7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destana Rêwîtiyekê; Nêrîbel IV

Em hatin beşa dawî ya Nêrîbelî, ev beş dê zêdetir bi şîroveyan pevgere û hinek bi rexneyên ser rêzenîvîsê. Rexneya ewil li ser zayenda Nêrîbelî/ê bû; gelek diyar e ku Nêrîbel ( her çend ku bi navê xwe nêrî be nêr be jî), ji hêla dengbêjan ve zayend nahête diyarkirin. Di gelek bendan de weke “Mê” gelek bendan de jî weke “Nêr” gazî dikin. Ev jî taybetiyeke Nêrîbelî/ê ye. Wek xwedayek/xwedawendek bêzayend… Her wiha hinek rexne li ser derengiya nivîsan jî hatine kirin.

Belê, mirov, nikare bêla jiyana xwe her rêkûpêk bihêle. Heke her rêkûpêk bûya, nesaxî bo kîjan demê ba! lê her hewla min û kelecaniya min ew bû ku bi awayeke safî û berfirehî Nêrîbelê/î pêşkêşî we bikim. Wa dest pê dikin, fermo…

Deng li dinê be! dibe her roj vê gotinê dibihîzin. Ev ji gelek qese û diwayan zêdetir bi wate û xweş tê bo min. Me ev yek baş nas kiriye, li dinyayê deng berze nabe û ev deng dengê keseke/î pîroz be ew deng qet û qet berze nabe. Em hay jê hatine û me weke diwa û pêşniyazekê her ji kesên baş re gotiye. Ewilî deng ava bû li ser vê gerdûnê paşê her tiştek cihê xwe girt. Paşê jî bi dengan gotin…

Pêşiya her tiştî xweşiya gotinan hebû. Pêşiya gotinan ne çi şênber ne çi heyber, tiştek nebû. Helwest ew bû ku mirov xwe pênase bike, çîroka xwe vebêje. Mirov, wateya jiyanê, xem û xiyalên man û nemanê, evînî, xemgînî û hwd. hemû jî diveya bi çîrokan pênase û rave kiriba.

Li jorî em ravekirina mîtologan ya li ser jiyanê dibînin lê heke Kurd ji bo vê yekê raveyekê danê hizra min dê wiha bibêje;

Pêşiya hemû tiştî deng hebû, pêşiya dengî hêj ti tişt li ser gerdûnê ava nebûbû. Mirov heynê li ser cîhanê bû, ev yekeya jiyanê ji bo xwe bikaranî, êdî hemû tevgerên jiyana xwe, dabirdû û dahatûya xwe li ser vê yekeyê ava kir. Helwesta mirovan ew bû ku xwe pênase bike, destan, serpêhatî, stran û gotinên xwe êdî bi vê amûrê bo dahatûyê divêya vegûhastiba.

Li ser cîhanê her çi civak hebin, ev civakin her çend civakên çandiniyê, her çend civakên nêçîrvaniyê û her çend civakên koçer bin jî, van civakan bi deng û gotinan, tevgera xwe û gerdûna jiyana xwe pênase kirine. Ev pênasekirin bi amûrên çanda devkî (destan, çîrok, serpêhatî û stran) bûye.

Ev gelemşeya hemû mirovahiyê ye. Mirovan ev gelemşeyên xwe bi sembolan her vegotiye û rave kiriye. Civakan, berhemên çandî her ji derî xêva xwe derbasî xêva xwe kiriye. Civakan, dema ev kevneşopiya vegotinê avakirî, li derdorên wan her çi bûyer qewimtibe, her çi tişt bandora xwe li ser wan kiribe ev bûyer û regez yekoyeko bikaranîne.

Ji van regezan an jî ji van hêmanan yek jî di nav xwezayê de cihekê girîng digire, bêyî wan ne jiyanê ne jî xwezayê em nikarin bînin bîra xwe, helbet ew jî ajal in. Ajal, ev sedsala dawî ne tê de, ji berê heta niha di jiyana mirovan de cihek taybet zeft kiriye.

