7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dewlet destûrê nade ku Lubnan vîna kurdan qebûl bike’

Li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi armanca xurtkirina têkiliyên kurd, ereb û pêkhateyên din konferansa diyaloga Lubnanî-Kurd a bi diruşmeya “Ber bi jiyaneke hevbeş û hemwelatîbûneke wekhev ve” pêk hat. Di konferansê de gelek rewşenbir, siyasetmedar û nûnerên civakên rêxistinî amade bûn. Di konferansê de li ser rewşa têkiliya kud û ereban û polîtîkayên li dijî gelê kurd rawestiyan.  Der barê armanc, naverok û encama konferansê de Serokê Komeleya Çandî û Civakî ya Newroz a Lubnanê Cemal Hesen pirsên rojnameya me Xwebûnê bersivandin.

Armanca konferansê çibû? Çima we konferans li Beyrûdê pêk anî?

Di serî de gelek pirsgirêk hene divê bên çareserkirin. Gelek nijad û kêmnetew li Lubnanê hene. Hê jî pirsgirêkên wan çareser nebûne. Em di nava Rojhilata Navîn de nayên dîtin. Hîn gelek pirsgirêk hene. Em ê  li ser van pirsgirêkan dan û stendinê bikin. Ji bo em balê bikişînin ser van pirsgirêkan û em li çareseriya van pirsgirêkan bigerin, me ev konferans pêk anî. Armanca vê konfrenasê kesên rewşenbir û xêrxwaz hev nas bikin û têkevin nava hewldanekê. Em dixwazin wan bigînin hev û têxin nava tevgerê.

Çima diyaloga kurd û lubnaniyan? Li Lubnanê rewşa kurdan çiye û nêzîkatiya lubnaniyan a li hemberî kurdan çiye?

Lubnan welatekî Rojhilata Navîn e. Welatekî Derya Spî ye. Demek dirêj di bin serweriya Osmaniyan de mabû. Piştre Fransiyan ji destê Osmaniyan girt. Piştî demekê Lubnan cihê bû û serbixwe bû. Piştî Lubnan serbixwe bû jî kêşeyên li Rojhilata Navîn hene li Lubnanê nehatin çareserkirin. Ji ber ku Lubnan mînaka pirsgirêkên Rojhilata Navîn e me ev konfrenas li Beyrûdê pêk anî. Ji Asyaya Navîn, Rojhilata Navîn û Afrîkayê pirsgirêkên heyî û yên li Lubnanê dişibin hev. Mînakên hemû kêşayan li Lubnanê xuya dibin. Li Lubnanê mirov dikare bêtir însanan bîne cem hev. Dikare bêtir kesên di nava civakê û rêveberiya gel de cih û tesîra wan heye bîne cem hev. Ew kes bêtir tên guhdarkirin. Lubnan welatekî demokratîk e. Rê dide ku nûnerên civakan li hev kom bibin û kêşeyan niqaş bikin. Di aliyê ragihandin, komele, saziyên civakî û rê dide xebatên civakî. Ji Lubnanê deng derdikeve derve. Ji Lubnanê dikarin dengê xwe bigînin Rojhilata Navîn.

Hemû kêje hatin ziman

Kurdên li Lubnanê beşek ji kurdên Kurdistanê ne. Lubnanî jî beşek ji welatên ereban tê dîtin. Ji bo em wê tûjatiya heyî ko bikin, ji bo bê zanîn ku kurd û erebên Lubnanê li hev rûniştine û diyagokekê çêkirine mînak e. Di naveroka xwe de hemû pirsên li welatên ereban tevî, hemû kêjeyên li Kurdistanê tev di vê kongreyê de hatin ziman. Di vê konferansê de nermbûnek hebû. Kêşe bêtir hatin ziman. Kêfxweşiya kêmnetewan zêde bû. Ereb û kurdan ji dil ev kêşe anîn ziman û xwestin bên çareserkirin.

