17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Destana Rêwîtiyekê; Nêrîbel2

Me dexlê xwe vecemand, bêhna xwe veda. Êdî hewce ye dest bi hêrandina Nêrîbelê bikin. Me Nêrîbelê xwe li rêkekê hêlandibû, hiştibû. Êdî dikarin dest bi rêwitiya xwe bikin. Rêwitiyek ji Şengalê heta çiyayên Colemêrgê, Nêrîbel kunc bi kunc, çiya bi çiya, çem bi çem dê vê rêkê li me bide jiber kirin.
Herî dawî, dengbêjî bi gelemperî qala çîroka Nêrîbelî dikir, me dengbêjê xwe û Nêrîbel li serê Korekê hêland.

Dê fermo, wa Nêrîbel dest bi rêwîtiya xwe dike.
…Hatin Korê Gabanan li geliyê Zawîteyî ser ketin, miha serreş li wê derê kete ber zayê, cotekê berxan anî,(di vê derê wî rêka Şengalê heta Gûzereşê xuya dike, an ku ka pez ji ku derê derbas bûne) seg gotê tu li vê derê emanetê xwedê heta ku em diçin vî keriyê pezî didin xwedanî. (di vê navberê de hemû cihan yek û yek xuya dike, ka pez li ku derê mayîne ka li ku derê bi rê ketine.) (welhasil) Xidir û bûka xwe dimînin li ser kaniyê, ev e 4 sal e şêxê ereban pez biriye. Bi şev bûk dengekê dibihîse û radibe lê dinêre dengê zengilê tê, dibêje Xidir Xidir! Rabe dengê zengila nêriyê me tê, Xidir hişyar dibe û dibêje; bes e, ev e çar sal e şêxê ereban pezê me biriye, bes birînê kul bike.”

Lê bawer nake, Xidir radizê lê bûk hişyar dimîne, dibihîse careke din dengê zengilê tê. Got; xidiro rabe dengê zengilê tê, guhê xwe bidê, heke min bikutî, bikujî tu heq î, lê bes guhdar bike. Guhdar dike, hîn dibîne zirîna dengê zengilê tê, Xidir rabû ser xwe gopalê xwe hilgirt kepenê xwe avête li ser milên xwe çû dola Pawanîsê, çawa tê dolê dibîne tijî dolê mih in! Xidir çû di nav pezê xwe de, Nêrîbel hate beriya Xidirî gotê; xwedê kerem digel min kiriye, ez ezman êxistîme, here miha serreş korê Gavanê zayiye, me pezê te jî bo te anî, wa ez û seg dimirin me jî gor û kifin bike û me veşêre.
Dimirin, dola Pawanîs vedişêre. Niha jî kê li wê derê şivanetiyê bike (min bi xwe jî kir û min bi guhên xwe bihîst) dengê zirrêna zengila nêriyê tê, zengil li wê derê berze ye, piyên pezan lê dikevin zirrên jê tê…

Tomarker;
Nêrîbel pez ji çi rêkan de înandiye, te behsê çend cihan kir?
Dengbêj; Ew bend û bend in, ez ev e dest biavêjime.
“Nêrîbelê min wê rabûye
Destbenê xwe wê kotiye
Destbenê Segê Belek wê kotiye
Çîtê ereban wê peqandiye
Pezê xwe ji yê Şêxê ereban girtiye
Qonaxa sê şev û sê rojan bi danê şevekê çûyiye
Li dûv Ava Mezin Mexreb û Eyşa li Nêrîbelê min bûye.”
Hêj me dest pê nekiriye, we hay jê heye? Hevalbendên Nêrîbelê her reşatî li wan heye? Miha Serreş, Segêreş. Hizra min ev e ku ev yek ne tesaduf e. Nêrîbel dixwaze peyamekê bi reşatiyê bide me. Li ser cîhanê gelek ol û bawerî rengê reş û bi taybetî ajalên reş weke remz û sembola bêyom (bûyûm) û têkçûnê nîşan didin. Her kengî di çîrokek an jî di destanekê de qala ajaleke reş bête kirin hingê bûyerên çîrok/destan/serpêhatiyê têk diçin, bêyomek dest pê dike. Di gelek destanên miletên dîtir de dema qala ajalên reş dikin an evîndar nagehin hev an xezebek tê serê kesan an jî her tişt ber bi xirabiyê ve diçe. Lê destana me û helbet bîra çanda me vê tiştê bi me nade kirin. Nêrîbel hevalên xwe ji yên reş digire, bi wan dest bi rêkeke pîroz û baş dikin. Nêrîbel bixwe jî bi rengê reş hatiye xemilandin, belekên wî reş in, reşa di nav spiyê de, spiya di nav reşê de… Heşko ji me re dibêje; “Hemû tişt bi eksê xwe hene, pergal bi eksê rast dibin” dibe ku…

