27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Meşa Dirêj dest pê kir

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) li 6 welatên cuda yên Ewropayê bi dirûşma “Li dijî dagirkerî û xiyanetê werin cenga azadiyê’ meş li dar xistin. TCŞ û TekoJIN’ê li bajarê Dortmûndê yê Elmanyayê starta meşe da. Ciwanan di meşê de alên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, PKK, KCK û HPG’ê hildan. Li ser navê TCŞ’ê Nûman Amed axivî û bang li hemû ciwanan kir ku berxwedana gerîla hembêz bikin. Meşa Dirêj tevî şert û mercên hewayê yên xerab jî niha dewam dike.

Li Swîsreyê jî ciwan bi heman armancê meşiyan. Ciwanên kurd di pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwan ên Têkoşer de dê 3 rojan bimeşin. Baskê Swîsreyê yê Meşa Dirêj li Qada 1’ê Gulanê dest bi meşê kir. Di meşê de pankartên ji wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û şehîdan hatin hildan. Ciwanan di meşê de pankarta “Li dijî xiyanet û dagirkeriyê Werin Cenga Azadiyê” vekir û alên PKK’ê rakirin. Îsmaîl Kardaş bi navê CDK-S’ê daxuyanî da û got: “Em li ku dibin bila bibin, êm li ber êrişên li dijî Kurdistanê rabin û bi pêşengiya ciwanên me em ê karibin her tiştî biguherînin.”