5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ronahiya me

Evîn Qiranî

Bi şefeqa sibê re pişt çiyayên heybet yê welatê me re tîrêjên xwe berdide û mizgîniyê dide jiyanê. Heta ew hebûna pîroz nebe mirov dest bi jiyanê nakin.

Tu roj î, ronahî yî. Ew roja ku ji gelê me re bûye ronahî, bawerî û ruhê berxwedanê. Ew pergala rojê ku erd û ezman avakiriye. Mizgîniya jiyan, hebûn û azadiyê daye me. Ji ber baweriya xwe ya bi roja pîroz gelê me hezar salan teslîm nebû û li ber xwe da. Gelo bê rojê jiyan dibe? Ji ber nabe, gelê me roj ji bo xwe kir bawerî û destûra jiyanê. Li ser esasê roj her tim heye û venamire. Evîndarî û azweriya xwe ji rojê re bêdawî ye. Dua ji rojê re dikin, daxwaziyên xwe li rojê dikin. Tîrêjên rojê ruh dide zindî û zindeweran. Bi milyonan cureyên zindiyan di xuliqîne. Bi milyonan cureyên keskahî, rengên gul û kulilkan cihana me di xemilîne. Bihuştek ser erdê ji mirovahiyê re diyarî dike. Roj bê ku tiştek daxwaz bike rûyê xwe yê bi ken û bereket dibarîne li ser cîhana me de. Keyfxweşî û baxtiyarbûnê dide mirovan û hemû zindiyan. Bi şefeqa sibê re pişt çiyayên heybet yê welatê me re tîrêjên xwe berdide û mizgîniyê dide jiyanê. Heta ew hebûna pîroz nebe mirov dest bi jiyanê nakin. Fermana jiyana xwe ji wê digirin. Piştre zindî dibin û tevdigerin dest bi jiyanê dikin. Di nav civaka me de guneh e ku tu piştî roj derket şûnde ji xew rabî, lazim e berê roj derkeve tu şiyar bî, li ser piyan roja pîroz silav bikî û pêşwazi bikî. Li gor çand û exlaqê civaka me însanê piştî roj derkeve, ji xew rabe ew bêxîret e. Weke ku ew kes jiyanê fêm nake û wateya jiyanê nizane tê hesibandin.

Em berê 2014’an civakek di halê xwe de bûn û wek her demê bêguneh bûn. Me neheqî li tu kesî nekiribû. Me xêr ji xwe û 72 miletan re dixwest. Em civakek ser baweriya xwe dijîn. Lê em bêrêxistin û bêparastin bûn. Em miletê rojê bûn lê em tim di bin siya mirinê de dijiyan. Me 74 fermanan dîtibû. Em belav bûbûn li cihanê, her parçeyek me li cihek bû. Derfetê me yê kar tunebûn, ji ber wê em karkerên ber destê xelqê bûn. Ji ber baweriya xwe em tim rastî neheqî, zilm û zordariyê hatibûn. Civaka me çi qas neheqî, bindestî, koleti jiyan kiribû, jin ji ber hişmendî û ferasetên cinsparêzî bêtir dihat çewisandin û kolekirin. Rastiya jinan çi be rastiya civaka me ya êzidî jî ew bû. Fermana 2014’an rewşek wisa de pêk hat. Roj li me tarî kirin, hêzên nexêrxwaz ferman anîn serê me. Yê karin bikujin kuştin. Yê din ji hev veqetandin. Jin, zilam, zarok û keçên ciwan her yek di aliyek de birin û belav kirin.

