12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

688 hefte li pey edaletê ne

Xizmên windayan, her şemî ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin çalakiyan li dar dixin. Li Amedê her roja şemiyê xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê li pêş Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşuyolu kom dibin û çalakiyê li dar dixin. Xizmên windayan di hefteya 688’an de dîsa li parka Koşuyolu kom bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Malbatan dîsa wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hildan û xwestin kujer bên darizandin û winda bên dîtin.

Di daxuyaniyê de Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Abdullah Zeytun, di çalakiyê de  Ferhan Yilmaz  bi bîr anî û got: ” Li Tirkiyeyê mafê mirovan gelekî tê binpêkirin. Heta ku Tirkiye bi paşeroja xwe re rû bi rû nemîne edalet û aştî nayê cîh. Her roj di girtîgehan de girtî bi îşkenceyê tên kuştin. Sedema vî tiştî jî ew e ku li Tirkiyeyê pergala hiqûqê nemaye. Hewce ye ku ev tiştên bêhiqûqî bê darizandin lê li Tirkiyeyê daraz nemaye, lewre em têdikoşin.”

Zeytun anî ziman ku daraz di bin bandora îqtîdara siyasî de dimîne û wiha domand: “Cezayê Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn erê kirin. Keskîn her tim di xebatên edalet û wekheviyê de bû. Di şexsê Eren Keskîn de dixwazin ku xebatên me darizînin.”

Serokê Sendîkaya Karkerên Yekbûyî (BES) Suphî Îzol jî hêrsa xwe anî ziman û wiha bilev kir: “Xebatkarekî darazê 26 sal e winda ye. Ev jî nîşanî me dide ku şert û mercên hiqûqê qet ne baş in.”

Çiroka Cemal Kavak Endama Komîsyona Windayan Derya Yildirim xwend û wiha got: “Cemal Kavak endamê Yargı-Sen’ê bû û di Dadgeha Baceyê de dixebitî. Di 24’ê nisana 1996’an de winda bûye. Malbata Kavak serî li Serdozgeriya Amedê dane lê tu agahiyê jê nagirin. Di 26’ê nîsanê de mirovekî ku nasnameya wî ne diyare anîne Nexweşxaneya Amedê. Gava ku malbat ji bo teşhiskirinê tê, dibîne ku ew Cemal Kavak e. Cenazeyê Kavak bi awayekî ku bi têlê hatiye fetisandin li ser rêya Amed û Bismilê hatiye dîtin. Parêzerê malbata Kavak 4’ê tebaxa 1999’an de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê  (AÎHM) didin. AÎHM 6’ê tîrmeha 2006’an de ‘Ji ber ku mafê jiyanê hatiye binpêkirin û lêpirsineke çalak nehatiye kirin’ Tirkiyeyê mahkûmê tazmînatê kir.”

Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê qediya.