17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzeran ji bo Abdullah Ocalan serî li CPT’ê dan

Buroya Hiqûqê ya Asrinê ji ber ku nikare agahiyan ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên li cem wî Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F’yê bigirin, serî li Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da. Ji adara 2021’an ve agahî ji Abdullah Ocalan û girtiyên cem wî nayê girtin. Di serlêdana Buroya Hiqûqê ya Asrinê de hat diyarkirin ku şert û mercên “incommunicado” ku tê wateya bêragihandina mûtleq û xetereya her cure binpêkirinan didome. Di serlêdana ku balê dikişîne ser binpêkirina sîstematîk a qedexeya îşkenceyê ya li Îmraliyê, der barê geşedanên di navbera nîsan û tebaxa 2022’yan de agahî da CPT’yê.

Bersivê nadin serlêdanên parêzeran

Di navbera 1’ê nîsanê heta 31’ê tebaxa 2022’yan de 40 serlêdanên parêzeran û 21 serlêdanên malbatan li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hatin kirin. Hat ragihandin ku hemû serlêdan hatine astengkirin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku bi sedema ku astengkirina hevdîtinan a bi miwekîlan re li dijî qedexeya îşkenceyê ye ji aliyê 775 parêzeran ve di 10’ê hezîrana 2022’yan de serî li Serdozgeriya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê hat xistin û hat xwestin demildest divê parêzer biçin miwekîlên xwe bibînin. Di nav parêzerên serlêdan kirin de serokên baroyan jî hebûn. Lê belê heta niha jî tu bersiv nedane serlêdanê û bêbersiv hatiye hiştin.

Aqûbeta nameyan nayê zanîn

Buroya Hiqûqê ya Asrinê di serlêdanê de bal kişand ser astengkirina hevdîtinên di cejnan de û hat gotin aqûbeta nameyên ku miwekîlên wan di navbera adar û tebaxê de şandine nayê zanîn û her wiha di vê demê de tu hevdîtina bi telefonê jî nehatiye kirin. Di serlêdanê de cih ji qedexeya hevdîtina parêzeran û cezayên dîsiplînê yên nû de re jî agahî hatiye veqetandin. Hat diyarkirin ku her çend 6 meh qedexeya parêzeran a di 12’ê cotmeha 2021’an de hatibû dayîn jî di 22’yê nîsana 2022’yan de bi dawî bû jî, yekser serlêdan hat kirin û ev serlêdan jî hat redkirin û bêbersiv ma. Her wiha hat destnîşankirin ku di 13’ê nîsana 2022’yan de ji aliyê Dadgeha Înfazê yê 2’yemîn a Bûrsayê ve beriya ku dema qedexeya parêzeran bi dawî bibe 6 meh cezayê nû yê hevdîtina parêzeran hat dayîn, lê piştî serlêdana li dadgehê ev rewş hat hînbûn.

Nahêlin parêzer hevdîtinan bikin

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku her çend cezayê dîsiplînê yê Desteya Dîsiplînê ya Îmraliyê ya di 3’yê sibata 2022’yan de di meha hezîranê de bi dawî bûye jî, serlêdanên li dozgeriyê hatin redkirin û ji bo îfadeyê jî serî li Dadgeha Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê dan. Ev serlêdan jî ji aliyê Dadgeha Înfazê ve hat redkirin. Di serlêdanê de hat diyarkirin ku sedema vê redkirinê bi îdiaya “Cezayê disîplînê hê dewam dike” hatiye dayîn. Hat bibîrxistin ku cezayê dîsiplînê yê navborî di 22’yê gulana 2022’yan de bi dawî bûye, hat parvekirin ku Desteya Dîsiplînê ya Îmraliyê hîn bûye ku di 31’ê gulana 2022’yan de 3 meh qedexeya hevdîtina malbatê ya nû biriye. Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku muwekîlên wan ji alîkariya parêzer û parêzvaniya hiqûqê mehrûm hatiye hiştin û bi vê rewşê sûc hatiye kirin.

Pêwendiyên Abdullah Ocalan tên astengkirin

Herî dawî di serlêdanê de hat destnîşankirin ku Abdullah Ocalan û girtiyên din pêwendiyên wan bi derve re hatine astengkirin û ji her cure parêzvaniya hiqûqî bêpar hatine hiştin. Di serlêdanê de hat xwestin ku CPT demildest serdana Girtîgeha Îmraliyê bike û ev wezîfeya sereke ya Komîteyê ku divê baş zanibe heke xeber neyê girtin dê rê li ber xesarên pêşiya wê neyuê girtin çêbin.

Di serlêdanên de ev daxwaz hatine kirin:

* Divê Komîte bi awayekî LEZGÎNÎ li Girava Îmraliyê serdanek DE FACTO pêk bîne.

* Pêwîst e tavilê parêzer biçin serdanê û bi rêya hiqûqê dawî li biryarên qedexekar û astengiyan bê anîn.

* Malbat û wasî divê tavilê biçin serdanê û hemû astengiyên li pêşiya hevdîtinên malbatan bên rakirin.

* Divê mafê serdanê were avakirin û her wiha mafê telefonê jî bi awayek rûtîn bê temînkirin.

* Pêwîst e hemû astengiyên li pêşiya name û faksan bê rakirin.

* Lazim e dawî li qedexeya rojname, kovar û pirtûkan bê anîn û her cure sepanên li dijî hiqûqê were bidawîkirin.

* Şert û mercên êşkence, muameleya dijmirovî û muameleya xerab û rewşa incommunicado ji holê bê rakirin û daxwaz tê kirin ku li tavilê prosedura xala 10/2. a Peymanê bikeve dewrê.”