9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xêzeromana Janet Biehl ji weşanên PM derket

Janet Biehl ku zanyar û hunermendek serbixwe ye, nozdeh salên xwe yên dawî (1987–2006) bi teorisyenê civakî Murray Bookchin re hevkarî kir. Piştî mirina Murray Bookchin, Janet Biehl biyografiya wî nivîsand. Ji bo şopandina pêkanîna ramanên wî, wê çend caran serdanarojavayê Kurdistanê kir û çavdêriyên xwe di gelek gotaran de tomar kir.

Wê çend pirtûkên bi zimanê almanî yên li ser tevgera kurdî wergerandine zimanê Îngilîzî. Xwîna wan tevlihev bû (Their Blood Got Mixed) xêzeromana wê ya yekem e. Ev xêzeroman der barê rojavayê Kurdistanê û berxwedana şervanên wê de ye.  Ev xêzeroman bi zimanê inglîzî di gulana îsal de ji alî weşanxaneya PM de hatiye weşandin û belavkirin.