Weke hûn jî dizanin, li cem êzdiyatiyê ajalên reş pîroz in, wek mînak; marê reş.
Dibêjin ajalên reş pergala dinyayê saz dikin, rêbertiyê ji bo gelek mijaran dikin, rênîşanden in. Ji bo sax û silametiya cîhanê hewce ye eksek hebe, ew jî mirov e, ji ber hindê ye êzidî bi spiyan li ser cîhanê xwe kifş dikin, ew mirovên ewilî yên cîhanê ne, eksê ajalên reş in. Hevûdu bi hemû kirasan ve diparêzin û temam dikin. Belê min got kiras, weke di baweriya êzdiyatiyê de tê gotin, mirov heft kirasan diguhere, piştî mirinê xwe li kiraseke din dide, ya dibe ajal an jî dibe giya… Heft kirasan diguhere, di hemû kirasên mirovan de ajalên reş rêber û nojdar in.

Nêrîbel jî vê yekê pêk tîne, ajalên reş dike hevalbendên xwe, digel wan dest bi rêbertiya rêka pîroz dike.
Erebo piştî talana pezê Xidirî dike û tîne Şengalê, pezê talankirî dixe di nav pezê xwe de. Ev bend benda pêkhatina hêzan e. Nêrîbel û Segê Reş hatine girêdan, pêşiyê rista xwe kotîne paşê jî ya Segê Reş, çît û parêza Erebo hildiweşînin û dest bi rêka xwe dikin, rêka sê rojan û sê şevan di daneke şevê de diqedînin, belê di nav şevekê de, weke gotî “Şevê li rêkano”…
Danê êvarî ji Şengalê heta ber peravên Ava Mezin tên…

Kurtenîşeyek; Ajalan bi sedan salan cihê xwe di nava berhemên wêjeyî yên mirovan de girtine. Mirov bi wêjeya xwe, ajal, bi gelek awayan nîşan daye lê belê ev nîşandan her û her ji bo terz û hestên mirovan bûye ku ji ser ajalan careke din mirovî diyar bike, ev nîşandane kiriye. Mirov xwestiye li ser ajalî xweditiya xwe nîşan bide. Ti carî kiryarî û kirdetiya ajalan li pêş çavan negirtiye. Her sînorên wan diyar bûne û bi pênaseyên weke “Mirovajal(humanimal)” an jî ajalê nemirov (nonhumananimal) hatiye kirin. Di nava wêjeya cihanî de (nîvîskî-Devkî) Nêrîbel cihek ji yên taybet digire, ji ber ku Nêrîbel her ajal e, tenê ku mirov fêm bikin caran wekî wan tevdigere, diaxive. Nêrîbel ne humanimal e ne jî nonhumanimal e. Dibe ku ev cara yekem be di nava berhemekê de (her çend berhemek devkî jî be) em dibînin ku ajalek hem kiryar e hem jî kirde ye. Ew Nêrîbel e…

Yek bi yek, bi hemû bendên xwe ve tiştên rabirdûya me tîne li pêş çavan. Rêkekê ji me re gelî bi gelî, çiya bi çiya, çem bi çem li ber me kifş dike. Helbet li vê derê neqediyaye hêj rêka me dûr e, ev rêka çi ye Nêrîbel kifş dike, dê hejmara tê pêkre bibînin gelo çima rêkekê kifş dike, çima ji van deran de derbas dibe, armanc çi ye? (Dê bidome…)