. Divê girtiyan bi tenê nehêlin. Berxwedan jiyan e. Divê heta dawî em li berxwe bidin.”