Cihê wan li cem civakên çiyayî an jî civakên nêçîrvanî re girîngtir û taybettir e. Di jiyane rojane de liv û tevger û domandina jiyanê li ser pişta wan bar e. Di heman demê de di xewn, xeyal û sazkirina dahatûya xwe de her ajal cih girtine û hêmanek girîng e bo mirovan.

Ji beşên din heta niha me pêkre guhdariya dengê Nêrîbelî kir.

Nêrîbelî em ji geliyên kur rakirin ber bi qontarên seqem re birin. Em hay ji nirxên Nêrîbelî hatin ka kîjan nirxan temsîl dike û ji bilî hindê em hay jê hatin ku ka Nêrîbel di kîjan şibandin û kînayeyan de hatiye bikaranîn.

Me dît ku Kurd da ku xwe vebêje, an ku zor, zehmetî, bawerî, hêmanên nirxên jiyana xwe vebêje Nêrîbel bi form û awayên rengbireng bikaraniye. Bi kurtasî da ku nasnameya xwe diyar bike dest bi çîrok û metelokan kiriye.

Ji van jî destaneke bêhampe, destaneke rêwitiyê; Nêrîbel ava kiriye.

Em di vê destanê de hay ji regezeke din jî tên, navê Nêrîbelî bi efsaneyekê tê li ser rûwê erdê. Ji nav çiyayekê digel hezaran ajalan weke rêberekê derdikeve, heta li vê derê weke afirîdeyek efsanewî ye lê belê piştî dest bi rêwitiyê dike vedigere rewşeke rasteqîne. Bi kurtasî Nêrîbel ji nişka ve bi awaya mîtosekê vedigere li ser logosê, ji semboleke xeyalî derbasî semboleke rasteqînî dibe.

Nêrîbel, bi ziman dikeve. Taybetiyeke mirovan digire ser xwe. Deng gotinan digel xwe tîne, gotin zimanan, ziman çandê û taybetiyên jiyanê digel xwe tîne. Ew koma mirovan ji komên dîtir cuda dike. Nêrîbel wiha dike, xwe ji heyberên dîtir cuda dike û xwe ji wê çandê nîşan dide.

Xwe ji me nîşan dide. Bi awayeke gelek balkêş dibe ku bûyerek û rêkek xilasbûn û rizgarbûnê ya hezar salî dide pêşiya me. Ne ji cihê vebûyî, cihê lê hatiye asteng kirî dest bi behsa rewitiya xwe dike. Heşko digel rêwitiya xwe dîroka Êzdiyatiyê jî dide pêş me. Ji çiyayên Colemêrgê ber bi Şingalê, careke din vedigere çiyayên pîran, qesta çiyayên Colemêrgê dike.

Nêrîbel wiha berdewam dike;

Nêrîbelê min ji pişta Bêtkarê rabûye

Ji Dutazan derbas bûye

Ji Siwara Dîskan serkeftiye

Li serê Marûkî, mexreb û eyşav li Nêrîbelê min bûye

Ji Serê Marûkî rabûye

Ji Geza Banebirkan derbas bûye

Ji Bêyarko serkeftiye

Li ber Berê Spî (Siwara Bêlûnê) mexreb û eyşav li Nêrîbelê min bûye

Li ber Berê Spî rabûye

Ji Siwara Bêlûnê derbas bûye

Ji Tatên Xalaneyî derbas bûye

Ber baskê Çiyayê Nîsan ve periye

Li Kanîka Teyran mexreb û eyşav li Nêrîbelê min bûye

Ji Kanîka Teyran rabûye

Ber pişta Gera Çimbilê Dîzê wê çûyiye

Li Siwara Meydanê mexreb û eyşav li Nêrîbelê min bûye.

Ji Siwara Meydanê rabûye

Ji Deriyê Kepirê quliptiye

Ji Gera Kepirê derbas bûye

Ji Tatê Rêlikê serkeftiye

Li ser Berê Parwanî mexreb û eyşav li Nêrîbelê min bûye.

