spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwediyê îmtyaza rojnameya me Kadrî Esen hat berdan

Xwediyê îmtiyaza rojnameya Xwebûnê Kadrî Esen bi hinceta ku hin nûçe parvekirine doh serê sibehê hatibû binçavkirin, piştî ku îfadeyê wî girtin îro hate berdan. Di encama lêpirsîna ku Serdozgeriya Amedê dabû destpêkirin di 15 nîsanê de hatibû binçavkirin.

Tevî ku dozgeriyê dabû xuyakirin ku ev operasyon di bin navê (Lêpirsîna Newrozê) de hatiye kirin lê lêpirsîna Esen di der barê parvekirinên wî yên Facebookê de hatiye kirin. Lêpirsîna Esen der barê hin parvekirinên di sala 2016’an de hatiye destpêkirin.

Tiştê herî balkêş jî ew e ku Kadrî Esen tev li pîrozbahiya Newrozê ya îsal nebûbû û roja newrozê li cihê xwe yê kar nûçe dişopandiye û parvekiriye.