6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Libnan di nava krîzeke mezin de ye

Li ser medya dijital dîmenekî ku rastiya kirîza aborî ya Libnanê bi rengê herî beloq derdixe holê, belav bû. Li ser medya dijîtal dîmenê bavekî ku zaroka xwe teslîmî polîsekî dike rastiya aboriya Libnanê nîşan dide. Welatiyekî libnanî li kolanê diçe cem polîsekî û zaroka xwe ya di pêçekê de dide destê polîs û dibêje: Ha ji te re bigire ez nikarim zaroka xwe xwedî bikin, tiştek tuneye ku ez bidim wê.

Welatiyê libnanî bi vî rengî dixwaze balê bikişîne ser krîza aborî û zehmetiyên jiyanê. Li vî welatê ku demekê navê Swîsreya Rojhilat lê dihat kirin, niha di krîzeke aborî ya mezin de ye.

Libnanê ji sala 2019’an de di nava krîza aborî de ye. Di demên dawî de jî bi ketina pereyên libnanî li hemberî dolar, ev kirîz gihaye asta herî jor. Êdî libnanî nema karin xwe xwedî bikin û mûçeyên ku digirin ancax têra xwarinên sereke û fatûreyên av û elektrîkê dike an nake.