Rêka Nêrîbelî

Ji Şingalê dest pê dike heta Ava Mezin, ji Ava Mezin bênavber heta Kanîxidirî tê;

Çiyayê Şingalê, Gelikê Bêdevayê, Berûya Şengalê, Ava Mezin, Kora Kîvarkan, Êmûnkê, Geliyê Zawîte, Korên Gavanan, Bagêrê, Siwara Tûkan, Gareyê Behdînan, Deşta Qirê (Spinê), Qedîşê, Siwara Berekerî, Sûlavê, Kanîsêvikan serê Amediyê, Pişta Peresiyan, Kirî û Melixte, Çemê Dêrîkê, Pira Bilbil, Geliyê Feqî, Pişta Bêtkarê, Dutaza, Siwara Dîskan, Serê Marûkî, Geza Banebirkan, Beyarko, Berê Spî (Siwara Bêlûnê), Tatên Xalaneyî, Çiyayên Nîsan, Kanîka Teyran, Gera Çimbilê Dîzê, Siwara Meydanê, Deriyê Kepirê, Gera Kepirê, Tatê Rêlikê, Berê Parwanî, Dola Parwanî, Zoma Kanîxidirî.

Em weke ku ji pelên dîrokê dizanin. Êzidiyên ku li hemberî zordestan ji zilm û zoriyê xwe rizgar kirî, li ser çiyayên Hekkariyê komel dibin û parastina xwe dikin. Hingê Êzîdiyên ku belave bûyî, Şêx Adiyê Hekkarî, baweriya Êzidiyatiyê ji baweriyek devkî derbasî baweriyeke nivîskî dike. Kitabu’l Cilve û Mishefa Reş di van deman de ji serpêhatî, çîrok, beyt û ji berên devkî tê komelkirin û nivîsîn.

Di van kitêbên pîroz de behsa her tiştî nake. Helbet hinek bûyer û agahiyên taybet hene ku divêt nehêne nivîsîn û divêt ew agahiyên taybet tenê ji zimanan derbasî bihîstinê bibe. Ev tsybetiyek çanda devkî ye.

Çanda devkî ye ku heta niha Kurd ji gelek zordariyan xilas kirî û rênîşan dayî. Ji van xalan careke din me zanî, Kurd xwe bi çanda devkî bi awayeke wêjeyî û efsanewî bi salan xwe ji sextî û zoriyan xilas kiriye.

Nêrîbel herî dawî, pezî û ajalên din tîne Kanîxidirî, li wê derê bi zengila Nêrîbelî dizanin ku ev Nêrîbel e. Dema digehin li cem Nêrîbelî ji Xidirî re dibêje;

“Here Dola Parwanî li wê derê pez zayiye. Wan pezan bîne. Paşê were, me qewlê xwe tijî kir, em dê bimirin. Min û Segê Serreş li vê derê bispêre axê zûretekê çêke”

Nêrîbel, bi zayînê li Dola Parwanî bereket û ewletiyê nîşan dike. Herî dawî balê dikişîne ser hindê ku wî ji hêza mirovan zêdetir hêz û hestek nîşan dayiye.

Herî dawî bi mirina xwe dixwaze nemiritiya nîşan bide. Weke di gelek destanan de tête gotin, “heke bixwazî nemir bî, divê bimirî” Nêrîbel dimire, Nêrîbelê dispêrin axê ew êdî dibe qehramenekî bi nav û deng, qehremanê rêwitiyekê, qehremanê rizgarbûnê.

Heta vê sedsalê jî hêj em dengê zengila Nêrîbelî dibihîsin. Kurdan, Bo nifşên dûv xwe, gencîneyek bêhempa bi Nêrîbelê hêland.

“Nêrîbelê min belo

Berbelekê min belo

Rojê l’çiyano

Şevê l’rêyano…”