18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dewleta Tirk careke din êrîşî Kobanê kir

Dewleta tirk êrîşa xwe ya hewayî ku duh di saetên derengiya şevê de li dijî Rojava û Başûrê Kurdistanê da destpêkirin didomîne. Vê sibehê careke din êrîşî Kobanê kir.

Dewleta tirk duh di saetên derengiya şevê de li dijî rojava û başûrê Kurdistanê dest bi êrîşeke nû ya hewayî kir û gelek navendan kir hedef. Di vê çarçoveyê de balefirên şer duh bi şev bombe li gelek deverên Kobanê, Şehba, Dêrik; Qendîl û çiyayê Asosê barandin.

Îro di saetên serê sibehê de dewleta tirk careke din bi balefirên şer êrîşî Girê Miştenûr ê Kobanê kir. Hate ragihandin ku bombardûman herî kêm sê caran hatiye kirin û ji ber bombardûmanê birîndar hene.