28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PENa Kurd binçavkirina rojnamevan Kadrî Esen şermizar kir

PENa Kurd têkildarî binçavkirina Xwediyê Îmtîyazê yê Rojnameya me Xwebûnê Kadrî Esen daxuyanî da û binçavkirina Esen şermezar kir.  PENa Kurd di daxuyaniyê de anî ziman ku çend salên dawî, bi îmkanên teknîkî rojnameger û rewşenbîr gelek rastiyên veşartî û rûdanên çewt ên ku li 4 aliyên welatê Kurdistan li pey hev diqewimin radixînin ber çavan û wiha got: “Bi aşkerekirina bûyeran, êrîşên li hemberî kurdan di raporên navnetewî de jî têne ziman. Loma, girtin û gefên li ser rojnamevan û nivîskarên kurd li hundir û derveyî welat, bêsekin û bi zêdebûn berdewam dikin.”

Her roj bijartiyên kurd tên girtin

PENa Kurd bal kişand ser binçavkirin û girtina bijartiyên kurd û wiha lê zêde kir: “Li Tirkiyeyê girtin, îşkence û bergiriya nasname, dîroknasî û kevneşopiyên gelê kurd gihaye lûtkeya herî bilind. Her çend rojan qefleke bijartî yên kurd têne girtin, di zindanan de muameleyên hovane têne meşendin; lê dîsa jî nikarin doza kurdan ya xwedî bingeheke xurt bisekinînin. Bi wateyek din em bi kiryarên wiha re pê dihesin ku bi hişkerebûna rastiyan re “bêhêziya dewletên dagîrker” û ji hêla din jî “bihêzbûna doza Kurd a hemû alî” bi zelalî tên xuyakirin.”

PENa Kurd binçavkirina Xwediyê Îmtîyazê yê Xwebûnê jî şermezar kir û wiha bi dawî kir: “Yek ji kesê ku hatiye binçavkirin rojnamevanê kurd û xwediyê rojnameya XWEBÛN rêzdar Kadrî Esen e. Navenda PENa Kurd bi tundî girtin û zilma ku tê meşandin şermizar dike û daxwaz ew e ku di dema herî nêz de ew bê berdan. Weke gelek caran, em dîsa bang dikin ku rayedarên dewleta Tirkiyeyê li cihê “înkar, girtin û gefên xwe yên dehan salan” hebûna kurd û kurdistan bipejirînin da ku dawî bi van kiryarên antîdemokratîk were. Ew ê wiha nikarîbin rastiyên heyî veşêrin.”