Di vî wextî de di van kêliyan de wek xewn û xeyalek cardin tirêjên rojê xwe berda nava dil û mejiyê me. Bi germahiya xwe sarma û cemedê li ser me rakir. Em zindî bûn û ruh da me. Ken hat ser rûyê zarokan. Jinan êş û nalînên xwe dan aliyek û cardin dest bi honandina jiyanê kirin. Wek ferişteyên Tawusê Melek şervanên Rêber Apo xwe berdabûn deşta Musil, çiyayê Şengal ê. Wek siwariyên Derwêşê Evdî ew jî 12 kes bûn. Bi sedan şervanên Rêber Apo li ser şopa Derwêş û Edûlê berê xwe dan Êzidxan a pîroz û bi hawara gel ve hatin. Rêber Apo hîn salên 2003’an de piştî têkçûyîna rejîma Sedam hişyarî da, Tevgera Azadiyê xwest ku li ser esasê parastina civaka êzidî biparêzin. Rêber Apo di navbera çar diwaran de xeteriya li ser civaka me êzidî his kiribû û anîbû ser ziman. Gelo mirov vê heqîqeta Rêber Apo dikare çawa binirxîne. Evîndarî û azweriya Rêber Apo ya ji bo gel, dirok û çand dikare were destgirtin. Rêber Apo bi dîrokê re dijî. Çi nirxê pîroz ê dirokê heye diparêze û dide jiyîn. Ji ber xiyaneta Barzanî li civaka me êzidî kiribû, Rêber Apo digot; ‘Ez ê hesabê jinên êzidî ji Barzanî bipirsim’.

Şehîda mezin Sema Yuce hîn 1998’an li hemberî xiyanet û komplogeriya dewlet û kesên xiyenatkar xwestin li dijî Rêber Apo bikin, got: “Rêber Apo roja me ye” agir berda bedena xwe xwest pêşiya taritiyê bigire. Got: “Li ezman du roj nabin, ji bo gelê me jî yek roj heye, ew jî Rêber Apo ye”. Wateya rojê çi ye? Bê wê jiyan nabe. Heqiqetek jêneveger e. Wê înkar kirin xwe înkar kirine. Ew qas bi jiyan, civak, dîrok, jin û gerdûnê re yekbûna xwe daye avakirin. Piştî wê bi dirûşma hûn nikarin roja me tarî bikin şervanên fedayî yê Rêber Apo li pey hev, her yek ji wan xwe kirin topek ji agir û li dora Rêbertî bûn çira û find. Pênaseya herî rast şehîdan ji bo Rêber Apo kirin.

Rêber Apo ji bo hebûn û azadiya gelê me rastiya rojê ye. Ewrên reş û tarî li ser civaka me rakir,  dil û mejiyê gelê me ronahî kir. Me bi fikirê wê xwe naskir em kî ne, em çawa bijîn û ji bo xwe çi bikin? Jiyan û pergala li ser me hatiye ferzkirin ji me re nîşan da,  rê û rêbazên tekoşînê fêrî me kir. Em dikarin bêjin naskirina Rêber Apo ji bo me rojbûn e, vejîn e û azadî ye. Mizgîniya jiyanê ye. Bi berxwedanê re gelê me xwe ava dike û xwe çê dike. Di aliyê leşkerî, siyasî û civakî de xwe rêxistin dike. Pergala ku Rêber Apo ji bo gelê me pêşkêş kiriye nakokî û dijminatiya navbera gelan de radike û yekbûna gelan dide avakirin. Hêvî û bawerî dide hemû gelên bindest.

Em  ketin 25’emîn salvegera komploya navdewletî ya li ser Rêber Apo. Ji Rêbertiya me 3 sal in tu agahî nayê girtin. Li ser wî pergala îşkence û qirkirinê tê meşandin. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk neyê em nikarin bêjin em azad in. Hebûn, azadî û pêşeroja gelê me girêdayî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Bêsekin em ê her roj li ser piyan bin û di nav tekoşînê de bin. Ji ber her gelek bi rêber û pêşengên xwe heye. Azadiya fîzîkî a Rêber Apo mifteya azadiya gelê me û herêma me ye. Îro gelê me ji her demek bêtir ji bo azadiyê berxwe dide û têkoşîn dike. Dîrokê ispat kiriye ku hêza gel dikare pergalên zilm û zordariyê têk bibin. Çawa şervanên me û gelê me karîn hêza hovane ya wek DAIŞ’ê têk bibin dikarin pergala qirker a dewleta tirk jî têk bibin. Bijî rêberê mirovahiyê Rêber Apo.