5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Lîbyayê metirsiya şerê navxweyî zêde dibe

Di van rojên dawî de nakokiyên di navbera aliyên siyasî yên Lîbyayê de zêde bûne, Fethî Başaga yê ku ji bo avakirina hikûmeteke nû ji alî parlementoya Lîbayayê ve hatibû peywîrdakirin rastî gelek astengiyan tê. Astengiya sereke niha li pêşiya avakirina hikûmeteke demî ya nû, serokê hikûmeta demikî ya berê Abdulhemîd Dubeyba ye.

Wiha xuyaye ku niyeta Dubeyba tune ye dest ji peywîra xwe berede û gelek caran gef li Fethî Başaga xwariye ku heke zorê lê bike dê komên çekdar ên girêdayî xwe bixe nava tevgerê.

Metirsiya şerê navxweyî

Dîsa tevgerên leşkerî ên komên çekdar li Lîbyayê zêde bûn û metirsî heye ku dîsa şerê navxweyî dest pê bike. Komên çekdar bi karwanên wesayitên zirxî û çekên giran ji gelek aliyên Lîbayayê berê xwe dane paytext Trablusê.

Karwanên leşkeran ji bajarên Misrata, Zentan û Zawiyê tevî çekên giran berê xwe dane Trablusê, her wiha komên çekdar ên girêdayî serokê hikûmeta demikî yê berê Abdukhemîd Dubeyba jî li Trablusê ketine nava tevgerê.

Ev tevgerên leşkerî piştî hevdîtina Fethî Başaga bi serokên hin komên çekdar re derketin holê.

Lewre jî metirsî heye ku serokê hikûmetê Fethî Başaga bi darê zorê bikeve Trablusê ew jî tê wateya şer û pevçûnan bi komên çekdar ên girêdayî Dubeyba re ye.

Wekî tê zanîn cîgirên Fethî Başaga navendên hikûmetê ên li rojhilat û başûrê Lîbyayê dewr girtibûn û hîna jî navbênkariyên navnetewî berdewam dikin da Dubeyba Trablusê jî bi rengekî aşityane dewrî Fethî Başaga bike.