spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta tirk ava Firatê jî wek çekê li dijî Sûriye û Iraqê bikar tîne

Li gorî çavkaniyên saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) di van rojên dawî de dîsa dewleta tirk ava çemê firatê kêm kiriye. Li gorî çavkaniya ku xwe dispêre hin rayedarên Bendava Tişrîn a bakur û rojavayê Sûriyeyê niha rêjeya herikîna avê daketiye 4,5 m.k , ango ew nikarin rojane zêdeyî 6 seatan elektrîkê bidin gelê herêmê. Her wiha dê gelê herêmê bi vî rengî nikarin çandiya xwe jî bikin û ev yek dê bibe sedemê krîzeke aborî ya mezintir û birçîbûnê.

Hêjayî gotinê ye ku di sala 1987’an de peymana parvekirina avê bi Tirkiyeyê re imzekiribû. Li gorî wê peymanê divê Tirkiye her saniyekê 500 M.k av ji Sûriyeyê re berde. Lê ji sala 2021’ê de ev rêjeya ava para Sûriyeyê daket kêmî 200 MK.

Ji xwe ji sala berioya wê jî ango ji 2020’an de rêjeya ava di Bendava Tişrîn de daketibû 5 meteyan.  Piştî kêmkirina avê ji alî dewleta tirk de gelek stasyonên pompekirina avê ji kar hatine derxistin lewre jî seatên dana elektrîkê jî kêm bûne.

Kêmkirina avê bi demê re dê gelek talukeyên jiyanî bi ser gelên herêmê de bîne û bandoreke mezin li çandinya wan bike.

Bêguman kêmkirina avê bandoreke mezin ne tenê li ser gelên bakur û rojavayê Sûriyeyê dike lê li ser gelên Iraqê jî dike.

Zext û zordariya dewleta tirk ne tenê ji alî leşkerî de lê ji alî aborî û civakî de jî li dijî bakur û rojavayê Sûriyeyê bênavber berdewam dike. Ji xwe artêşa tirk rojane êrîşî vê herêmê dike û naxwaze ku gelên li wir dijîn rojeke aram derbas bikin, bi ser de jî ava çemê Firatê wekî çekeke din li dijî wan dixebitîne û jiyana bi milyonan mirovan dixe talukeyê.