Di aliyê siyasî de zêde rê li pêş kurdan venakin. Çima? Ji ber ku hîn Lubnan jî ne serbixwe ye. Lubnan di aliyê biryarên siyasî de, di nava dewletên ereb de ne serbixwe ye. Di fermiyetê de her çiqas wekî Firansayê demokrasiyê biparêze jî di di pratîkê de dema fêdeyek bigêje kurdan, vedoya Tirkiye û Sûriyeyê heye. Ji ber Sûriye û Tirkiye zêde nikarin mafê kurdan derxin pêş.

Di nava durzî, sunî, şîî û mesîhiyan de hevsengiyek heye. Yên dibin qurbana pergalê kurd in. Kurd bi nijada sûniyan ve girêdane. Destûr nadin ku kurd di meclisê de kursiyekê bigirin. Naxwazin ku kurd ji erebê sunnî veqetin. Dixwazin kurdên sunî jî di nava erebê sunnî de bihilînin. Hundir jî qebûl nakin û dewletê derve jî destûr nadin ku Lubnan mafê kurdan ê siyasî qebûl bikin. Ji ber vê yekê kurd li Lubnanê tên ji bîr kirin. Ji roja  Lubnan ava bûye heta niha destûr nedane ku kurd bibin xwedî vîn. Di aliyê fizîkî de zor û zahmetiya polîs, cendirme, leşkeran li ser kurdan tune. Lê di aliyê siyasî û perwerdehiyê de ji mafê xwe mahrûm dimînin. Li paş dimînin. Dîsa kurdên li vir hêza wan tune bû ku di nava xwe de yekîtiyekê ava bikin. Kurdên hatine vir û siyasetmedarên vir ne ew qas xurt bûn. Dema ji Bakur hatin di nava wan de zêde zanyar tune bûn. Nahêlin kurd li Lubnanê di aliyê siyasî de bên naskirin. Ji bo mafê kurdan ê siyasî çênebe, dewletên li dijî Kurdistanê destûr nadin Lubnanê ku mafê kurdan nas bike.

Li Lubnanê kijan millet hene û nêzîkatiya milletên din a ji bo kurdan çiye?

Li Lubnanê 6-7 nijad hene. Dîsa 18 taîfe(enî) hene. Di nava van eniyan de kurd wekî eniyek hesab nekirine. Dema em dixwazin kurdekî têxin meclisê, dibêjin hûn sunî ne. Hûn ne taîfe ne. Lê li aliyê din ermenan dikin taîfe. Lê ermen nijad in. Ermenên katolîk û ermenên ortodaks, suryanên katolîk û suryanên ortodaks ji wan re kursiyên cuda derdixin. Li vir turkmen û kuptî hene. Kuptî yên misirî hene. Sûnnî û şîa hene.

Kurd li Lubnanê hene. Lê kurd wekî nijad li Lubnanê nayên naskirin. Turkmen nijad in. Suryan nîjad in. Asûr nijad in. Lubnanî di aliyê nêzîkatiyê de dijayetiyê nakin. Hemû bi keyf û xweşî nêzîkî kurdan dibin. Di pratîkê de her kes li karê xwe dinere. Her kes li ser miriyê xwe digirî. Rû bi rû hemû dibêjin ‘Divê hûn jî li meclisê hebin. Lê dema dibe fermî cuda ye.

Di konferansê de çi hat niqaşkirin?

Di konferansê de li ser têkiliya kurd û ereban a ji dîrokê heta niha niqaş hat kirin. Dîsa li ser mudaxaleya dewletan niqaş hat kirin. Dewletên mezin çawa mudaxaleyî dewletên biçûk dikin û çawa mudaxaleyî kêmnetew dikin hat niqaşkirin. Li ser hişmendî û têkiliya dewletên derve li ser neteya kurd û ereban çiye hat niqaşkirin. Dîsa li ser çareseriya van kêşeyan niqaş hatin kirin. Li ser yekbûna qedera gelên Rojhilata Navîn niqaş hatin kirin. Hat gotin ku qedera hemû gelên Rojhilata Navîn yek e. Hat gotin ku ev hovîtî û êrîşên hêzên navdewletî milletan parçe  dikin û paşve dixin. Milletan bi hev dide şerkirin û divê em li dijî van êrîşan yek helwest û yek biryar bin. Li ser çanda jiyana hevpeş a di nava gelan de niqaş hat kirin. Li ser rol û rista jina demokrat, azad û pêşverû û serbixwe jî niqaş hat kirin. Li ser çareseriyê axaftin hatin kirin. Li ser welatîbûna demokratîk axaftin hat kirin.

