3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serdest ji zimanê bindestan ditirsin

Adil Qazî

21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê Yê Cîhanê Ye. Ez vê Rojê li we, li me û li hemû Zimanên bindestan pîroz dikim. Zimanê bindestan dibêjim; lewra zimanê ku qufulkirî ye, Tecrîtkirî ye, bi her awayî hatibe dorpêçkirin bi kurt û kurmancî ger qedexe li ser hebe ew ziman bindest e.

Bi vêna re ew gelê ku bi bi zimanê serdestên xwe diaxive, zimanê xwe nikaribe biaxive ew Gel jî wek zimanê xwe bindest in.

Hebûna wê serdestan ditirsîne. Loma ku bi dijwarî êrîşê ser ziman dikin. Li ku vê dengî bibihîzin; ew li zindanan be, li kolanan be, li sûk û çarşiyan de be… digirin, asteng dibin, ceza dikin pê re pê re zindan dikin û cî bi ciyan dikujin jî.

Tehemula serdestan; ji her cureyî bêhna zimanekî din re nîne. Li Tirkiyê jî tehemula dewletê ji zimanê Kurdî re tune ye. Loma dibêjin; yek ziman, yek dewlet, yek milet yek reng û yek û yek û her dîsa yek dibêjin û pê de diçin.

Ev jî diyar dike ku zimanê dayîkê çendî grîng e. Zimanê Dayîkê ji bo miletek, gelek û kesek jî be xala sereke ye. Ango nebe nabe ye. Jêneger e.

Grîngiya Zimanê Dayîkê

Mîrê Zimanê Kurdî Celadet Bedirxan; ‘Miletên bindest du çekên wan di destê wan de heye ku pê li hember dijminê xwe têbikoşin. Yek Ol-Dîn e, ya din jî Ziman e. Heke Ola gelên bindest û serdestan heman, yanê yek be wê demê di destê bindestan de tenê dimîne Çekek ew jî ZIMAN e’. Dibêje.

Dîsa; feylezofê Brezîlî Paulo Freîre wisa dibêje; miletên bindest tenê çekek dest wan de heye. Ew jî ZIMAN e. Lewra ku kesek bi awayeke fizîkî were kuştin tenê ew kes dimire. Lê ku Ziman were kuştin pê re Miletek-Gelek dimire. Tune dibe.

Ji bo zeviyeke beyar, bejî hişkeber û çorax Av tê çi wateyê ji bo mirov û Gelekî jî Ziman heman tişt e. Başe ji bo ku ziman nemire çi lazim e-pêvîst e?

Bêguman Axaftin, Nivîsandin û Xwendin pêvîst e. Divê em xewnên xwe jî bi zimanê dayîka xwe bibînin. Ger ku em ji xwe re dibêjin Em Kurd in divê em pêdiviyên wê jî pêk bînin. Ji bo van pêdiviyan bi cih werin qe tu astengî nîne. Mayîna Kurdan û Zimanê Kurdî ku heta roja îro hatiye ev nişana wê ye. Na xwe heştê-not salan li ser vî gelî zext, pêkutî, nefîkirin, komkujî û heta bêjî tûndiyeke bêhempa hat meşandin. Li bin şibakên malan guhdariya hundirê malan dihat kirin ku ka bi Kurdî diaxivin ya na sibetirê zarokên wê malê ku diçûn dibistanê ew zarok dihat cezakirin, lêdidan zarokan kiribû sîxurên hevdu û hwd. Cûr bi cûr zext û pêkutiyên pergalê li ser gelê Kurd hebû. Lê dîsa biser neket. Di wan şertên herî dijwar de jî gel li ber xwe da. Dayîkan liber xwe da. Zarokan liber xwe dan û em gihandin heta vê roja îro. Ma qe dibe em dest ji van berhemê ku pêşiyên me afirandine berdin! Bêguman ji bo me şermeke herî mezin û tew mirin e!

Ma qey bela sebe “Zimanê min Nasnameya min e” tê gotin ku ev heqîqetek e. Her kes-gel bi zimanê xwe heye. Ger ku em nebin XWE em ê ji xwe derbikevin, dûr bikevin ev jî mirin e! Tunebûna Kurd e!

Îro roja bilindkirina vê tekoşîna Xwebûna xwe ye. Roja xelatkirina Nasnameya xwe ye. Ew jî bi axaftina Zimanê Dayîkê-Kurdî bi xwe ye.

Heta ku Zimanê Kurdî bibe zimanê Perwerdehiyê bibe zimanê Fermî Tekoşîn Tekoşîn Dîsa Tekoşîn Bê Ziman Jiyan nabe! Her DEM û Li her Der bi Zimanê Kurdî…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê