13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destana Rêwîtiyekê; Nêrîbel -3

“Spêdê li Erebo bûye
Erebo wê rabûye
Mesîn girt û derkeftiye
Nihêra kotanê, kotana xalî ye
Deng li êlê xwe kiriye
Ta ava mezin li dûv Nêrî hatiye
Wan bi çavê xwe ditiye, Ava Mezin li ber şeq bûye
Ev pesnê xwedê ye, çi bi destê me niye.”
Erebo di heman demê de, temsîla misilmaniyê ye, mesîn, nîşaneyeka li vê yekê ye. Niha hineke din li ber me rohn dibe, Nêrîbel dixwaze tişteke din bibêje, weke gelek caran vê carê jî talan hatiye. Lê vê carê ji talanê xilas dibe û rêkek rêvînê ji me re xêz dike. Heta niha heta li ber ava mezin hat û ava mezin li ber Nêrîbelî şeq bû. Weke bûyera Mûsa Pêxember, dema ji Misrê ji ber neyaran direve, rastî behra sor tê û bi gopalê xwe avê du şeq dike, ew jê derbas dibin, neyar di bin avê de dimînin. Heman metafor û bûyer vê carê bi destê nêriyekê, ajalekî ve tê kirin. Rêber Nêrîbel ji bo rênîşandan û parastinê Ava Mezin ji nîvekê şeq dike. Erebo û neyarên Nêrîbel û pezê Xidirî samê digirin û ji tirs û xofan dûv pezî û Nêrîbelî berdidin.
“Wê li Ava Mezin derbas bûye
Wê li korekî ji yên kivarkan
Mexreb û eyşa li Nêrîbelê min bûye”
Piştî vê demê cih bi cih rêkê li ber me kifş dike. Dê werin em bibin şahidên rêka Nêrîbelî.
“Wê li kora kivarkan rabûye
Wê li pişt Êmûnkê derbas bûye.
Li astengên geliyê Zawîte serkeftiye
Miha Serreş li wê derê zayiye
Cotek berxan hênaye
Spartî erdê xwedê kiriye
Segê Reş digel Nêrîbelî zar û ziman hatiye
Eve sê şev û sê qonaxan ez hatim birsî ye
Nêrîbel li wê derê gîskek bi şaxê xwe dirandiye.”
Di vê bendê de, piştî derbasbûna Ava Mezin qurbanî û xelatek ji hêla zîndeweyan ve ji xwedê re tê dayîn, mih berxên xwe dispêre axa xwedê, qurbana xwe didin. Û em di nava vê bendê de xelayê jî dibînin û Nêrîbel ji nav keriya xwe de ji ber vê xelayê gîskekê dikuje dide Segê Reş, ji wê keriya diparêze, ji wê keriya ku ev qas zor û zehmetiyê jê dikêşe, yekê jê feda dike.
Yek bi yek, bi hemû bendên xwe ve tiştên rabirdûya me tîne li pêş çavan. Rêkekê ji me re gelî bi gelî, çiya bi çiya, çem bi çem li ber me kifş dike. Helbet li vê derê neqediyaye hêj rêka me dûr e.
“ Wê’l Korên Gavanan serkeftiye
L’pişt Bagêrê derbas bûye
L’Sûwara Tûkan veperiye
Wê’l Gareya Behdînan mexreb û eyşav
L’Nêrîbelê min bûye.
Wê’l Gareya Behdînan rabûye
L’Deşta Sipinê derbas bûye
L’Qedîşê serkeftiye
L’Sûwara Berekerî mexreb û eyşav
L’Nêrîbelê min bûye.”
Nêrîbel, Ava Mezin du qet kir, zordar û dagirker li pişta kêriya xwe hişt û di ser vê bûyerê xelata xilasbûnê jî bi qurbaniyekê ve da.
Piştî vê merhelê em ê hay ji cihê xwespartina kurdan jî bên. Weke di dîrokê de jî diyar dibe, çi komên dagirker û êrîşkar ev xeta niha (ku Nêrîbel dê ji me re rawe bike), jê neperîne û nikaribûne derbas bibin.
Korê Gavanan; Nastûriyên Colemêrgî, taybet ên Tiyar û Tixûbê yên ku xwe ji mirinê xilas kirî niha niştecihên li vê derê ne. Diyar e wan jî rêka Nêrîbelî şopandine û diyar e jiyan bi vê veperînê ava kirine.
Nêrîbel, di van derbasbûnan de cihên girîng û stratejîk her ji kêriya xwe re hilbijartiye; Bagêran, Sûwara Tûkan, Garê Behdînan, Deşta Sipinê, Qedîşê, Sûwara Berekerî…
Ku xwe bigihîne Garê, xwe gihandiye Bagêran, her çend mirov ji vê derê an ku ji Bagêran bi hêsanî xwe bigehîne Garê jî, Nêrîbel wiha nekiriye, ev rêk neşopandiye. Rêka xwe 20 km dûr xistiye û ji Sûwara Tûkan derbas bûye, bi vê awayê xwe gihandiye Garê Behdînanê.
Garê Behdînan; Ev cih, yek ji wan cihan e ku Îskenderê Makedonî 2 hezar û 300 sal beriya niha nekarîbû jê derbas bibe, heta îro jî Gareya Behdînanê li ber dagirkeran ji bo parastinê bûye hêlîna şoreşgeran…
Hêdî hêdî rêka me aşkera dibe, Nêrîbel xwe dide ber deştekê, Deşta Sipinê.
Ev deşt hêza xwe ji ava zayînê yan ku ji Ava Zê distîne. Jê pêve rêka xwe da ber Sûwara Berekerî.
Heta niha di navbera du bendên destanê me du rojên xwe derbas kirin. Êdî em vê yekê jî dizanin ku ev xeta xilasbûnê ji Korê Gavanan heta Gareya Behdînanê di du rojan de tê derbaskirin.
Em hatin li ber peravên Ava Zê, tahma giya, bêhna çiyayên Colemêrgê jê tê. Miraza Nêrîbelî, miraza kêriyê jî jixwe ev bû.
Digotin;
“Em naxwin giyayên zûran e
venaxwin avên şûran e
serikê danim ser ka û giyayan e
kanî û cobaran e.”
Giyayên zûran, giyayên deşt û çolan e, avên şûran avên deştan e ya ku bi bîrê tê kişandin. Wa gihîştin kanî û cobaran, rêka şoreş û welatheziyê nîve kirin, pêşiya xwe dane bêhna welatê xwe.
“ Wê’l Sûwara Berekerî rabûye
L’ Sûlavê çûyiye
L’Kanîsêvika serê Amediyê
Mexreb û Eyşav li Nêrîbelê min bûye
L’Kanîsêvika serê Amediyê rabûye
L’pişta Perasiyan hatiye
L’ Kirî û Melixte derbas bûye
L’ Çemê Dêrikê
Mexreb û eyşav li Nêrîbelê min bûye.
Wê’l Çemê Dêrikê rabûye
L’Pira Bilbil derbas bûye
L’ Geliyê Feqî serkeftiye
L’ pişta Bêtkaran
Mexreb û eyşav li Nêrîbelê min bûye
Yekî Bêtkarî bi çavên xwe dîtiye
Nêrîbelê diwa ji Xwedê kiriye
Yê Bêtkarî ji her du çavan kore bûye
Ji her du guhan kher bûye
Ji her du piyan asteng bûye
Ji hêza xwedê çi rê neditiye
Di cihê xwe de asê mayiye
Heta Nêrîbelê min boriye. “
Di çîrokek sumeriyan de wiha dibêje “Dîrok a çêker lê efsaneye ya xweşker” an ku dîrok tevgera heyberan nîşan dike lê belê efsane û destan vê tevger û hereketê bi kêş û xweşiya beyt û bendan datîne pêşiya me. Nêrîbel yek ji remz û sembola kurdên çiyayî ye. Tevgera wan a dîrokê li ser xwe nîşane dike û bi awayeke nerm û xweş heta sedsala îroyîn tîne. Baweriyên hingê, jiyana civakî, tirs û xofên demê û hwd. hemûyan di nava destanê de dibînin û hay ji dîroka xwe tên.
Weke li jorî diyar dibe, careke din Nêrîbel dibe remzek xwedayî. Her çawa kesê Bêtkarî Nêrîbelê dibîne, di cihê xwe de hişk dibe bê tevger û hîs dimîne. Ji ber ku Nêrîbel barê rêkek pîroz, barê rêka şoreşê hilgirtiye li ser milên xwe.
Di hejmareke din de hêj rêka Nêrîbelê dê bişopînin, armanca Nêrîbelî bêhtir dê bizanin ka çi ye û digehe ku derê.
“Dê Nêrîbelê min belo, xwe bigihîne warê Pîran û Mendelano” …
Dê bidome