Di konferansê de kijan biryar hatin girtin?

Di konferansê de 11 biryar derketin. Biryarên hatin girtin ev in:

*Konferans soz dide ku wê kar ji bo damezrandina çandî, qebûlkirin û nasîna hemû nasnameyên netewî, çandî û netewan ku bibe çavkaniya dewlemendî û pir rengîniyê.

*Konferans tekezî li wê yekê dike ku rêya çareseriya pirsgirêk û pêşbaziyan li Lubnan û Rojhilata Navîn bi rêya diyalogê dibe. Wê ne bi rêya şidet yan jî şerê çekdarî be. Ji bona wê tekezî li ser pêwîstî û giringiya erêkirina ‘Projeya netewa demokratîk û dewleta hemwelatîbûnê’ dike. Wek bingehek ji bo siberojek umêdbexş ji bo deverê. Li ser bingehê aştî, demokrasî û azadiyê.

*Armanca konferansê parastin û pêşxistina nirxên hevbeş yên çandî, demokrasî, civakî û siyasî ya gelên herêmê ye.

*Di konferansê de tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina diyaloga çandî ku bi dirêjahiya dîrokê di nava gelan, nasname, çand û bîr û baweriyan de heye hat kirin ku di pila yekem de ev yek li Lubnanê heye. Ji bo vê mijarê jî pêşniyara avakirina komisyonek ji rewşenbîran hat kirin.

*Ev konferans siyaseta welatan eşkere dike ku armanca wan paldan yan jî avakirina dijminatiya navbera hemû gelan û nasnameyane ku bi rêyên amrazên cûda yên wek kevneperestiya netewî, nijadperestî û olî tên kirin.

*Konferans hevsoziya di gel mijara azadiya jinan û bihêzkirina yeksaniya di warên cûda cûda de dubare dike. Her wiha dijayetiya xwe li beramberî hemû şidetek li ser jinê tê kirin nîşan dide. Her wiha îşaret bi giringiya bihêzkirina jinan û wergirtina fikrên wan bi awayek bi bandor li ser hemû aliyên jiyanê dike.

*Konferans pêwîst dibîne ku siyaseta firawanxwazî ya ku dewleta Tirk li herêmê bicih tîne red bike. Her wiha bikaranîna ol wek amrazek ji bo xizmeta berjewendiyên xwe di çarçoveya ‘nîv osmanîzim’ de red dike.

*Di konferansê de soza rûbirûbûna bi siyaseta navendî ya mutleq re tê dayin û li dijî hemû rêbazên hevpar ên nekarîn dewleteke welatîbûnê ya li ser bingeha nasnameya neteweyî ya yekbûyî ya li welêt ava bikin.

*Konferans di wê baweriyê de ye ku demokrasî û qebûlkirina modela nenavendî ya berfireh, nenavendîbûna îdarî yan jî xwebirêvebirina demokratîk a avabûnên rêveberî garantiya pêşketina azad a li welêt e, her wiha yek ji baştirîn çareseriyên parastina pir rengiye.

*Li gor konferansê, yek ji pêwîstiyên dewleta welatîbûna modern pêktê ji peywendiyên yeksaniya navbera gelên Ereb, Kurd û hemû gel û pêkhateyên dine. Bêy ku qet cûdahî yan jî paşxistin di navbera wan de hebe.

*Konferans diyaloga şefaf bi amrazek hatî erêkirin dizane di dema her pirsgirêk û nakokiyek de.

Nûnerên hemû nijad, bawerî û beşên cuda hebûn. Siyasetmedar ûdîndar jî hebûn. Nûnerên hemû rengên polîtîk hebûn. Hemûyan kefxweşiya xwe anîn ziman. Hemûyan soz dan ku di pêşerojê de alîkarî û piştgiriyê bikin.

Ji niha û şûnde gelê Suryan, Ereb û kurd bi hevre ji bo aştî û ewlehiya gelên Rojhilata Navîn dê xebatek çawa bikin.