2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ceyran ji sedî  450  buha bû

Piştî ceyran ket destê şîrketan buha bû û qalîte daket

Li bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê bi hezaran welatî ji bo buhabûna ceyrane şermezar bikin daketin qadan. Li Bazîd, Gever, Qoser, Şirnex, Hezex, Amed û gelek navendên din çalakiyên girseyî hatin lidarxistin.

Têkildarî buhabûnê û sedema çalakiyan Hevserokê Odeya Endezyarên Ceyranê (EMO) Sorgûl Aytek ji Rojnameya me Xwebûnê re axivî. Aytek qala huberina ceyranê kir û wiha got: “Hilberina ceyranê ji sedî 80 di destê şirketên taybet dene ji sedî 20 ji di destê dewlet deye. Gelek çavkaniya bendavan heye. Lê ew jî li dora ji sedî 16 an ji sedî 20’î destê dewlet deye. Ew jî hêza wê ya avakirinê ye. Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê nêzikî 700 bendav hene. Dîsa bendavên ku avakirina wan didomin jî hene. Li bakurê Kurdistanê nezî 100 bendav hene. Ji 700 bendavan tenê 35 bendav di destê dewlette ye. En din tev di destê şirketên taybet de ne.”

Her tişt li dijî armancê pêş ket

Aytek anî ziman ku dewletê bi 3 armancan ceyran dewrî şîrketên taybet kir, lê her tişt li dijî armancê pêş ket û wiha axivî: “Dewletê ji welatiyan re got ‘Em bi armanca ceyranê bi qalîte, domdar û erzan bikin dewrî  şîrketên taybet dikin. Xwestin 3 armanc pêk bên. Lê wiha nebû.  Ceyran erzan nebû, bêtir buha bû. Ceyran ji sala 2013’an heta niha ji sedî 450 buha bû. Ceyrane bi rêk û pêk domdar tune ye. Rojekê heye du rojan tune ye. Isparta çend roj di tariyê dijî. Li gelek bajarên din  ceyrana wan hatiye birîn.”

‘Dewlet welatiyan dike şirîkê deynê xwe’

Aytek destnîşan kir ku dewletê ji şîrketan re muşterî çêkir û wiha lê zêde kir: “Dewletê di 1’ê çileya 2013’an de bi şirketan re peymana hêza kirîne (Hêza stendina ceyranê) îmze kir. Mîsoger kir ku dê pereyan bide şîrketan. Niha jî mîsogeriya pir û nexweşxaneyan didin. Pira çêdikin û dibêjin ‘Rêwî mîsoger in’. Nexweşxaneyên taybet çêdikin û dibêjin ‘Nexweş mîsoger in’. Peymana ceyranê jî bi heman rengî îmze kirin. Dewletê welatî teşwikî xerckirina ceyranê kirin. Welatî çiqas ceyranê xerc bikin ew qas keyfa dewletê tê. Ji  ber ku çiqas welatî ceyranê qenc bike, ew qas pere dide şîrketan. Dewlet dixwaze welatî li şûna wê pere bidin û dike şirîkê deynê xwe.”

Belavkirina ceyranê ji sedi 100 di destê şîrketan de ye

Sorgul Aytek, anî ziman ku di qada ceyranê de 3 beş hene û wiha berdewam kir: “Beşa ragihandin, belavkirin û hilberînê heye.  Beşa ragihandinê hêj di destê dewletê de ye. Lê Serokkomar Erdogan di 2021’ê de îşareta arizîkirina tora ragihandinê da. Beşa hilberînê ji sedî 20 di destê dewletê de ye. Beşa belavkirinê ji sedî 100 di destê şirketên taybet de ye. “

Dewlet henekê xwe bi aqilê mirovan dike’

Hevseroka EMO Sorgul Aytek bal kişand ser zehmetiyên ku welatî dijîn û wiha axivî: “Dewletê di 2 salên dawî de ji 3 mehan carekê ceyran zem kir. Lê vê carê di 17’ê kanûnê de bi carekê buhayê ceyranê pir zêde kir. Di navbera ji sedî 52 heta 127’an buha kir. Lê dewlet got ‘Em li welatiyên xwe yên xizan jî difikirin. Me ji bo wan ji sedî  52 buha kiriye. Ji bo esnafan jî ji sedî  127 buha kiriye. Malbatên kêmî  250 kîlowatî xerc bikin ji sedî 52 buha bûye. Lê malbatek 4 nufûs herî kêm 250 kîlowat xerc dikin. Hem ji sedî 52 zêdetir buha dike, hem jî dibejê ‘ez li welatiyê xwe difikirim. Henekê xwe bi aqlê mirov dikin. Ji şirketên belavkariyê ji sedî 80 daxist. Lê vê yekê bandora xwe li ser fatûreyan nekir.  Şîrketa belavkariyê li dijî daxistinê di nava 2 salan de ji sedî 70 buha kir. Saziya Sererast Kirina Ceyranê (EPDK) têkildarî buhabûnê got ‘Ji ber ku em sotemenî, komir, petrol û gaza xwezayê ji derve distînin; me hilberîna ceyranê ji sedî 34 zêde kir. Ji ber vê yekê dewletê ji şirketên belavkirinê re got ez hilberina xwe zêde dikim bila haya we jê hebe. Şirketên taybet piştre buha kirin.”

‘Kêr gihiştiye hestiyê mirovan’

Aytek, der barê bertekên mirovan de jî axivî û wiha got: “Bertekê welatiyan demokratîk û rewa ye. Divê dewlet vê pirsgirêkê çareser bike. Dewlet dibêje ‘Ez dewleteke civakî’ me. Lê bi nêzîkatiya xwe ne civakî ye. Gelek esnafan ji ber koronayê dikanên xwe girtin. Mafên mirovan ji destê wan girtin. Divê dewlet li gelê xwe bifikire. Lê dewlet li şûna li gel bifikire li şîrketan difikire. Edî kêr gihiştiye hestî.”

‘Dewleta civakî divê 230 kîlowat belaş bide welatiyan’

Aytek herî dawî bal kişand ser şertên dewleta civakî û wiha axivî: “Dewletê di 2008’an de fikra arizîkirinê xist rojevê û di sala 2013’an de xist meriyetê. Em weka saziya endazyare ceyranê her tim bertekê xwe nîşan didin. Divê ev xizmet di destê dewletê de be. Ku dewleta civakî be divê 230 kwh ceyrane beleş bide welatiyên xwe. Lê bêtir welatiyan dixe bin deynan. Em her tim li dijî arizîkirinê ne. Dewletê Şîrketa Anonîm a Ceyranê ya Tirkiyeyê (TEAŞ) jî arizîkir. Ku em dengê xwe bilind nekin dê zilm zêdetir bibe. Ku em dengê xwe bilind nekin dê rojên zahmet li pêş me be. Divê dewlet enerjiya roş, ba, bîyokûtle sergîn û ya jeotermalê pêş bixe. Divê dewlet  ji bo enerjiya ku xwe nû dike pere xerc bike. Em ê têkildarî mijare bi Odeya Bazirganiyê re hevdîtinek bikin û em ê raporek amade bikin.”